Îranê hişyarî da Herêma Kurdistanê

Îranê hişyarî da Herêma Kurdistanê

.

A+A-

Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Hêzên Çekdar ên Îranê Îbrahîm Zulfiqarî hişyariyeke tund da berpirsên Herêma Kurdistanê.

Îbrahîm Zulfiqarî diyar kir ku ew dê bi tundî bersiva her cure hevkariyê ji bo bicihkirina hêzên "neyar" ên li ser sînorên Îranê bidin.

Berdevkê Baregeha Xatemul Enbiyayê Îbrahîm Zulfiqarî ragihand ku "zanyariyên temam" ên hêzên wan ên çekdar li ser sînoran hene û hemû liv û tevger di bin çavdêriyê de ne.

"Em hişyariyê didin"

Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê di beşeke daxuyaniya xwe de peyamek da berpirsên Herêma Kurdistanê kir û got:

"Em hişyariyê didin berpirsên Herêma Kurdistanê; em dê wekî hêzên çekdar ên Komara Îslamî bi tundî rûbirûyî her cure gav yan hevkariya ji bo bicihkirina hêzên dijmin li ser sînorên Îranê bibin."

"Dê bi tundî were armanckirin"

Îbrahîm Zulfiqarî diyar kir ku ew rêzê li serweriya welatên herêmê digirin û pê de çû:

"Lê belê her cihekî ku Amerîka û Îsraîl ji wir çalakî yan gavên leşkerî li dijî Komara Îslamî ya Îranê pêk bînin, dê bi tundî were armanckirin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin