
Çavên Kurdên Êzidî yên li Ewropayê li vegerê ye: ‘Em bêriya miriyên xwe dikin’
.
Kurdên Êzidî yên Mêrdînê yên ku bi salan e li welatên Ewropayê ne, li benda wê yekê ne ku pêvajoya aştiyê bi serkeftî bi dawî bibe, aştiyeke mayînde pêk were û ew jî bi giştî ji Ewropayê vegerin gundên xwe.
Li herêma Mêrdînê 12 gundên Kurdên Êzidî piştî salên 80 û 90î bi giştî vala bûbûn û çûbûn Ewropayê.
Ev demek e beşek ji wan vedigerin gundên xwe û ji nû ve xaniyên xwe ava dikin.
Yek ji wan gundan jî Bacinê ye ku berê 180 mal lê hebûn û heta niha zêdetirî 50 xanî lê ji nû ve hatine avakirin.
Ew niha çûn û hatinê dikin lê dixwazin bi giştî vegerin û êdî neçin.
Ji ber wê jî ew bi dilgermî daxwaz û hêviya serkeftina pêvajoya aştiyê dikin da ku bi giştî vegerin û gundên xwe şên bikin.
Ev dengê tije hesret ku li gelî û newalên Torê belav dibe, ji gundê Êzidiyan Bacinê yê Midyada Mêrdînê, dengê Kurdê Êzidî Medenî Axirman e.
Piştî jiyana bi dehan salan a li penaberiya Ewropayê, bi arambûna rewşê re şêniyên Bacinê bi coş û kelecaneke mezin vegeriyane ser gundên xwe û bi hesreteke kûr, ji cihê mayî bêhna axa xwe hildimijin û ji nû ve gundê xwe ava dikin.
Ev stran jî berhem û bermahiyeke ji salên xerîbiya li Ewropayê ye.
Şêniyê gundê Bacinê Medenî Axirman got:
“Wextê em ji vir çûn em hîn zarok bûn.
Ez 15-16 salî bûm dema em çûn. Mirov çi qas dinyayê bibîne, çavên wî vedibin û ji der û dora xwe bêhtir haydar dibe.
Wê çaxê jî welatê mirov bêhtir pê şîrîn dibe. Welatê xelkê ji mirov re ti carî nabe welat.
Bila ti carî kes bi dinyayê dilê xwe xweş neke û nebêje ev welatê min e.”
Li seranserî Mêrdînê bi giştî 12 gundên Êzidiyan hebûn ku heta salên 80yî jî ew gund avadan bûn û Êzidiyên herêmê bi hemû rengên xwe yên resen jiyana xwe dimeşand.
Lê bi darbeya 12ê Îlonê û piştre jî bi aloziyên salên 90î re, wan hemûyan gundên xwe bi cih hişt û bûn penaberên Ewropayê.
“Em bêriya miriyên xwe dikin”
Şêniya gundê Bacinê Mecîde Atalanê jî anî ziman:
“Em bêriya miriyên xwe dikin. Cihê bav û kalên me ye. Em dixwazin salê carekê, du caran werin û gundê xwe bibînin.”
Şêniya gundê Bacinê Seyran Axirmanê da zanîn:
“Ez naxwazim cenazeyê min li wir jî veşêrin. Ez dixwazim min bînin vir, li welatê min, min veşêrin.
Ev der welatê me ye, axa me ye, ax jî şîrîn e.”
Li Bacinê heta niha zêdetirî 50 mal vegeriyane û xaniyên xwe ava kirine.
Çavê hemûyan jî li encama pêvajoya aştiyê ye. Ew dibêjin ku aştî were welat, ew dê bi giştî vegerin û ew qet naxwazin careke din, di xewna xwe de jî careke din çavên wan bi xerîbiyê bikeve.
Şêniyê gundê Bacinê Sewredîn Akan jî got:
“Em dixwazin ji îro pê ve jiyana me li vir derbas bibe. Zarokên me bila li vir jiyan bikin.
Em dixwazin li vir bigirîn, li vir bimirin. Jiyana me ev der e. Bav û kal û pêşiyên me li vir bûn.
Ji ber wê em dixwazin li vir jiyan bikin. Îcar niha çavê me li vê pêvajoya aştiyê ye.
Em jî gelek dua dikin ku ev aştî pêş bikeve, bi ser bikeve ku em jî hemû wek bira bin û bi biratî li vir jiyan bikin.”
Şêniya gundê Bacinê Nûrê Axirman anî ziman:
“Rebiyo Xwedayo ez qurbana te me ku aştî bikeve dinyayê hemûyî û bikeve welatê bavê me jî û em hemû vegerin ser axa bav û bapîrên xwe û hemû keç û kurên bavan bi gundê xwe şa bibin û gundê bavê min jî.”
Niha li herêma Torê payîz li ber hatinê, havîn jî li ber xatirxwestinê ye.
Çavên hemû Êzidiyan jî li şopa bav û kalên wan û li benda aştiyê û vegera bi giştî ye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin