
Çekdanîn teslîmbûn e yan destpêka qonaxeke nû ye?
.
Bernameya vê carê ya Ligel Renc gotûbêjeke çir û piralî bû li ser paşeroja pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û çarenivîsa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), bi taybetî piştî ku PKKyê di kongreya xwe ya 12emîn de biryara xwefesixkirinê da.
Pêvajoya çareseriyê ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û çekdanîna gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) mijarên sereke yên bernameya Ligel Renc a Tora Medyayî ya Rûdawê ne.
Mêvanên ku her yek ji wan xwedî paşxane û nêrînên siyasî yên cuda bûn, ji gelek aliyan ve şiroveya pêşhatan kirin.
Mijara sereke ya bernameyê li dora pirseke bingehîn dizivirî, “Gelo gavên PKKyê yên ber bi çekdanînê ve, teslîmbûneke neçarî ye yan guherîneke stratejîk û destpêka qonaxeke nû ya têkoşîna siyasî ye?”
Mijarên sereke
Çekdanîn: Teslîmbûn an guherîna stratejiya têkoşînê?
Yek ji xalên sereke yên gotûbêjê şirovekirina wateya “çekdanînê” bû.
Nêrîn li ser vê mijarê dijberî hev bûn:
Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhilatî tekezî li ser wê yekê kir ku ji nêrîna PKK û Abdullah Ocalan ve, çekdanîn ne bi wateya “teslîmbûnê ye, guhertina şêwaza xebatê” û veguhastina pevçûnê ji qada leşkerî ber bi qada siyasî ve ye.
Rewşenbîr û siyasetmedar Mewlûd Bawemurad bi nêrîneke geşbîntir li gavê nihêrî û ragihand ku “çekdanîn amadehiya PKKyê ya ji bo aştiyê nîşan dide”.
Siyasetmedar û parlamenterê xula sêyem ê Parlamentoya Kurdistanê Ebdulselam Berwarî bi guman li mijarê nihêrî û amaje pê da ku “pêvajoya çekdanînê ji nîşandana çekdanînê cuda ye”.
Ebdulselam Berwarî di wê baweriyê de ye ku diviyabû çekdanîna rastî piştî rêkeftina dawî û wekî beşek ji bicihanîna wê bûya, ne ku tevgereke taktîkî ya pêşwext.
Berwarî bi gotineke Ocalan piştgirî da nêrîna xwe ku gotibû, “Pêwîstiya mayîna PKKyê nemaye.”
Dahatûya gerîlayan û cidiyeta dewleta Tirkiyeyê
Derbarê helwesta Tirkiyeyê û çarenivîsa gerîlayên li çiyayan, nêrînên cuda zêdetir zelal bûn:
Siyasetmedar Arêz Ebdullah amaje bi guherîneke dîrokî ya di nava dewleta Tirkiyeyê bi xwe de kir û got:
“Berê dewleta kûr li Tirkiyeyê li dijî pêvajoya aştiyê bû lê niha bi xwe bûye beşek ji pêvajoyê.”
Li hemberî vê, Ebdulselam Berwarî û Mewlûd Bawemurad rexne li kêmasiyên Tirkiyeyê girtin.
Ebdulselam Berwarî anî ziman, “Tirkiyeyê heta niha dest bi gavên pêvajoya aştiyê nekiriye.”
Her wiha Bawemurad jî zelal kir û got, “Tirkiyeyê ji bo vegera gerîlayan ti rêxweşkirin nekirine” û daxwaza derxistina “yasayeke lêborîna giştî” ji Parlamentoya Tirkiyeyê kir.
Ziryan Rojhilatî amaje bi dudiliya Erdogan kir û got, “Erdogan ji serkeftina pêvajoyê dudil e” û sedema vê jî bi hestyarî û nearamiya rewşa herêmê ve girê da.
Pirsgirêkên herêmî û bandora wan a li ser pêvajoyê
Gotûbêj ji çarçoveya navxwe ya Tirkiyeyê derket û behsa aliyên wê yên herêmî jî hat kirin:
Ziryan Rojhilatî hişyarî da ku “Rewşa herêmê lerzok e” û amaje bi metirsiya Tirkiyeyê ya ji îhtimala “êrişa Îsraîlê” kir û pêşbîniya çêbûna aloziyeke wekî ya di navbera Îran û Îsraîlê de kir.
Rojhilatî behsa rabirdûya PKKyê kir ku “beşeke Eniya Berxwedanê bûye” û 15 salan ji aliyê Sûriyeyê û 9 salan jî ji aliyê Îranê ve piştgirî lê hatiye kirin.
Ji vî alî ve, rûdanên dawî bi guherînan ve girê dan û got, “Armanckirina Silêmaniyê di van rojan de (amaje bi ketina çend dronan a li nêzîkî Taslûceyê ye) ne tesaduf e.”
Arêz Ebdullah di bersivê de sedema aloziyên di navbera Enqere û Silêmaniyê de vegerand ser wê yekê ku “Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê guh nedaye fermanên Enqereyê”.
Gelo dê pêvajo Pirsgirêka Kurdan çareser bike?
Yek ji dilgiraniyên sereke ew bû ku gelo pêvajo dê di dawiyê de mafên rewa yên Kurdan dabîn bike:
Ebdulselam Berwarî bi reşbînî da zanîn, “Ev pêvajo ne pêvajoya bidestxistina mafên Kurdan e.”
Bi baweriya Berwarî, “PKK wekî hincet dihat bikaranîn da ku mafên Kurdan neyên dayîn” û niha jî “Kurd dixwaze ji wê hincetê rizgar bibe” lê hişyarî da ku “zilma li Kurdan di qonaxa piştî PKKyê de jî dê bimîne”.
Mewlûd Bawemurad geşbîntir bû û di wê baweriyê de bû ku “Kurd di pêvajoya demokratîkbûnê de serkeftîtir in.”
Bawemurad tekez kir ku “daxwazên PKKyê ew qasî giran nînin ku bibin pirsgirêk ji bo aştiyê” û çareseriya dawî “bi parlamentoyê tê kirin, ne tenê bi hikûmetê” ku ev jî derfeteke baştir ji bo Kurdan çêdike.
Girîngiya pêvajoya aştiyê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê
Hemû mêvan li ser wê yekê hemfikir bûn ku aştiya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê bandoreke jiyanî û stratejîk li ser Îraq û Herêma Kurdistanê bike:
Arêz Ebdullah bi zelalî got, “Pêvajoya aştiyê ji bo Herêma Kurdistanê gelekî girîng e, çimkî şerê PKK û Tirkiyeyê zerereke mezin gihandiye herêmê.”
Her wiha dubare kir ku “Ti partî li Herêma Kurdistanê li dijî pêvajoya aştiyê nînin.”
Mewlûd Bawemurad ji aliyê aborî ve amaje pê kir ku “Bêyî aştiya di navbera Tirkiye û PKKyê de, Projeya Rêya Bipêşketinê ya li Îraqê bi ser nakeve” ku vê yekê girîngiya stratejîk a pêvajoyê ji bo tevahiya herêmê derxist pêş.
Kurt û Kurmanciya Ligel Renc
Bernameyê şiroveyeke piralî ji bo qonaxa nû ya pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêşkêş kir.
Gotûbêjan nîşan da ku nêrînên cuda û heta dijberî hev jî hene li ser niyet û cidiyeta aliyan (PKK û Tirkiye) û mekanîzmaya bicihanîna pêvajoyê.
Dema ku hinek alî bi geşbînî li gavan dinêrin û wan wekî destpêka qonaxeke nû ya siyasî dibînin, hinekên din bi guman li dahatûya mafên Kurdan dinêrin û di wê baweriyê de ne ku pêvajo zêdetir taktîkî ye.
Tevî vê yekê, hemû mêvan li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku serkeftina pêvajoya aştiyê dê bandoreke erênî û rasterast li ser aramî û bipêşketina aborî ya Îraq û Herêma Kurdistanê bike.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin