"Çil sal xebat di rêya azadîyê de”

"Çil sal xebat di rêya azadîyê de”

Bi minasebeta salvegera şehîdkirina birêz Ebdurrehman Qasimlo ji kitêba wî ”Çil Sal Xebat Di Rêya Azadîyê de”

A+A-

Me xwest bi minasebeta salvegera şehîdkirina birêz Ebdurrehman Qasimlo em ji kitêba wî ”Çil Sal Xebat Di Rêya Azadîyê de” sernivîsekê pêşkêşî xwendevanên ”Rûpela Nû” bikin.

Zîya Avci

 

KAR Ü BARÊN KOMARÊ

Komara Kurdistanê, hemî li ser hev 11 meh jiya û em bi awayekî zelaltir bêjin, temenê wê 330 roj bû. 330 roj di dîrokê de demeke gelek kêm e û tu desthilateke siyasî di muddetê 11 mehan de xwediyê wê taqetê nîne ku programa xwe yan beşeke girîng jê wê bi cih bike. Lê dibê bi îftîxarî bê gotin ku ew karên Komara Kurdistanê di muddetê van 11 mehan de pêk anîn, gelek kirinên girîng û dîrokî bûn. Gelek ji wan daxwaz û hêviyên kevin ên gelê Kurdistanê bûn, ku cara yekê di jiyana neteweyê kurd de hatin meydanê. Zimanê kurdî bû zimanê resmî, gelek rojname û kovar bi zimanê kurdî hatin weşandin. Hejmara yekê ya rojnameya Kurdistanê (belavkera bîr û raya Partiya Demokrat a Kurdistanê) di roja 20ê befranbara sala 1324 (10ê kanûna paşî ya sala 1946ê z.)an de derket, ku hemî li ser hev 113 hejmar jê hat waşandin. Kovara Kurdistanê weşaneke siyasî, edebî û gelemperî bû. Hawarî Kurd, kovareke siyasî  û Hawarî Niştiman jî, ku organa Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurdistanê bû, xwe kovareke edebî-siyasî û civakî dihesiband. Helale, kovareke edebî bû û li Bûkan derdiket û Girûgalî Mendalanî Kurd jî li Mahabadê ji aliyê karkerên çapxaneya Kurdistanê ve dihatin weşandin. Her wiha di dawiya temenê Komara Kurdistanê de hinek kitêb û weşanên din hatine weşandin û hewil hatiye dayîn ku ji xwendevanên dibistanan re kitêbên dersê bên amade û çapkirin.

Bi rastî jî xebat û têkoşîna van 11 mehan a di warê pêşxistina zimanê kurdî û ber bi pêş ve birina kultura kurdî de şoreşek bûye. Di muddetê van 11 mehan de ewqas nivîs û kitêb bi zimanê kurdî hatine çapkirin û weşandin, ku hinek ciyên din ên Kurdistanê bi çendîn salan bû xwediyê ew çend îmkanan bûn, evqas nehatibûn weşandin.

Ji bo pêşvebirina kultura kurdî, cara yekê tiyatroya kurdî jî hat damezirandin; tiyatro xwediyê ciyekî girîng bû, çunkî xelkê nexwenda ji tiyatroyê fehm dikir, lê di halekî wisan de bûn ku nedikarîn weşanan bixwînin. Bi taybetî eger em bala xwe bidinê, ku sedî 90 ji xelkê wê çaxê nexwenda bûn, vêca di rewşeke wiha de girîngiya tiyatroya kurdî baştir tê dîtin.

Yek ji wan destkevtiyên girîng ên Komara Kurdistanê jî ew bû, ku cara yekê jinên kurd bi resmî û eşkere daketin meydana xebatê. Ji bo zêdetir rakêşana bala jinan, Pîşewa Qazî Mihemmed jin û keça xwe han dida ku beşdarê jiyana siyasî û civakî bibin û ji jinên din re bibin nimûne. Di roja 24ê reşemeya sala 1324 (14yê adara sala 1946ê z)an de Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistanê hat damezirandin û roj bi roj têkoşîna wan zêdetir ber bi pêş ve diçû. Lê, diyar e wî wextî jinên serbest, kêrhatî û têgihiştî û bi taybetî xwenda gelek kêm bûn û di muddeteke kurt de îmkan tunebû ku xebata jinan li hemî navçeyên Kurdistanê ber bi pêş ve biçe.

Bêguman yek ji wan deskevtiyên herî mezin ên Komara Kurdistanê damezirandina Leşkerê Millî bû ku bi navê Hêza Pêşmerge hat bi nav kirin.

Damezirandina Leşkerê Millî beşeke ji programa Partiya Demokrat bû. Tê de hatibû gotin ku meşandina kar û barên Kurdistanê divê di destê gelê kurd de be. Hêza Pêşmerge yan bi gotineke din Leşkerê Millî gelek zû ber bi pêş ve çû û bi hezaran kes bûn pêşmerge û ji bo parastina Komara Kurdistanê çek hilgirtin. Hinek ji zabitên leşkerê Iraqê jî ku hatibûn Kurdistana Îranê, bi awayekî çalakane beşdarî Leşkerê Millî bûn.

Lê hê usûleke bi rêk û pêkî yan bi gotina îro programeke temam ji Heza Pêşmerge (Leşkerê Millî) re nehatibû danîn û bêyî ceribandî yan perwerde gelek kes dibûn zabit û du-sê dereceyan (rutbeyan) werdigirtin, an jî bêyî ku di pêşiyê de pêşmerge bin an karekî wan ê bi wî awayî berçav hebe, di nav Leşkerê Millî de xwediyê tecrubeyek bin, ciyekî diyar digirtin. Heta reqabete gelek ne di cî di navbera serokên eşîretan de pêk hatibû û li ba her serokeşîretekî wisan bû ku, çi kesî çiqas zêde sitêrkek li ser milan be qedir û hurmeta wî bilindtir dibe.

Wek nimûne, ev çar kesên han bûn general: Mihemmed Huseyîn Seyfî Qazî, ‘Emer Xanê Şikakî, Heme Reşîd Xanê Baneyî û Mele Mustefayê Barzanî. Bi ber vê re, yekî wekî Zêro Behadûrî, ku serokê eşîreteke biçûk bû û nexwenda jî bû, ji xwe bi xwe re rutbeya mareşaliyê dabû û bi navê Mareşal Zêro dihat bangkirin. Ev herdu nimûneyên han bi cihêbûna usûla disîplîna pêşmergayetî di nav Leşkerê Millî de didin nîşan. Lê li gel vê jî damezirandina Leşkerê Millî yek ji wan şanaziyên (îftîxar) Komara Kurdistanê ye. Yek ji wan destkevtiyên girîng ên Komara Kurdistanê jî, ji bo ku şûnewarekî artêşa kevneperest a şahînşahî nemabû, teşkîlata polîs û cendirman hilweşiya bûn, di ciyê wan de Hêza Pêşmerge hatibû danîn.

Rewşa aborî ya ew navçeya ku Komara Kurdistanê tê de hatibû damezirandin, guherî û ber bi başbûnê ve çû. Ev, yek ji wan nîşanan bû ku Komara Kurdistanê dest bi bazirganiya raste rast a bi Yekîtiya Sovyetê re kir û bi taybetî firotina tutunê ji Yekîtiya Sovyetê re geşeyeke taybetî dabû bazirganiyê û riya ji bo baştirbûna rewşa aboriyê xweş kiribû. Baştirbûna rewşa aborî ya vê navçeyê ciyê balkêşiyê ye, çunkî wî wextî li hinek beşên Îranê heta li başûrê Kurdistanê jî feqîrtiyeke gelek vekirî li ber çav bû û gelek car xelk tenê ji ber birçîbûnê dimirin.

Temînkirina asayîş û emniyeta xelkê serkevtineke ber bi çav a Komara Kurdistanê bû. Di demeke wisan de ku bi hezaran kes çekdar bû, di muddetê 11 mehan de tenê yek kes hat kuştin. Dizî qet nemabû. Bertîlxwarin, ku zemanê Riza Şah de bûyereke gelek belav bû, tawaneke mezin dihat hesêbkirin.

Bêguman destkevtiya herî mezin a gelê kurd di Komara Kurdistanê de ew bû ku cara yekê neteweyê kurd qedera xwe girt destê xwe û azadî tam kir. Ne fermana dewleta merkezî mabû ku îta‘eta wê bike û ne zor û zulma arteş û ne jî zordestiya polîs û cendirmeyan. Wê çaxê gelê kurd di Kurdistana Îranê de hîs dikir ku bi xwe di welatê xwe de xwediyê desthilatdariyê ye û di welatê xwe de ye ne biyanî ye, qedera xwe bi xwe tayîn dike. Bi kurtî gelê kurd azad bû.

Gelek, ku bi sedan sal bindest nebûba, zordestiya çend dewletan tam nekiriba û hemî wextê xwe di welatê xwe de, xwe hepiskirî hîs nekiriba, nikarîbû qedrê wê azadiyê bizanibe ku di Komara Kurdistanê de bi destê gelê kurd ketibû. Gelê kurd ne tenê bindest bû, çekên wî li milan bû û piştî bi sedsalan şexsiyeteke însanî ya temam bi dest xistibû. Cara yekê êdî ne hevniştimanekî sinifa duduyan bû, xwe ji tu neteweyekî din kêmtir nedidît, dilê wî bi wî û bi hêza wî razî bû.

Lê li gel vê jî, Kurdistana serkevtî pozbilind nebû. Rêvebirên Komara Kurdistanê û Partiya Demokrat gelek baş dizanîn ku ji bo bindestkirina kevneperestiyê û ji bo berxwedana li hemberî emperyalîzmê, pêwîste bi hêzên demokrat ên seranserê Îranê re hereket bikin, bi wan re bibin hevpeyman û eniyeke yekgirtî pêk bînin. Her ji ber vê bû ku Partiya Demokrat bi Firqeya Demokrat a Azerbaycanê, Partiya TUDEHê ya Îranê û her wiha Partiya Îranê, Partiya Sosyalîst û Partiya Çengel ku li bakûrê Îranê hatibû damezirandin, eniyeke hevgirtî û pêşketî pêk anîbû. Mebesta Partiya Demokrat a ketina nava vê eniyê,  îspata wê bû ku tevgera demokrat a Kurdistanê bi yekîtiya tevgera pêşkevtinxwazî ya seranserê Îranê re dikare bi serkeve. Partiya Demokrat bi vî karî hem dixwest nîşan bide ku têkoşîna wê di çarçeveya sînorên Îranê de ye û hem jî maddeya heştan a programa xwe bi cih bike, ku ew jî li seranserê Îranê bi destxistina demokrasiyê bû. Bi vî awayî beşeke Kurdistana Îranê, ku hemî dam û dezgahên dewleta merkezî yên kevneperest tê de ji meydanê rabûbûn û tevgereke demokratîk û pêşkevtî bi awayekî bê emsal ber bi pêş ve çûbû, li seranserê Îranê bû yek ji wan bingehên demokrasiyê û rêz û hurmeta hemî azadîxwazên Îranê ber bi xwe ve kêşa. Her wiha Kurdistana Îranê bû ciyê hêviya azadîxwazên hemî beşên Kurdistanê yên din. Nûnerên rêxistinên kurdan û her wiha şexsiyetên gelek bilind ên Kurdistana Tirkiyê, Suriyê û Iraqê hêdî hêdî ji bo serîlêdanê dihatin Mahabadê. Bajarê Mahabadê bûbû ciyê hêviyan û qiblegeha azadîxwazên kurd.

Hemî kurdên welatparêz û pêşkevtî bi can û dil dixwestin ku tecrûbeya Komara Kurdistanê ya li Mahabadê bi serkeve. Ji ber ku dizanîn ku ronahiya Mahabadê asîmanê tarî yê hemî perçeyên Kurdistanê dê di rojên dahatî de ronî bike. Bersîva wan ya ji nûnerên kurdên Tirkiyê re, ku piştî damezirandina Komara Kurdistanê hatibûn Mahabadê, bi vî awayî bû: “Ronahiya li vir, dê di rojên dahatî de tîrêjên xwe bi de we jî”.

Beriya ku Komara Kurdistanê pêk bê, Barzaniyan koçê Kurdistana Îranê kirin. Ew, di bin rêvebiriya serokê siyasî Mele Mustefa Barzanî û serokê dînî Şêx Ehmedê Barzanî de, ku ji destê zulm û zora rejîma kevneperest a Nurî Seîd ji Iraqê derketibûn, roja 19yê rezbera 1324 (11yê çirya pêşî ya sala 1945ê z.)an hatin navçeya Şinoyê. Hejmara mirovên çekdar ên bi wan re digihîşt du hezar kesan û zarokên xwe jî bi xwe re anîbûn. Hinek mamosteyên dibistanan, memur û her wiha duwanzdeh zabitên leşkerê Iraqê yên kurd jî bi wan re bûn.

Li gor usûl û siyaseta Partiya Demokrat a Kurdistanê, gelek bi germî pêşwazî li wan hat kirin û li gor îmkanên wî wextî, li hinek navçeyên Kurdistanê, bi taybetî li navçeya Nexedeyê bûn pêşmergeyên Leşkerê Millî. Pişt re jî ji Mele Mustefa Barzanî re rutbeya generaliyê hat dayîn û ew kirin serfermanderê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê. Hatina Barzaniyan û têkelbûna wan bi vî awayî nava Komara Kurdistanê, vê rastiyê derxist meydanê, ku Komara Kurdistanê birastî sembola hevkarî, hevderdî û heta yekîtiya hemî neteweyê kurd bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin