Bodo Ramelow: Federalîzm ji bo Sûriyeyê modeleke guncav e û ne cudaxwazî ye

Bodo Ramelow: Federalîzm ji bo Sûriyeyê modeleke guncav e û ne cudaxwazî ye

.

A+A-

Rojhilata Navîn di yek ji qonaxên xwe yên herî hestiyar û aloz ên dîroka xwe re derbas dibe. Li aliyekî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, li aliyê din nakokiyên kûr ên li ser rejîma Îranê û hebûna hêzên navneteweteyî, rewşê bêtir tevlîhev kiriye.

Di vê navberê de, rola welatên Ewropayê, bi taybetî ya Almanyayê, ji bo parastina aştiyê û piştgirîkirina modelên demokratîk ên mîna Rêveberiya Xweser, bûye cihê nîqaşê.

Ji bo ronîkirina van pêşhatan, me hevpeyvînek ligel siyasetmedarê xwedî ezmûn, Cîgirê Serokê Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) û Serokwezîrê berê yê eyaleta Thüringenê Bodo Ramelow pêk anî. Ramelow ku di dîroka xwe ya siyasî de her tim piştgiriya dozên mafên mirovan û xweseriya herêmî kiriye, di vê hevpeyvînê de balê dikişîne ser girîngiya sîstema federalîzmê ji bo pêşeroja Sûriyeyê û helwesta Ewropayê ya li hemberî êrişên ser herêmê.

Rûdaw: Birêz Bodo Ramelow, spas ji bo vê derfetê. Îro we pêşwazî li şandeyeke Rojavayê Kurdistanê kir. Ev civîn ji bo we çi qasî girîng bû?

Bodo Ramelow: Pêşwazîkirina nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo min her tim giring e. Di wan 10 salên ku min wekî Serokwezîrê Eyaleta Thuringia kar dikir, min her hewl da ku bi wan re hevdîtinê bikim. Niha jî wek Cîgirê Serokê Bûndesratê (Encûmena Federal a Almanyayê), min xwest derfetê bidim fraksiyonên din ên parlamentoyê jî da ku guh bidin wan. Ev hevdîtin ji bo me wek parlamenterên Bundestagê girîng e, çimkî divê em rewşa Sûriyeyê, bandora wê ya li ser Îranê û herêmê bi zelalî nîqaş bikin. Li Rojavayê Kurdistanê li Kobaniyê û li Efrînê formên nû yên pêkvejiyanê hene ku hêjayî parastinê ne.

Rûdaw: Êrişên li ser Kobaniyê berdewam dikin. Almanya û welatên Ewropayê di vê rewşê de dikarin çi rola xwe bilîzin?

Bodo Ramelow: Ez li ser navê parlamenterên hevalên xwe diaxivim. Em her tim li kêleka Kobaniyê û xelkê Rojavayê Kurdistanê ne. Nabe mirov Rêveberiya Xweser bi tenê bihêle. Cihê mixabiniyê ye eger hikûmeta federal a Almanyayê vê yekê piştguh bike. Divê ew daxwaz bikin ku nûneratiyên herêmî bên parastin, mafên kêmîneyan û pirrengiya baweriyan bên misogerkirin.

Rûdaw: We qala sîstema federal a Almanyayê kir wekî modeleke guncav ji bo Sûriyeyê. Gelo ev yek bêyî piştgiriya navneteweyî pêkan e?

Bodo Ramelow: Federalîzm bersiveke girîng e ji bo ewlekariya welatekî. Piştî sala 1945an Almanya bû dewleteke federal û ev yek em qels nekirin, berevajî, me hişt em di nava cihêrengiyê de yekîtiyê biparêzin. Li Sûriyeyê jî pêwîst nake yekîtî bê têkbirin, belkî pêwîstî bi "yekîtiya di nava cihêrengiyê de" heye. Ev yek bi piştgiriya navneteweyî pêkan e lê divê dewletên Ewropayê dev ji refleksên kevn ên kolonyalîst berdin û bi hevalbendên xwe yên herêmê re wekî hevkarên serbixwe tevbigerin.

Rûdaw: Rewşa Rojhilata Navîn gelek hestyar e. Almanya çawa dikare di vê rewşê de piştgiriya Herêma Kurdistanê bike?

Bodo Ramelow: Artêşa Tirkiyeyê ya ku hevkara me ya NATOyê ye, êrişî wê herêmê dike û ev bi ti awayî nayê qebûlkirin. Her wiha rejîma Îranê jî rejîmeke kujer e lê gelo bi êrişa serbazî mirov dikare demokrasiyê bîne? Dîrokê nîşan daye ku na. Pêwîst e em şerxwazan rawestînin. Ez hêvîdar im hikûmeta me (Almanya) ne bi bêdengiyeke nîvçê, belkî bi gotinên zelal li hember van êrişan bisekine.

Rûdaw: Bi dîtina we, pêwîst e Ewropa di vê rewşa niha ya Rojhilata Navîn de çi rolekê bilîze?

Bodo Ramelow: Divê Ewropa xwedî roleke bihêz be û dev ji refleksên kevn ên kolonyalîst berde. Em ne li wir in ku parçekî ji çavkaniyan wergirin, em li wir in da ku hevkariyeke rastîn bikin. Ez bi rêzeke mezin nêzîkî parêzvanên xweser ên li Rojava û Kobaniyê dibim; ew ne tenê ji bo azadiya xwe, ji bo wêneyekî din ê pêkvejiyana mirovan şer dikin.

Rûdaw: 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin