Cara ewil derziyeke Koronayê bi rêjeya %90 bandora xwe îsbat kir

Cara ewil derziyeke Koronayê bi rêjeya %90 bandora xwe îsbat kir

.

A+A-

Yekem derziya koronayê hat eşkerekirin ku li gor zanyariyên destpêkê, dikare ji sedî 90 bandorê li başbûna nexweşan bike.

Kompaniya Pfizer ku bi kompaniya BioNTech re, ev dermanê koronayê berhem anîne, diyar dike: “Îro ji bo zanist û mirovahiyê rojeke mezin e.”

Ev vaksîn li şeş welatan li ser 43 hezar û 500 kesan hatiye ceribandin .

Plana her du kompaniyên Pfizer û BioNTech ew e ku destûra bilez a berhemanînê bixwazin, da ku heta dawiya vê mehê vaksîn amade be.

Zêdetirî 10 vaksîn li seranserê cîhanê di qonaxa dawîya ceribandinê de ne, ku bi qonaxa sêyem tê nasîn, lê ev yekem vaksîn e ku encamên wê hat eşkerekirin.

Ceribandina vî dermanî li welatên Amerîka, Almanya, Brezîlya, Arjantîn, Efrîqaya Başûr û Tirkiyê hatine kirin û derketiye holê ku %90ê beşdaran, piştî heft rojan ji wergirtina dosa duyem, laşê wan berevanî peyda kiriye.

Kompaniya Pfizer di wê baweriyê de ye ku heta dawiya îsal, dikarin 50 milyon derzî amade bikin û heta dawiya sala 2021ê jî, 1.3 milyar derzî amade bibin

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin