Civîna du rojî ya Rêxistina Hevkariya Îslamî ya Stenbolê tê lidarxistin

Civîna du rojî ya Rêxistina Hevkariya Îslamî ya Stenbolê tê lidarxistin

.

A+A-

Hate ragihandin ku li ser geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn Rêxistina Hevkariya Îslamî li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê dicive. Ji bo beşdarbûna civîna Wezîrên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Arakçî û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên gihîştin Stenbolê. Tê çaverêkirin ku di civînê de rewşa herêmê û têkiliyên navbera welatên endam bên gotûbêj kirin

Hêjayî gotinê ye, Arakçî piştî civîna xwe ya ligel wezîrên derve yên sê welatên Ewropayê (Almanya, Fransa, Brîtanya) ji bo beşdarbûna civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî gihîşt Stenbolê. Li gorî zanyariyan, biryar e Arakçî bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re jî bicive.

Ofîsa Wezîrê Derve yê Iraqê jî ragihand, Fuad Husên roja Înê gihîştiye Stenbolê û hat gotin ku wê Husên dê di civînê de tekezî li ser helwesta neguher a Iraqê bike, ku ew jî parastina aramiya herêmê, rêzgirtina li serweriya welatan û çareserkirina hemû pirsgirêkan bi 

Civîna Wezîrên Karên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî ku îro dest pê dike wê du rojan li Stenbolê berdewam bike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin