
Dijîterora Kurdistanê: 4 dronên bombekirî li asmanê Hewlêrê hatin xistin
.
Îşev Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li asmanê Hewlêrê 4 dronên bombekirî xistin xwarê.
Parêzgarê Hewlêrê diyar kir ku parçeyên dronan li nêzîkî Rotana Arjaan Otelê ketine û ti ziyana canî çênebûye.
Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, saet 22:41ê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî 4 dronên bombekirî li asmanê Hewlêrê xistin û pûç kirin.
Dijîterorê diyar kir ku li gorî zanyariyan, parçeyên yek ji wan dronan li qadeke vala ya nêzîkî hoteleke bajêr ketiye û di encamê de ti ziyana canî çênebûye.
Umêd Xoşnaw, berî daxuyaniya Dijîterora ji Rûdawê re ragihandibû ku dronek li nêzîkî otêlên Rotana Arjaan û Sky Towerê ketiye xwarê û teqez kiribû ku drona navborî berî bigihîje armanca xwe hatiye pûçkirin.
Ev êriş tenê çend saetan piştî hişyariya ewlehiyê ya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hat kirin.
Balyozxaneyê hişyarî dabû ku dibe "mîlîsên çekdar" wan otêlên li Kurdistanê yên ku biyanî diçinê wan bikin armanc.
Balyozxaneya Amerîkayê ji hevwelatiyên xwe daxwaz kiribû ku li hember bûyerên neçaverêkirî amade bin û tedbîrên xwe yên ewlehiyê zêde bikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin