Çemçemal dê kengî bibe Venedîk?

Çemçemal dê kengî bibe Venedîk?

.

A+A-

Sîrwan Rehîm

Min hewl da vê nivîsa xwe di şêwazê çîrokeke îronîk (bi tinaz) de binivîsim, lewra eger di vegotina xemeke mezin de, piçek henek tê de nebe mirov ji ber giraniya xeman nikare li ber xwe bide.

Nêzîkî pêncî salî ye bajarê Çemçemalê ji ber bêaviyê dinale. Heta sala 1975an, Çemçemal bajarekî biçûk bû, hejmara niştecihên wî gelekî kêm bû. Çend bîrên avê li Banî Meqanê hebûn (niha jî hene) û ava bajêr bi temamî dabîn dikir.

Rejîma Beasê wekî desthilateke têkder, ji sala 1975an û pê de ji bo guhertina demografyaya Kurdistanê, dema ku gundên ser sînor wêran kirin, komelgehên niştecihbûnê yên modern ava kirin. Çemçemal yek ji wan bajaran bû ku ji nişka ve çend caran mezin bû. Ji wê rojê ve pirsgirêka avê derket holê, ji ber ku ne mumkin bû bi heman çend bîrên Banî Meqanê av ji bo bajarekî ku ji nişka ve werimiye (mezin bûye), were dabînkirin.

Sala 1987an jî dema ku li Çemçemalê Bajarê Şoreşê hate avakirin, niştecihên bi sedan gundên herêmê li wir hatin bicihkirin. Ji nîveka salên heftêyî ve, êdî hatina avê bû bi dorê. Hefte hebûn ku carekê yan du caran av dihat.

Hevalên me, em hemû dizanin ku di hefteyê de, nemaze bi şev dema av dihat, diviyabû yekî parêzvanî bikira û me ava têra çend rojan biparasta. Ji wê rojê ve çanda komkirina avê jî dest pê kir û diviyabû çendîn tanker di malan de hebûna.

Desthilatdarên Beasê çendîn caran soza çareseriyê da û çareser nekirin, wê demê şerkirin şêrekî xofdar bû, para şêr a pereyên dewletê ji bo şer û têkdanê diçû.

Salên notî dema ku ez ne li Kurdistanê bûm, piştî ku derfeta pêwendiya bi telefonê bi Kurdistanê re dest pê kir, carinan me telefonî çend hevalên xweşpeyv dikir, digotin, “Telefona we bi xêr be, bi piranî dema hûn telefon dikin, ava me jî tê.”

Ji dawiya salên heftêyî heta dawiya heştêyî (sedsala bîstan), hemû kesên ku xwe ji bo Encumena Niştimanî ya Îraqê û Encumena Yasadanînê ya Herêma Otonom (serdema Beasê) berbijêr dikirin, bê îstîsna soza çareserkirina kêmaviya Çemçemalê dabû.

Wan hemû kesan derewên eşkere kirin lê ava şêlû jî dabîn nekirin. Di nav hemûyan de, sala 1979an yek ji wan berbijêran ku paşê bi ser ket û bû endamê Encumena Niştimanî ya Îraqê, dereweke gelekî awarte, tijî fantazya û pir kêmpeyda kir. Tê gotin ku her ji ber wê derewê jî wî endametî bi dest xistiye.

Li dibistana seretayî ya Exterê (niha jî dibistan bi heman navî û bi şêwazê wê demê heye), mêrik ji bo beşeke berbiçav a şêniyên Çemçemalê axivî. Ez û hevalekî xwe yê hevtemen jî çûn. Diyar e em pir zaro bûn lê zarokên vê civaka me zûzûka bi cîhana mezinan re dibin nas.

Mêrik pir axivî, gelek soz dan, digot, dema ez wekî nûnerê we biçim Bexdayê, dê guherîneke mezin bi ser jiyana we de bê. Paşê got, da ku tiştekî ji bîr nekim; ji bilî tiştên ku ez dê ji bo we bikim, hûn çî din dixwazin?

Çend kesan di nav xelkê de got, em tiştekî naxwazin, tenê pirsgirêka kêmasiya avê ji bo me çareser bike. Mêrik got, Çawa? Qey pirsgirêka we ya avê heye? Gotin erê, carinan hefteyê carekê yan deh rojan carekê ava me tê.

Min nebihîst ku mêrik bibêje (her yek qeyîkekê peyda bike, goya qala qeyîkan jî kiriye), paşê gotinek kir û xelk matmayî ma, got, ew qet ne pirsgirêk e, ez bi şerefa xwe sond dixwim û soz didim ku ez dê vî bajarî bikim Bunduqiye-Venedîk, hûn dizanin Bunduqiye li kû ye? Xelkê got na. Zilamekî bi temen li cem me rawestiyabû, got, Gelo hişê vî mêrikî li cih e yan gilegilê dike?

Mêrik got, Bunduqiye bajarekî li Îtalyayê ye, li wir jê re dibêjin; Vênîs, ji malekê bo maleke din bi qeyîkan çûn û hatin tê kirin, bajar di nav avê de ye. Çima na, bila ev Çemçemala me ya ezîz û kevnar, bajarê yekemîn berhema genim û ceh û warê dexlûdanê yê mirovahiyê, wisa lê bê. Çima wisa lê neyê? Bila wisa lê bê, çend caran ev gotin ducare kir!

Piştî bîst salan, dema di sala 1999an de cara yekem çûm Venedîkê/Vênîsê û min bajar dît, "rastgotina" wî mêrikî hat bîra min lê çi rastgotin?

Em li ser pira Rialtoyê bûn, xweşbextane hejmareke zêde ya mirovan li wir nebû di wê demê de. Hevalê min ê gerê xelkê Berna Swîsreyê bû, bi bişirîneke şîrîn got, bîranînên te bi Venedîkê re hene?

Siyasetmedarê navdar ê Alman Otto von Bismarck (1815-1898) gotiye, "Tu carî ew qas derew nayên kirin, wekî beriya hilbijartinan, di dema şer de û piştî nêçîrê."

Ev pirsgirêka hatina avê nêzî pêncî salî dibe û ji aliyê ti kesî ve nehatiye çareserkirin. De nizanim di bangeşeya dahatû de kî dikare rekora wî mêrikê ku dixwest Çemçemalê bike Venedîk, bişikîne?

Sala 1991ê serhildan ji bo Kurdên Başûr werçerxaneke dîrokî bû. Sala 1992an yekemîn hilbijartin ji bo yekemîn Parlamentoya Kurdistanê di bin sîwana Kurdan bi xwe de hat kirin.

Yek ji berbijêran di wê gera yekem a hilbijartinan de bi "coşeke nebîhîstî" qala Çemçemalê kiribû, gotibû, çi serbilindiyeke mezin e ku bajarekî wisa biçûk lê xwedî ew qas şehîd û Enfalkiriyan be, bi rastî cihê serbilindiya me ye.

Dema ku behsa bêaviya Çemçemalê ji wî berbijêrî re tê kirin û xelk bêhêvîbûna xwe jê re eşkere dikin, tê gotin ku wî gotiye, “Nabe û nakeve aqilan ku bajarekî wisa fedakar hefteyê rojekê ava wan bê, divê her roj ava wan bê, na, kengî bixwazin divê ava wan bê.”

Mêrik, dema li ser vê mijarê bi hêrs pir diaxive, dibêje, “Diyar e bajar bêxwedî ye û kesên dilsoz berê xwe nedanê.” Di dawiyê de jî gotiye, “Vê yekê ji min re bihêlin û xemê nexwin, ji vê yekê piştrast bin, ez dê wisa bikim ku bê pirsgirêk ava we bê.”

Di hatina her hilbijartinê de, berî her mijareke din, manşêta bangeşeyan li Çemçemalê mijara avê û hatina avê ye lê tenê di xeyalan de. Hilbijartin tên û diçin, sozên hatina avê tên û diçin, beşek ji berbijêran dibin parlamenter, jiyana xwe ya taybet misoger dikin lê heta niha pirsgirêka kêmaniya avê li Çemçemalê ne baştir lê xirabtir dibe.

Hilbijartin hatin û çûn, Çemçemal nebû Vênedîk, ne tenê çûn û hatin bi qeyîkan nehat kirin, tewr hatina avê jî her ku diçe kêmtir dibe.

Gelo Çemçemal "qêrîna bêhêvîbûna" xwe bibe bal kê?

Çavkanî: Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin