Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

BITRîTÎ  JI  GAYÊ  COT'RE NAMÊNÊ

A+A-

Nuri Aldur  

Ev gotina pêşîyên me yî ku li mentîqa Torê (Midyad û gundên wê) têt gotin ji bo rewşa dewleta Îranê, ya îroj, di cîhê xwe de ye û rasta. Helbet dewletên din yên dîktator û Îran; di zilm, haqsizî û barbarîya xwe yî bi hemî awayan ve (politikî, ekonomî, bîr û bawerî...) dibine pispor û eve pisportîya wan, ewan dikê mîna ejdehan, hûtên heftserî û wahşên bê hiş/bê aqil/bê xîret û ne merovatîyê.

Îran di van salên dawîde bi sedan û belkî jî bi hezaran (hemî sûc û pîsîtîyên rejîma paşketî û gammar bi dizîne/hişkere nabin) xort û kesên navser idam kirin, di zîndanên wan de hertim kes dirizin û dimirin. Ji bo gelek kesan/hemwelatîyan,welat kirine dojeh/cehenem. Rejîm gelên li Îran (mîna kurd, belûc ûhw.) her qetl dike,bi şexsîyetan/şerefan van gelan dileyîzê. Bê şerm û fedî pesnê xwe didin ku ewan dewletin û xwedî kevnedîrokin.

Erê rasta Îran dewlete û xwedî mêjûyekî kevne, lê vê rejîmê welat û welatî bi xwîn, hêstir, keder û darê zorê fetisand û kes û kûs kerr û lal, saqet û birîndar hiştin. Van melayên dijminên gelê kurd, serokên kurdan yên mîna Kasemlû, Şerefkendî û gelekedin li Awrûpa kûştin/terorkirin.

Lê ew zeka anjî  zihnîyeta mantiqî bi wan mêjîgenîyanre tûneye ku ewan dikevina wê bawerîyê ku ewê mîna hz.Elîyan û Welîyan li gelan zilma xwe her berdewam bikin. Top û bombên ku niha li wan kûjeran bixwe dikevin wan pirr ditirsênê.Bere bêt zanîn ku "her dînsizekî  îmansizekî wî heye". Eve şer û proje hemwelatîyan hêvîdardikê ku xweşîyê, hûzûrê, demokrasîyê bo wan pêşkêş bikêye. Helbet wê gel hesabê zilm û zordarîya wan ji wan bipirsê. Xweşe ku rejîmên pîs li Rojhelatî navîn herin û formekî demokrasîyê werê.                  

Bijî demokrasî. Jin, jîyan, azadî.                                        

* Ezê mehên temûz û tabaxê ne nivîsim, ku hingî betlana/tatîla mine. Havîneke xweş bo we xwendevanên Rûpela nû.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin