Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!

A+A-

"Derb Dihatin Ser Hêla Me Ya Kurdewarî!"

Di malpera VêngMa.Net de, nivîsek li ser navê Vera Koyî, bi sernivîsa "Jinên Di Sêgoşa Bermûda de"  ket destê min. Vera Koyî, li ser jiyana serê çîyê, rewşa jinên çîyê, ciwanên Kurd û popelîzma gerîla û mafê jinê, destnivîsek jinek gerîla dîyarî dike ku dilê mirovan daxdide.

Ev jin, ev ciwan, bi kêf, hêvî û ewîna Kurdistan, derdiketin serê çîyan. Hêla wan a Kurd û Kurdistanî derb xwar. Hêvîyên wan li wan zinaran birîndar bûn. Çi bû ku ew heyecan, hêvî û ewînên wan ciwanên kurdan jihevperçe perçe bûn, ku destê xwe dirêjî mirinê dikirin û mirin dibû rizgarîya wan?

Vera Koyî, di destpêka nivîsê de behsa popelîzma çûna serê çîyê dike û dîbêje: „Li ser jiyana serê çîyê pir tişt hatin gotin, hatin nivîsandin. Ji bona her Kurd î, derketina serê çîyê wek tenêrêyek hilbijêr derxistibûn ber wan. Bi gelemperî jî ji bona jinê derketina serê çîyê, kiribûn wateyek taybet û wek pêkerek ji dînamîzma guhertina civakî dinirxandin“ û li ser jina serê çîyê jî dibêje; „mixabin, ewên ku girîngî didan tevgera jina azadîxwaz, ew jina ku li serê çîyê raserî karesat, zor û zahmetîyên xerab dibûn, bêdengîya wan û ker û lalbûna wan nayê fêhm kirin!“(!) Gelo çima?

Vera Koyî, ji notên rojnivîs yên jinik serê çîyê, ku îro wendaye, nivîsa xwe didomîne. Belgeyek ku awaz bi awaz ji pêsîrên wan berqef û zinaran têt berhevkirin û li me vedigere, dilê me daxdide. Rewşa PKK, ew peyva „demokratîk“ ku dikeve ber her navî, têkilîyên bi İran û Sûrîye re, rewşa  Kurdistan, gerila û jinên nav refê gerîla, „jina demokratîk“ ku şaxek ji rêxistina PKK ye, datîne ber me û neşterê li wê popelîzma serê çîyê dixe. Rastî çawa serûbin dibe, metodên vê serûbinkirinê çine gelo?

Ka em bi hev re guhdarî bikin qêrînên wê jina li wan zinar û berqefên wan çîyayên qedîm. Ew jina bênav, ku awaza wê, li pêsîrên wan çîyayên qedîm dikeve. Niqut binuqut xwîna wan a ser wan taht û keviran, bibin nêrgizên buhara Kurd û Kurdistan:

„Li serê çîyê bi mehan, xwas, jiyan kirin para min. Ne ji ber tinebûnê. Bi zahmetîyên jiyana serê çîyê re, ji bona ku jiyanê ji me re bikin azab, çi ji wan dihat dikirin. Ez êsîr neketibûm; Ji cîhên asê kişandina keviran bigirin, heta kişandina barên giran. Ji ber vê hemû laşê min di nav birînan de mabû. Carnan min êşa tilîyên xwe hîsnedikir, ji pozê min xwîn dihat, laşê min diwerimî, bedena min ditevizî. Bi dehan caran min tenê dişandin erdê mayînkirî û di şevên zivistanê yên herî dijwar de min li derve dihiştin. Berqefek, ber qurma darekê dibû star ji min re..“

Ji ber ku hêla wan a kurdewarî xurt bû, rexnegir bûn, li henber karesatên xerab çavên xwe û guhên xwe nedigirtin, dibûn „dijminên partî“(!)yê û her ezîyet jî bi sîstemek tundûtûjî û derûndî ji wan re rewa dihat dîtin. Em li wî dengê ku li pêsîrên wan çîyayên qedîm diketin û li me vedigere guhdarî bikin:

„...Piştî ku em wextekê li Oramarê man, carek din ji me re hat gotin ku, divê em vegerin qerargehê. Em ketin rê; wek ku lingên min tinebûn. Ne bi hêza xwe, bi daxwaza hêza ku li jiyanê bimînim dimeşîyam. Li pêşîya me rêya pêvajokek zor û zahmet hebû û piştî çend roj ezîyeta rêwîtî ya zahmet, em gihîştin qada qerargehê.“

Wek jinik ku di nav qefleyek êsîrên surgûnê de be, li xwe dinêre ev jina êsîr, bêçar û şerpeze, nenas û wenda!..Li ser navê bihezaran jin û wendayan dipeyive û dipirse; ka, ewên ku mafê jinê, mafê mirovan diparêzin, li kûderê ne?

„Ji bêçaretî û xemgînîya ku dida ber rûkê wan, ez têgihîştim ku piranîyên hevalên min î kevin di naskirina min de zahmetîyê dikişînin. Lê min dizanî ku ez çi û ji bona çi raserî van tadeya hatime û dijîm. Ji ber ku min kujdarî, dardakirin û gulekirina hevalên xwe nedipejirand û nebûm şirîkê sucên rêveber û kargeran û min ji wan re li çepikan nexist, ez îro di vî halî de me.“

Di gotinên vê jina hêja, nenas û wenda de dîyar dibe tundûtûjîyên ku hevalên wê raser bûne, nepejirandîye û redkirîye, li henber derketîye. Bi zimanekî zelal û biserbilindîyekê bedêla êşa xwe qebûl dike û dibêje;

Ji ber ku min kujdarî, dardakirin û gulekirina hevalên xwe nedipejirand û nebûm şirîkê sucên rêveber û kargeran“ ez îro di vî halî de me û dom dike:

„Ez îro bedêla vê helwesta xwe didim û bi ceza û asaqên ku didin min bi metodên şerê tundrev û derûndî, dixazin bandorê li ser hevalên min jî çêkin û van metodan pir dikin. Bi vê têgihîştinê, min sawa ser xwe avêt, ji ber ku tirs ji bona şexsîyetên nedîyar û muxlaq warê qada serdestîyê ye. Ji ber vê ye ku, hemû metodên hêzên şerê taybet, tirsê mezin dikin û geş dikin. Dolivgerîya heyî har bûye di newalên kûr, zinar û tahtan de. Aîdî kurdan çi hebe, xeradikin û hildiweşînin. Digirin destê xwe û dagirdikin.“

Bandora şerê taybet, bikaranîna metodên derûndî û bandora karesatên xerab, ku çawa hevalên wê jî bi wan metodan çavtirsandî dikin, yek bi yek datîne ber me, datîne ber mirovatîyê, datîne ber kurdewarîyê û yek bi yek tehlûkên ku em îro rexne dikin, di deftera xwe de qeyd kirîye vê qahremana nenas û wenda:

Li qerargehê amadekarîya civînekê hebû. Mijar 'Rojhilata Navîn û girîngîya rolê partîyê' bû. Berpirsîyarê ku gotardêr bû, raser ev hevok bikaranîn: 'Dewleta Sûrîye di bin metirsîya hêzên dagirker de ye. Em mecbûrin ku ewlekarîya Sûrîyê bikin û Sûrîyê biparêzin. Hêzên me yên çekdar, her cîhê ku lê hene, divê vî rolê xwe bilîzin.'(!)

Ev gotinên berpirsîyarê gotardêr, di çilê reş de, di nav berfê de xwas û birçî  ji halê min bêtir canê min diêşand. Bi van gotinan min baştir sebeba van karesat û tundûtûjîyên psîkolojîk yên ser şexsîyeta hevalan fêhm kir.“(!)

Ev jina hêja, nenas û wenda, birêkûpêk kirina gerîlla û armanca serkirdeyên rêvebir, pir zelal datîne ber me; „Dewleta Sûrîye di bin metirsîya hêzên dagirker de ye. Em mecbûrin ku ewlekarîya Sûrîye bikin û biparêzin.“(!) Êşa ku ev gotinên gotardêr didine wê, ji êş û asaqên ser canê xwe mezintir û bibandortir dibîne, ku şahidîya vê îxaneta raserî miletê Kurd bûye jî dike:

Ji wan dolivgerên ku wek xwedayan tên dîtin re ciwanên kurdan dibûn qurban. Îran li pişta wan û li pêş wan sistema BAAS a  Sûrîye, ez ditirsim ku wê ev, tehlûkên hîn mezintir û bibandortir bi xwe re bîne. Van rojan ku bayê tirkan bi toza Îran û Sûrîye re dibe yek, wê jiyanê bike xwestinek bêwate û nehêja.

Piştî ku civîn qedîya, min şandin yekîneya Canan a Bilaçemk. Ez di şexsîyeta wê de hînî vê bûm: ku di vê erdnîgarîya asê û kovî de, dibe tirkek ne bedêlî cîhanê be, lê bedêlî hemû kurdan e.“(!)

Mînakekê li jêr dide ku çi xezeb hatîye serê van ciwanan û di çi halî de, ketine destê fêhmkoran, xwenenasan, zaliman:

„Yekem karesatê ku Canan a Bilaçemk anî serê min ev bû: Çentê min tije hevîr kir, bi ser de çend heb kevir  jî bicîh kir û min şand sikûra ku, di menzîla gulebarana topan de ye. Ev jî ji min re wek talîmata partîyê emir kir. Bi rastê wan rojan hertişt talîmatên Partîyê bûn. Min qet îtîraz nekir. Ji ber ku min dixwest ez bimrim. Ne tenê carekê, min dixwest ku ez hezar carî bimrim. Sebeb ew bû ku, jiyanê di nav van ezîyetan de, ji bona min wateya xwe wenda kiribû. Ez bikêş ve meşîyam û çûm serê sukûrê û hevalên min jî; bi meraq wek ku li fîlmekî temaşe bikin, min  temaşe dikirin. Ji agirê topbaranan taht û rizdeyên hawîrdorên min perçe perçe dibûn.  Û ez ji vê jî sax xelas bûm. Dema ku ez vegerîyam nav yekîneyê, Canan a Bilaçemk qêrîya û piştî ku got; 'yaho tu nehcanlî ye, tu li henber me liberxwe dide û hîn tu nemirî ye!(!) û vegerîya nav manga xwe. Êdî ti kirinên wan min eleqeder nedikir û ez di rewşa mirovekî ku ji gurên birçî re bêt avêtin, tenê, bêçar û mahsûm bûm...“

Me cûre cûre êş dîtin. Me yek bi yek tamkir in. Belê ti êş wek êşa îxanetê di dilê mirovan de birînên kûr venakin. Ew îxaneta hevalekî, ew îxaneta di dozekê de, ew îxaneta ewînekê, ew îxaneta bawerîyek ê. Ew îxaneta bi welat û miletekî re!

Wek wesyetê mirîyekê li sînga me dikevin ev rastî:

„Rojek ku hun van rojnivîsên min bixwînin, ez reaksîyona we texmîn dikim. Hun ê bêjin 'miheqeq sebebek wê heye' û wê ecêb bêt dîtin. Ez heq didim we, ji ber ku bi salan min jî wilo lê mêze kir. Helbet ez sucdarim, ji ber ku, ez Kurd bûm. Durust bûm û jîr bûm.“(!)

Wek îxaneta dîwarek î ku, em pişta xwe bidinê û biser me de bikeve! Ev îxanet, di navenda zerdika dilê mirovan de hêlînê çêdike û her wek tîrek tûj û dijwar di nava birînê de dimîn e.

Îxaneta ewînekê bi ewîndarê xwe re, îxaneta hêvîyekê bi hêvîdarê xwe re, îxaneta cîns bi Cînsên xwe re, Îxaneta jinekê bi hevala xwe re, Îxaneta dozekê bi dozdarê xwe re, çiqasî zahmet e. Wek êşa bêdarman ku mirov xwe bi xwe bixapîne, ewqesî dijwar e.

Çawa qêrîna wan jinên bênav ku li pîsîrên wan çîyayên qedîm diketin û dibûn niqutên xwînê li ser wan zinaran û wenda dibûn, wek xetên dîrokê îro li me vedigerin!

Mirovatî jî, kezeba jinê jî û doza miletekî jî bi van qêrînên wan jinên wenda re birîndare.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin