Bi mûşekan êrişî Balafirgeha Bexdayê hat kirin

Bi mûşekan êrişî Balafirgeha Bexdayê hat kirin

.

A+A-

 Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê ragihand ku ji rojavayê Bexdayê çend mûşek avêtine Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê.

Hat diyarkirin ku mûşek li herêmeke çolê ketine xwarê û hêzên ewlehiyê dest daniye ser wê otomobîla ku mûşek jê hatine avêtin.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Îraqê di daxuyaniyekê de got:

"Îşev saet 20:20î, ji nav otomobîleke cureyê Kia li navçeya Ebû Xurêbê ua li rojavayê Bexdayê çend mûşek avêtine Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê hatin avêtin."

"Ti ziyan çênebûne"

Li gorî daxuyaniyê, mûşek li herêmeke çolê û dûrî balafirgehê ketine xwarê.

Hat tekezîkirin ku ji ber vê yekê "ti ziyanên canî û madî çênebûne."

Mûşek hatin pûçkirin

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê amaje bi wê yekê jî kir ku hêzên ewlehiyê di "operasyoneke lezgîn" de karîne dest deynin ser otomobîlê.

Hat ragihandin ku berî werin teqandin hêj çend mûşek di nav otomobîlê de mabûn û piştre ji aliyê tîmên teknîkî ve ew mûşek hatine pûçkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku aliyên ewlehiyê dest bi lêkolîneke bilez kirine da ku kujeran bibînin û zanyariyên hûrgilî dê paşê bên belavkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin