Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

"Bikêrnayê ku mezinên Êzdiyan ji bo navê xwe, bêrêzîtiyê li kesekî parsek û ilimdar bike“

A+A-

 

Ilimdarê  çiyayê Şengalê Mam Feqîr Cirdo , yê ji mala Zero ye dibêje, „ min ev serpêhatiya Mîrza Begê bavê Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî*1 , Qewal û Êzdiyekî ticarê herêma Bîreşamiyayê ji alimê berî xwe bihîstiye.

Ewan alima digotin, wextakî qewalek ji Lalişê hatibuye gundê Zivingê û li koçka Mîrza Begê bavê Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî rûniştî bûye, di vê navêra ticarek jî hatiye ketiye nav civata wan . Mîrza Begê gotiye yê ticar, keremke were li ba me rûnê. Gava yê ticar hinekî rûniştiye şûn de, Mîrza Beg jê dipirse û dibêjê, mêvanê hêja tû ji kêderêyî?

Yê ticar dibêje, ez ji mintîqa Bîreşamyayê hatime , Êzdiyê wê derê me û bavê min axa bû. Ez divêm naskirina me bi te ra hebe Begê min !

Mîrza Begê dibêjê , ti bixêr bêyî. De ka ezê derkevime dervehe û vêga bêm.

Gava ku Mîrza Beg ji odê dertê derdikeve, di wê navê ra yekî parsek jî hatiye di nav civaka qewal û  yê ticar de rûniştiye.

Yê parsek qewal ji libasê wî nasdike, radibe diçe radihêje destê Qewal paçûdike, destê wî li ser serê xwe datîne û dibêjê, hêvî ji te dikim, tû ji min ra dihaçî bî! Qewal hinek dirav ji berîka xwe derdixe, dide yê parsek û diha lê dike…

Gava yê ticar vê rewşa wan dibîne , dibêje yê qewal; „Bese , hûn fena li milet dikin.“

Yê qewal ji van gotinên ticar acisdibe, radibe ser xwe dike ji odê derkeve. Mîrza Begê jî di vîqasî de vedgere tê û dibîne ku yê qewal î acisbûye.

Mîrza Beg ji yê qewal dipirse û dibêjê, çima tû rabuyî û weha acisî?

Qewal rewşa xwe , ya ê parsek  û mêvanê wî,  ku jê ra gotiye; “Bese , hûn fena li milet dikin” dibêje.

Mîrza Begê jî dibêje yê ticar, bawerbike tû ne ji maleke axayî. Bavê te xulamtî, şivantî an gavaniya xelqê kiriye û hûn ne maleke bi asasin.

Yê ticar  dibêje Mîrza Begê , tû vê çewa dizanî  Begê min?

Mîrza Begê dibêje , bikêrnayê ku mezinê Êzdiyan ji bo navê xwe, bêrêzîtiyê li kesekî parsek û bi ilimdarekî bike. Lazime rahma wî hebe û qenciyê bi wan ra bike. Zilamê alim meriv nikare qenciya wî biwekînin….

Yê ticar  dibêje, bawerbike Begê min ez ê rastiyê ji te ra bêjim. Raste bapîr û  bavê min xulamtî, şivantî an gavaniya xelqê kirine. Wexta bavê min şivanê yekî ereb bûye, yê ereb mala xwe  tev sipartibûyê. Bavê min carekê pezê yê ereb aniye li sûka Helebê firotiye û li hespekê siwarbuye, berê xwe daye welatê Şêx. Gava ew ayala xwe gihîştine welatê şêx , ew î navekî dî li xwe kiriye û bi wan zêrên ku bi pezê ereb qezenckiriye tevî ticarekî şixwiliye. Ew jî bûye ticarekî mezin . Lewma dibêjim,  bawerbike, te rast got Begê min.

Mîrza Begê ji yê ticar ra dibêje, bavê te hê sax e?

Yê ticar dibêje, erê !

Mîrza Begê gotê, te çewa gote viyê alimî şîretkar û xwe li dinavan mezindikî ?. Ez bawerim we nanê xwe heramkiriye û we ne li talanê xelqê û dujmina daye ji Êzdiyan ra aniye .

Yê ticar dibêje, bi alah me ticaretî di nava Şamê û Helebê de dikir . Wê eşîra erban ku bavê min pezê wan firotibû hatin, li me dan û kurê wî yê erebî pêra bû . Malê me belakirin ,  em nekuştin , lê malê me hemû çû. Begê min tû ji min ra dihabike .

Mîrza Begê gote yê ticar, pa madem hûn poşman bûne. Here şixwlê we bi ticariyê nîne. Ji xwe ra rencberîtiyê bike , pez xwedî bike, înşalah rebil alemîn ê risqekî bide we. Hûn ê bibine maleke biserbixwe.

Yê ticar ji cem mala Mîrza Begê diçe, piştî fetrekê çend sal derbasûn, cardinê hate gundê Zivingê, dît ku vaye ku Mîrza Beg kalemêr buye. Gote Mîrza Beg, dibî tû bi kerembuyî!. Bawerbike Xwedê dayîn da me. Me rencberî kir û pez xwedîkir . Em pê halxweş bûn. Em li welatê Şêx li Mergeha Şêx Adî dimînin.

Mîrza Begê kal gotê, de here bi kêrî xwe werin . Mala axa lazime rahma wî hebe. Bi zilamên belangaz , parsekçî nekenin û îhtirama dinavên xwe bikin. Bizanibin ew terîqên me ne. Em di bin qenciya wan dene. Gava hûn weha bikin, înşalah rebilamlemîn we ji dayînê bê parnake.

Serê xwandevan û guhdaran sax be“

Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê Êzdiyatiyê ev  zargotina ji ber gotina Ilimdarê  çiyayê Şengalê Mam Feqîr Cirdo nivîsandiye

*Çavkanî:

*Kemal Tolan, Danesîna dîroka welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyên Xaltî - û peydakirina wê :

https://www.nayayinlari.com/index.php?route=product/product&product_id=154&search=Kemal+Tolan&description=true

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin