Daxuyaniya Karûbarên Kongreya 8-emîn ya Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê

Daxuyaniya Karûbarên Kongreya 8-emîn ya Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê

Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê, bi navê Kongreya Çiyayê Kurmênc (EFRÎN), kongreyaya xwe pêkhanî!

A+A-

Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê, bi navê Kongreya Çiyayê Kurmênc (EFRÎN), di rojên 17-18-19 Tîrmeha 2025an de, bi beşdarbûna hemî nûnerên rêxistinên Partiyê (çi li hundir û çi li derveyî welêt), bi dirûşmên jêrîn; Kongreya xwe ya 8`emîn pêkhanî. 

1-    Ber biavakirina Sûriyeke demokrat, piralî, parlementer û nenavendî ku mafên netewî yên gelê Kurd têde parastî bin.

2-    Vegereke aram û ewle ya kesên ku ji cih û warên xwe hatine rakirin û bidûrxistin (Efrîn, Girê Si

3-    pî û Serê kaniyê).

4-    Kar û xebat ji bo pêkanîna perensîbên bingehîn yên Partiyê: Aştî, Azadî, Wekhevî.

Eva jî daxuyaniya Kongreya 8-emîn ya Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê ye:

 

Di siha dirûşmên jêrîn de:

1-    Ber biavakirina Sûriyeke demokrat, piralî, parlementer û nenavendî ku mafên netewî yên gelê Kurd têde parastî bin.

2-    Vegereke aram û ewle ya kesên ku ji cih û warên xwe hatine rakirin û bidûrxistin (Efrîn, Girê Si

3-    pî û Serê kaniyê).

4-    Kar û xebat ji bo pêkanîna perensîbên bingehîn yên Partiyê: Aştî, Azadî, Wekhevî.

Û bi navê Kongreya Çiyayê Kurmênc (EFRÎN), li rojên (17-18-19)-ê Tîrmeha 2025-an, bi beşdarbûna nûnerên hemû rêxistinên Partiyê çi li hundir û çi li derveyî welêt, Kongreyê dest bi karê xwe kir.

Piştî rawestana kurte-demeke bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û yên azadiyê, Komîteya rêvebir a Kongreyê hate hilbijartin û lîsta kar hate pejirandin, û piştî gengeşê, gotûbêj û serastkirinê, belgeyên Partiyê (Rapora Rêzanî, Tozika Hundir û Bernameya Siyasî) hatin pesendkirin.

Di warê Rêzanî de:

Kongreyê bûyerên rêzanî yên herî dawî ên herêmî û navdewletî û bilindbûna asta hevrikiya olî, netewî û aborî li ser asta cîhanê gotûbêj kir, herwiha, bal kişande ser rêyên bazirganiya cîhanî, dahatiyên xwezayî û deverên stratîjîk ku bi gelemperî bûne sedemên rikberiyê û derketina dijberiyê di navbera hêzên mezin ên cîhanê de, û di siha paşketina nirxên demokrasiyê û mafên mirovan û geşbûna aliyên hişkbawer û tundrewan û qelsbûna rola dezgehên navdewletî yên ku nikarin çareseriyê ji van kirîzan re bibînin, nemaze li devera Rojhilata Navîn a ku di kirîzeke herî dijwar û tevlîhev de dijî, hêminî û aramiya cîhanê hejandine û têk birine.

Di vê çarçewê de, bi yek dengî kongreyê binemaya aştî û çanda dij-tundiyê pesend kir, û dupat kir ku ji bo çareserkirina problem û kirîzan, ji rêya diyalog û gotûbêjê tu rêyên din tune ne, ji ber ku li ser asta hundir û derve, ew rêya herî aram û ewle ye.

Di warê Niştimanî Sûrî de:

Bi hûrbînî, Kongir li ser guhertinên kûr ên ku li Sûriyê piştî rûxandina rijêma Be's rû dane, û derketina destelata qonaxa demkî ya nû rawestiya, dît ku ev guhertina balkêş ji destelateke serkut a navendî berew rewşeke siyasî xweguhêz a sist û ne diyar digel hin diyardeyên vebûnê ve diçe, lê, metirsî ji vegera zordariyê bi kirasekî olî yan rêolî li dar e û ev destelat cihê gomanê ye.

Kongir dît ku ev qonaxa nû, keyseke rasteqîn ji bo veguhestina siyasî berdest kiriye, lê, di siha tunebûna girêbesteke civakî giştî de, û berdewamiya destêwerdanên derve, bilindbûna metirsiyên piştguhkirina hêz û aliyên ntewî û olî, û çûna berew çareseriyên leşkerî û ewlehî ji pirsgirêkên niştimanî re, nemaze ew bûyerên xwînî ku li Peravê û hin taxên Şama paytext qewimîn û kerx û kuştarên ku van rojan li parêzgeha Siwêdayê rû dane. Ew hemî, veguhestina siyasî dixetimînin û wê têxine metirsiyê.

Ji ber vê hindê, Kongir dupat kir ku lidarxistina Kongireyekî Niştimanî Sûrî ne tenê xwestekeke, lê belê îro ew bûye pêwistiyeke niştimanî ya lezgîn, û dê bibe pêngava pêşîn ji bo avakirina dewleteke demokratîk, hevpar, nenavendî û piralî, herwiha, ew ê rê li ber şemitandinê berew serberdayetiya ewlehî bigre.

Di warê doza Kurdî Li Sûriyê de:

Kongir dupat kir ku eger li Sûriyê, mafên gelê Kurd di makzagonê de cih negrin, tucarî, çareseriyeke demdirêj ji kirîza Sûriyê re nayê dîtin. Herwiha, kongir ew rêkeftina ku di navbera serokê qonaxa demkî yê Sûriyê Ehmed Şeri û fermandarê giştî yê hêzên Sûriya demokrat Mezlûm Ebdî de hatibû wajûkirin, ya ku mîna nexşerêya çareseriya niştimanî ji hemû kêşeyên welête re, ji tekezkirina ser yekîtiya Sûriyê, beşdarbûna siyasî ya hmû hêz û dezgehên Sûrî di destnîşankirina paşeroja welatê xwe de, vegera penaberan, ta mukirhatina zagonî bi mafên gelê Kurd, weke rêkeftineke dîrokî hate nirxandin û binavkirin.

Hêjayî gotinê ye ku kongir bal kişande ser giringiya xweşkirin û geşkirina têkiliyên biratî di navbera aliyên tevgera Kurdî de û rêzgirtina li belgeya karê hevbeş bi Partiya Pêşverû ya Kurd Li Sûriyê re, û nirxandina erênî ji girêdana Kongirê yekirina helwesta Kurdî ku encamên Siyasî yên giring digel belgeya wê derbarê geşkirina karê Kurdî yê hevbeş û bicihanîna biryarên wê yên civakî û siyasî. Herweha, kongir giringî û rola Rêveberiya Xweser nirxand, û dît ku ji bo Sûrya bê, û ji bo geşepêdan û avkirinê, ew dikare bibe mînakek balkêş, û tekeziya parastina wê û destkeftiyên wê hate kirin.

Di warê Rêxistinî de:

Kongir, rewşa rêxistinî ya Partiyê li hundir û derveyî welêt kûr gotûbêj kir, giyanê hevaltî û nirxên xebata hevbeş di nav hevalan de bi rêzgirtin nirxand û tekez li ser girêdana bi axa welêt ve kir, ji ber ku girêdana bi axa welêt ve, yek ji kartêkerên sereke ye bo berdewamiya xebatê û rewaûna wê ye.

Ji hêleke din ve, kongir biryar bi rastkirina qelsî û şaşiyên rêxistinî wergirt, ewên ku ji ber gelek sedeman cih girtibûn, û bang li wan hevalên ku dev ji karê rêxistinî berdabûn û li malên xwe rûnişine kir, da ku ew li karê xwe yê rêxistinî vegerin û xebata xwe berdewam bikin.

Kongir, spas û rêzname ji hevalên Partiyê yên ku li deverên xwe yên dagirkirî (Çiyayê Kurmênc, Girê sipî û Serê Kaniyê) mane û bi dilsozî û cefakêşiyeke mezin beşdarî di weşandina raporên heftane de yên bi navê (Efrîn di bin dagirkirinê) kirine ku hejmara wan ta îro gihaye 326-an.

Ji ber kar û xebata Merseda Sûrî ya mafên mirov û rola wê ya mezin di belgekirin û belavkirina zêdegaviyên tund dijî mafên mirov li deverên Kurdî û seranserî Sûriyê, Kongir spasiyeke taybet jê re û ji rêveberê wê re şand.

Kongir, giranî da pêwistiya pêşvebirina ragihandina Partiyê û wergirtina mifahê ji pêşketina têknolojiyê.

Paşê, li gora tozika Partiyê, Sekretêr, Cîgirê Sekretêr û Komîteya Rêvebir hatin hilbijartin.  Û bi giyanekî bilind û berpirsiyar û rêzgirtin ji nirx û prensîbên partiyê re, soz hate dan ku ji bo Aştî, Azadî û Wekheviyê, her dê kar û xebat berdewam be!

22.07.2025. Z

                                                           Komîta Rêvebir ya

Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê

 

 

 

---------------------------------------------

Malpera Fermî: www.yek-dem.net , Êmail: [email protected]

 

 

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin