
Bi munasebeta 60 saliya salvegera Partiya Demokrat a Kurdistan Tirkîye
.
Werger û Amadekar: Şakîr EPOZDEMIR
Ji ber 60 Salvegera Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyayê 11 yê Tirmeha 1965ê va dom dike û dilê min xwest ez ji dostên xwe ra peyamek rêkim. Min vê Dergiya Nokta yê tercümeye Kurdîyê kir û fermo vaye dişênim.
1-Bİ BEREVANİYA DAWA ANTALYA HEREKETA KURDA GAHA ASTA BİLİND
Dawa Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkîyê (PDKT) sala 1968 ê li Antalya yê li dar ket. Ji ber ewleyîyê bajarê Antalya hatibû pejirandin. Ev doza ku 11 girti 5 jî ji derva, bi 16 kesan hatine darizandin, di micadela Kurdewarîyê da yekemin car bû ku berevaniya siyasî derxistine pêş. Çewa tê zanin mesela “ dû Seîdan” bi pêvajoya kuştina wan va ji bi vê qonaxa mehkema Antalya yê va girêdayî ye. Li bajarê Antalya parêzerên Antalya û hindek jî Çerkez bejdarî wan darizandinan dibûyan. Hêvara 19.01.1968 ê siet li dora 21.00 ê Midûrê Nawenda PTT ya Amedê bi telefonê gazî Amirê Muxeberata wê şevê Şakir Epözdemir dike tînê meqamê xwe. Gava ku Memurê Têlgirafê Şakir Epözdemir dikevê odeyê, Midûr dibêjê: “ – ev heval ji emniyetê hatine dixwazin bi te ra bipeyvin.” Bi gotina Midur va ew 2 kes radibin piya û Şakir di derîyê midûrîyetê da derdixin, li ber derî seyara landrowera ku hatîye hazirkirin lê siwar dikin. Nameyek ku daxazên partîyê tê da ji hevalekê partî ra hatîye nivisandin di berika Şakir da ye. Ew şev li Diyarbekir Şevek ji şevên zivistana dijware, babê 4 zarokan Şakir Epözdemir nizanê ka çi buye, çî qewimîye û berê wî li ku ye. Navnîşan Bînayê Serokayîtıya Herêma Diyarbekir ya MİT ê ye. Partiya Demokrata Kurdistana Tirkîyê (PDKT) ku Şakir Epözdemir Muhasibê wê, yê giştî bû, di operasyona wê şeva dijwar da di heman demê da avêtine ser nawendên Diyarbekir, Batman, Silîvan, Tatwan, Nisêbîn û Kızıltepe yê jî.
…
2-DARİZANDİNA 5 ROJAN
(Ya rast 8 rojin. 19.01.1968 – 27.01.1968 DİKE 8 ROJ – Ş.Epözdemir)
Şakir Epözdemir li nawenda serokherêmiya MİTê, birine saloneke germ û lukus. Li wir 3 kes rûniştî bûn. Meriveke navsere ku tayên sipî ketibûne serê wî weka yekê 45 salî ji Ankara hatibû, ewî operasyonê bi rêva dibir a. İnsanêkê nazik û gelek zekî bû. Li gora qenaeta Epözdemir ev kes ew bu ku piştra bu Misteşarê MİTê, ew kes Mahir Kaynak bû. Çay, qehwe û cigare jêra ikram dikin. Piştî ku 5 roj hate darizandin, gava wî birine Midûriyeta Emnî ya Amedê, hevalên wî Emer Turhan, Şemsî Arıdıcı, Ebdirrehman Uçeman, Şefik Issî, Eladîn Laçîn, Nezir Aydın, Mehmed Sıdık Gül û Şikrî Alpergin li vêderi berhev kiribûn. Seîd Elçi, Zibeyr Yildirim û Derviş Akgül piştra berdest kirin û anîne hepsê, cem wan.
…
3- 16 KESÊN Dİ BİN ÇAV DA
Li gor qeyda mehkemeyê ew kesên ku binçav kiribûn: Ömer Turhan 1936 Siirt, Li Diyarbekir Çocuk Yuvası da Memur, Mehmet Şakir Epözdemir 1938 Siirt Baykan, li postexana Nawenda Amedê Memurê Têlgrafê, Şefik Issi 1915 Diyarbakır Lice Karker, Mehmet Sıddık Gül, 1949 Siirt rençber, Abdurrehman Uçeman 1934 Diyarbekir teknisyenê Radyoyan, Şemsettin Aridici 1338 diyarbekir – Terzî, Nezir Aydın 1919 Mardin Kızıltepe Tuhafiyeci, Sait Elçi 1925 Bingol Serbest Muhasebeci, Derviş Akgül 1938 Siirt Kurtelan li petrol Ofisiya Batmanê Memur, Zubeyir Yıldırım 1935 Mardin Nisêbîn Çiftçî, Musa Sağnîç 1341 Bitlis Tatvan Fabrika Kewresteyê Dixebitîn ê, Mehmed Ali Güneş 1938 Bitlis Tatvan Elektirikçi, Seracettin Ünlü 1933 Ağrı Patnos Memur, Elaettin Laçîn Mardin Kızıltepe işçi, Mehmet İskan Azizoğlu 1939 Diyarbekir Silvan Çiftçi.
…
4-SEROKÊ YEKEMİN HATE KUŞTİN
PDKT ji terefê Seîd Elçî, Faîq Bucaq, Derviş Akgül, Ömer Turhan, Şakir Epözdemir û A.Ş.E. ( Ş.Elçi) va 11 yê Tirmeya sala 1965ê li Koşka Gazi li binê dara çinarek hate damezrandin. Damezranêrên Parti 21 ê Tebaxa 1965 ê bi bejdariya Av. Fahri ( Faik) va bune 6 kes. Van bernavkên ha danîne binê programa partîyê: Zinar ( SEROK), Pêşmergeyê Welat ( Sekreter ) Evindarê Welat ( Muhasib ) Azayên partîyê: Dûrnas, Zîrek û Bendeyê Welat . Navên vana bi rêz: Faik Bucak, Sait Elçi, Şakir Epözdemir, Şerefettin Elçi, Derviş Akgül û Ömer Turhan nin. Serokê yekemin Faik Bucak roja 4ê Tîrmeya 1966ê hate kuştin.
5-DAXAZA KURDİSTANEKE OTONOM
Şakir Epözdemir dibêje programa partîyê Kurdistaneke otonom û azad didara pêş, digel mafên siyasî û çandi me dixwesta ku sinorê dewleta Kurd bête kifşkirin. Şakir Epözdemir wê dema ku ev partî hatîye avakirin şert û mercên wê demê bi vî rengî tînê ziman: “- Kurdên welatparêz ji sala 1958ê virda bi şev û roj û gav û siet Mela Mistefa Barzanî dişopandan. Makezagona 1961 ya Tirkiyeyê hebek rê li pêşiya azadî û serbestîyê vekiribû, Di wê demê da TİP ê 15 parlemanan rêkire Meclisê, Bijareyên Kurdan wek Ziya Şerefxan û Ali Karahan û yê din serbixwe dibuyane berendam û diçune parlaman ê. Kurd weka vê rojê polîtîze nebibûn lê, him xeberê insanên xwedî bîr û bawer pere dikira, him prestîja welatparêzan bilind bû.” Sala 1968ê biryar dan ku Hüseyin Sağniç jî weke endamê Komita merkezî cih bigirê, hê ev biryar teblîxê wî nekiribûn operasyon dest pê kir û hatine girtin.
6-DAWA (PDKT) DANE ANTALYA’YÊ
Piştî ku 70 roj li hepisxana Diyarbekir da man bi bahaneya ewleyîyê daweyê neqlê Antalya kirin. Rêwîtî 36 sietan domand. Di dîrokê da cara yekemîn bû ku di micadela Kurdan da li vê Dawa Antalyayê berevaniya Siyasî li dar ket. Dawa zû dest pê nekir. Li Hepisxana Antalya 11 girtîyan li 3 qawîşan bi cih kirin. Şakir Epözdemir, Ömer Turhan û Şefik Issî dane Qawîşa 3.’min, Sait Elçi, Derviş Akgül, Abdurehman Uçeman û Şemsî Usta dane qawîşa 4’mîn; Zibeyr Yıldırım, Nezîr Aydın, Şükrü Alpergin û Mehmed Sıdık Gül ji li qawîşa 5.’min bi cih kirin. 2 xulamên wan hebûn. Yek Kurd û yek Azerî, herdûk jî Ji bajarê Qersê bûn. Navê herdûkan jî İsmail bû. İsmailê Kurd yekî kuştibû, İsmailê Azerî dizî kiribû. Ji ber vê yekê di hepsê da bûn. Xwarina wan dipehtan, kincên wan dişûştan û di xizmeta wan da bûn. Goşt û sebze û zexîre û hemî pêdivîyên mitbaxê ji terefê Seîd Elçî, Nezîr Aydın û Ömer Turhan va dahata amadekirin. Piştî ku ketibûne hepsê Sait Elçi temamê insiyatifê girtibû destê xwe.
7- Lİ GİRTÎGEHÊ MOLTKÊ
3 dan xwarina xwe ji ber ku him fire bû him ronî bû li qawişa 3’yemin dixwaran. Serê sibê xweriniya xwe bi Rîçal û hingiv û nîvişk û penîr û zeytunan angı car hebû bi şorbeyek dabor dikiran. Wekî din nava rojê û hêvaran şîv û taştiya wana bi goşt û sebzeyên têrlezzetê Antalya diedilîya. Di hepsê da 400 girtîyên Edlî kal û ciwanên wan hurmeta van siyasîyan digirtan. Li hepsê pirtukxaneyek hebû. Pirtûka Nameyên Mereşal Moltkê ya bi navê “ Türkiye Mektupları” cara pêşîn li vêderê bidest xistin. Di nava hevalan da yê ku wan dikenanda Axayê Eşîra Omerya Zibeyr Yıldırım bû. Wî gelek meselokan ( fıkran) dizanîya û xweş qise dikira. Gava leystikên setrenc û damayê diqedanda wî û Şikrî Alpergin politika eşira Ömerya ya Nisêbînê minaqeşe dikiran. Zibeyr xwe weka yekê Marksist dida pêş. Dixwesta xwe ji navê axatîyê û feodalîtîyê dûr bix e.
8-REHETSIZİYA NAVÊ KURDİSTAN Ê.
Gava derketine hava Dîwana Cezayê Giran yê mehkema Antalya 8 meh di ser girtina wana da derbaz bi bû. Di 27ê Sibata 1968ê da li Diyarbekir biryara girtina wan hate dan, 27ê êlûnê li Antalya 16 kes bi hevra derketine pêşberê Mehkema Gran. Şakir Epözdemir, Di pêşîya ku derkevine huzura mehkemeyê ji Seîd Elçî ra dibêjê: Heya îro kesek ji me derneketîye huzura Mehkema Cezayê Giran, di pratîkê da em giş peya nin, em nizanin ka çewa helwest bigirin, di vê babetê da şîretek li me bik e.” Seîd Elçî dibêjê di vê babetê da rê nîşanî kesî nadim, kî çi dizanê bila wisa hereket bike û dengê xwe dibir ê. Ligora ku navê girtîyan ketîye ewraqan pêşî Hakim ji Emer Turhan dipirsê, piştra di sira 2 yê da ji Şakir ra dibêjê: “- Ji bona hikmê sinifêk li ser sinifên din tehkim bikî te rêxistinek damezrandî ye. Çi dibêjî? Şakir dibêjê “- Ew dera ku hun jêra dibêjin Doğu ve Guneydoğu Anadolu, ew der Kurdistane, Kurd li ser wê axê dijîn, ev program ji bona heq û huquqê wanê ku eva 46 salin hatîye xespkirin e. ev program heq û huquqê Kurdan diparêz ê.” … Navê Kurdistanê ne bi tenê Dîwana Mehkema Cezayê Giran her wisa hindek hevalan û bi taybet Parêzerên ku ji Amedê ketine rê hatine hawara wan jî rihetsız dik e. ( Lewra tû kes ne lêvîya bersuyeke waha ye. Ş.Epözdemir) …
9- EW AXAYÊN CUMHURİYETÊ NE
Reîs: “- Hun bo çî van daxazên xwe li gel rêxistinên Tirkîyê nadine pêş? Ş.Epözdemir “- Partîyên elan ku li parlamentoyê da cih girtine di programê yekî ji wan da, navê Kurdan nabor ê” … “Başe, bo çî Şêx û Axayên we vê meseleyê naynine rojev ê?” … Bersû: “ Ew ne şêx û axayên me ne” … PİRS: Ya! Şêx û Axayên kî ne? Cewab: “- Ew Şêx û axayên cumhuriyetê ne.” … “Başe … li Meclisê Nûnerên we, ewên we temsil dikin henin bo çi xwedîtî li vê daweyê nakin? … Li Meclisê carcaran mezinên me yên weka Yusuf Azizoğlu dengên xwe li ser vê meseleyê bilind kirine; belê wezir be, serokwezir be, siyasetmedareke Kurd gava dengê xwe bilind bike di eynî sanîyeyê da dengê wan tê birîn, eynî weka ku dengê Dr. Yusuf Ezîzoğlu dane birîn.
10-BEREVANÎYA PERWERDEYA ( zimanê) KURDÎ
Reis dipirsê ka kêmanî çî ye; ? Şakir Epözdemir:“- Li Tirkiyayê di navbera herêmên Rohilat û Roavada nawalên ( uçirimên) kurên metirsîyê henin. Yek ji van xalan ekonomî ye, ya din kultir e.” Dozdar ( Savcı) dengê Ş.Epözdemir dibirê ji Reîsê Mehkemeyê ra dibê “ka pirs bike pirsgirêka mesela çand û kultirê çî ye.”… Reîs dipirsê Ş.Epözdemir dibêjê: “- Hun bi zimanê xwe dixwînin, em jî bi zimanê we dixwînin; eger li hemî derên Tirkîyê fersenda xwendinê weka hev bî, mekteb û mufredat û mamoste û hemî pêdivîyên mekteban weka hev bin, dîsa jî ji ber ku em bi zimanê xwe perwerde nabin li paş dimînin, heta ku Kurd bi zimanê xwe, li gora urf û adet û toreta xwe, li gora şert û mercên dor û berê xwe perwerde nebin, bi pêş nakevin, qabiliyeta wan bilind nabî û nikarin bi kêrî welatê xwe bên, ev tiştên ku ez nuha dibêjim zanistîye, ilmî ye, ne ji ber xwe va ye. Ji ber vê yekê divê ku li herêma me perwerde bi zimanê Kurdî be.”
11- “ KURDİM Û MİLLETPERWERİM”
Ev gotina ku di berevanîya Şakir Epözdemir da derbaz dibî tê zanin ka armanca PDKT çî ye: … “ Êrê, ez Kurdim, li gor armancên sereke ku di programa PDKT da derbaz dibin da, di nava wê çarçoweyê da milliyetçi me, hun dixwazin ji min ra bibêjin welatparêzê Kurd, dixwazin bêjên welatparêzê Tirkîyeyê, ji bona min ferq nake, lewra serxwebûna Tirkiyeyê ji bo me çî qeder giring be, azadiya hemî xelqên Tirkiyayê jî jî bo me hewçend daxaze û armance. Sebebê ku li huzura mehkema we dibêjim ez Kurdim reaksyoneke millîye ku eva 46 salın yekîtîya kurdan ya millî hatiye inkar kirin. Ev gotina min rastîyeke dîrokîye ku realîte neyêne inkarkirin. Ji bo ku em weka miletek bikaribin li ser piyan bimînin û xwe ragirin divê em van rastîyan veneşêrin. Ji ber vê ye ku dibêjim ez milliyetçî me.”
12- SÊ DEVİKÎ 3 NİVÎSKÎ BEREVANÎ
“ – Darizandin bi gelemperi bi şeklê pirs û bersuyan bû. Gava di celsa pêşîn da dîtin vaye Kurd û Kurdistan tê parastin; heta karin ji pirsan revîyan” dibêjê girtîyek ji girtîyên dawa Antalya Şakir Epözdemir. Ew weka yekê kû ji mehkemeyê û darizandinan bê tecrube û ji berevanîyê bê xeber, gava bi pirs û bersuyan bi serokê dîwana mehkema cezayên giranra diştexilê, çewa ku me li jor anî ziman di navbera wan da menzereyek wiha xwe da pêş. Serokê Mehkemeyê ji hevalan agahîyan digirta, piştî ku van hevalan gotinên xwe diqedandan serê xwe dihejanda û weka usluba xwe wan îfadan derbazî zebtan dikira. ( wê rojê di celsa yekeminda ewî (Ş.Epözdemir), Emer Turhan û Saîd Elçî bi devkî berevanî kirin. Dîsa bi nivîski ewî, Saîd Elçî û Derwêş Akgül bi nivîski berevanîyên xwe hewaleyê mehkemeyê kirin.
13-GOTİNÊN KU KATÎBEYÊ GİRAND
Reîsê mehkemeyê piştî ku gotinên me hemî derbazê zeptan dikira, ji me pirs dikira ka temame ane na. Ji ber ku Şakir Epözdemir pir di heysebesê da bû gotibû “ tamam”, difikirîya û texmîn dikira ku ji sinoran derbaz buye, donkişotî kirîye, partîyê parastîye, qehremaniyeke boş belaş kirîye. Wexta ku berevaniya Kurd û Kurdistanê kir, pê hisîya ku hevayê salona mehkemeyê weka zirincê giran bû. Dor hate Sekreterê Partîyê Seîd Elçî, (Kek Saîd di rêza 9 yê da bû. Ş.Epözdemir) Ew xetibêkê bê hempa bû, gava dest bi xeberdanê kir Katibeya mehkemeyê xwe negirt girîya. Tiştên ku wî jî got, tam weka gotina wî nekete zaptê. Lê weka ku Reîs dûbare kir kete zeptê. Ji berk u Tirkiya Seîd bêhtir sererast bû û hevokên wî di cîyên xwe da bun, berevanîya wî ji yê din baştir kete zeptê. Saîd Elçî jî ji “ tamam mi” ya Reîsre go: “ temam.”
14- BAROYA BAJARÊ Antalya jî VÊ DAWEYÊ ŞOPAND.
Şemsi Arıdıcı jî berevani kir û birayetiya Kurd û Tirkan anî ziman, Hüseyin Sağniç got “ ez fabrikatorim”, İskan Ezizoğlu him got ez ne ji vê partîyê me û di serda jî got:”- Ez vê partiyê napejirînim.” Şakir Epözdemir devê xwe bire ber guhê Saîd Elçî got: “ İskan çî qebûl nake, ew xwe mezine hemî Kurdan dizanê, ez rabim dersêk bidimê?” Saîd Elçî got: “- Jê vebe, İskan ji xwe wisa diştexilê.” Di vê celseyê da Dr. Şivan, Ali Epözdemir û Rebîâ Saxnîç û Baroya Antalya, hindek çerkez û çend Kurdên vêderê bejdar bibûn.
15- Dİ VÊ CELSA PÊŞİN DA 6 TAHLÎYE
Di vê celsa yekeminda Parêzerên ku bejdar bibûn, Tahsin Ekinci, Hemid Karakoç û İhsan Bîçîcî bûn. Hemîd Biçîcî rabû pi,yan ji mehkemeyêra got: “Li vêderê yên ku tewanbarîyê dipejirînin û yên ku vî sucî red dikin hene, ez telebê tehliya van kesên ku tawanbarîyê napejirînin dikim.” Li ser gotina Parêzer Hemîd Karakoç 6 hevalên me ji hepsê berdan. Derwêş Akgül û Şefîq Issî bernedan. Ji ber ksu ifadeyên wanên li MİT ê di dosya wan da mewcûd bû. Sala 1969 yê hemî girtî hatine berdan. Ev dawa Antalya ku sala 1968ê dest pê kir di sala 1971 ê da mehkemeyê biryar da. Di binê vê biryarê da imzayê Reîsê Mehkemeyê Burhaneddin Erkiz, Azayên Dîwanê İ.Mendikli û M. Altınay hebû. Katiba Mehkemeyê Emîne Tufan bû.
16- ARMANC PÊŞKETİNEKE HEVBEŞ
Çewa ku berevanîyên girtîyên vê dawayê di biryara mehkemeyê da cih digirê di mijara dawa PDKT de fikrek dide me. Emer Turhan dibêje xebera min jê tinene ku bi navê Partî Demokrata KurdistanaTürkiye partiyek hatîye avakirin û waha dewam dike: “ Bi maddi û manewî ez bejdarê tişteke waha nebûme lê bi tenê Faik Bucak ê Parêzer ku şunda hate kuştin, got ku: “- Emê bi navê PDKT yê partiyek ava bikin, wê ev rêxistin li gora makezagonê bî, wê li gora mafên insanan û bi heqê ferdan ra mitabiq bî û wê li gor nizama adetî bî.” Wê gavê li ba min Şakir Epözdemir û Saîd Elçî hazir bûn. Ewî Parêzerî ( Faik Bucak) got: “- Nuha rewş ne musaîde ku em vê partîyê damezrînin, wê piştra bête avakirin.” Li gora qenaeta min tiştên ku di tûzikê da hene bê zerarin, ne di dijê nizamê da nin, ji bo refah û pêşxistina herêmê u bo wan insanên ku li wêderê dijîn daxazeke ku hemî bi hevra arikariya dewletê bikin û herêma xwe pêş da bibin. Eger di vê tuzikê da tişteke xirab û dabeşkirina welat hebe napejirînim. Min xwend û maneyêkê waha tê da nedit.”
17- TEMENÊ Şefîq Issî Jİ HEMÎ GİRTÎYAN BİLİNDTİR BÛ
Şefik Issi ku dibêjê “- Hayê min ji avakirina partîyeke waha tinebû. Rojek Şakir Epözdemir din ava qotiyek da hinek tişt dane min got bila ev tişt li ba te bin. Min jî xiste binê nivînan, di operasyonê da ev tişt hatine girtin.
Mehmet Sadık Gül dibêje “- ji ber ku bi Emer Turhan ra têkilîyên min hene, min gunehkar kirine, xeberê min ji tû tiştî tine.”
Abdurrahman Uçeman: “- polês li mala min û dikana min geriyan, dest danîne ser çend pirtûkên min yên dînî û kultırî. Tû tewqeyê van pirtûkan bi siyasetê va nîn e. Avakırına dewleteke Kurd maddî û manewî bo min nebuye gaye û armanc.”
18- Dİ NİJADA ME DA PİR ŞEHÎD HENİN
Şemsî Arıdıcı ku li vê mehkemeyê ewî jî berevanî kir dibêje: “- Di navbera Kurd û Tirkan da eva hezar salin ku herêmi û komeli tû firq û meyl nîn e. Li Malazgirê, Çaldıranê û herba İstiklalê da di yek cepheyek da şer kirin e. Tiştê ku dilê me dihêlê eve ku; Doğu Anadoluya me tim û daîm weka kurên jinbabê bi wana ra miamele tê kirin. Di nijada me da birêk şehîd henin. Kurd ji Tirkan, Tirk ji Kurdan nabin. Me jî ewladên weka Silêman Nazif, Ziya Gökalp û Cahit Sıtkı Tarancî gihandin e. Eger polêsan di dervayê van gotinan da ku ez waha difikirim da tiştekê din di heqê min da nivisandibin napejirînim û qebul nakim.
19-OTÊLA Lİ SÎNORÊ SURÎYE YÊ
Nezîr Aydın dibêje: “ Xebera min ji rêxistineke bi vî rengî nîne. Li mala min dest danine ser kitêbên min, kirîn û firotina wan pirtûkan serbest e. Ne raste rast ne jî bi tû şeklî tû alîkariya min negihîştîye vê rêxistin ê.
Şükrü Alpergin dibêjê “ – xeberê min ji partîyê nîn e. Di otêla min hindek pirtuk girtine, otêla min li sînorê Suriyê oteleke turistik e. Dibe ku ev pirtuk yên wan kesên têne otelê bin.”
Zibeyr Yıldırım dibêjê: Tû grêdaneke min bi partîyê va nîn e. Ji bo Kurdistaneke serbixwe maddî û manewî teşebisêkê min çênebû ye
Mehmet Ali Güneş, di berevaniya xwe da dibêjê: “- Tû eleqeyê min bi vî sucîra tine. Nizanim ka çawa navê min ketîye nava vê dawa yê.
20- İFADE WEKÎ HEVİN
Derviş Akgül ( Derwêşê Sado) dibêjê: “- Ez neketime tû rêxistinek, xeberê min ji tûzik ê jî tuneye, min arikarî jî nekirî ye. Li mala min pirtukên minên dînî û ingilîzî hatine girtin.”
Musa Sağniç di ifada xzwe da dibê: “- Xeberê min ji partîyeke waha nîne ku hatîye avakirin. Bi Şakir Epözdemir û Saîd Elçî ra têkilîyên min bi nêzîkayî henin. Di vê mijarê da min agehdar nekirin e.
Serceddin Ünlü dibêjê: “- Şakir Epözdemir û Ömer Turhan nas dikim. Kesî behsa tiştêkê waha ji min ra nekirî ye. Xebera min ji makina Teksîrê jî nîn e.
Aladdin Laçîn dibêjê: “- Xeberê min ji avakirina PDKT çênebuye. Şakir Epözdemir û Saîd Elçî hevalên min in. Lê behsa tişteke waha ji min ra nekirin e. Li mala min dest danine ser pirtukên min ku kitêbên dînî, exlaqî û bi edebiyata Kurdî va têkildarin û sûç di vana da nîn e.”
İskan Aziz Oğlu dibêjê: Min guh nedaye xebateke Kurdaweriya ku di bunyeyê nizamê da guhertinekî çêke, li ser wê fikrê qe xebatekê min çênebuye. Qebûl nakim.”
21- İNSANÊN BİRÇÎ DEWLET AVA NAKİN
Di asta yekemîn dereceyê da Sekreterê Partîyê Saît Elçî di hereketê Kûrdewarîyê da aktoreke giring bû wê demê. Saîd Elçı dibêje.”- Programê partîyê Kurdistaneke ser bixwe nade pêş. İnsanên birçî û tazî nikarin dewletan ava bikin. Birêk nivîskar di dijê me da nivisandin. Hereketê me nakevê ber madeya 141/4 ê ya kanuna Cezayê. Ev madde ji kanuna İtalyaya faşist ji madda 270 yê hatîye girtin. Di programê da bîr û bawerî û hizir û ramanên me cih digirin. Tiştêkê fiîlî ku me kiribî nîne. Ne suce û nabe suc. Tiştên ku me anîye huzura mehkemeyê me ji hev dûr nake, me nêzîkê hev dik e. Di radyoyên Tirkan da mûzika Kurdan ku li gora çanda wane bête weşandin di her halî da ji hukumeta Tirkan ra ne kêmasî ye. Cirm û mehkema muzîkê nîn e. Ev yek zewqeke manewî ye. Em ji bo ku vî heqî biparêzin û ji mezinên xwe ra derdên xwe bibêjin ketine vê rîyê. Tu Kurdek di dijê dewleta xwe da casûsî nekirî ye.”
(…)
BİLA İSMET PAŞA BİDARİZÎN İN
Roja ku têne berdan piştî nivro dereng e. Ji hepsê dertên, ( Şakir Epözdemir) ji babê xwe ra dibêjê “-Em ancax roja 2 yê Cejna Kurbanê dighêjine gund, li gund dikan nînin, divê em pêdivîyên malê çî bin bistînin” Dikevine marketek, Xwedîyê marketê camêrêkê navsere ye, têra xwe tişt distînin û bi hevra bi Kurmancî diştexilin, Hacî dipirsê dibêjê:”- Ew daweyekê Diyarbekirîyan li mehkemeyê dom dike, gelo hun ji ber wê daweyê li Antalya yê nin?” Şakir dibêje: “ belê”. Hacî dibêje: “ mesele çîye?” Şakir dibêjê:
“- Herêma me paşda ma ye, em dibêjin bila welatê me jî weka yê we pêş bikevê, ji me ra jî xizmet divê, ew me digirin davêne heps ê.”
Haci dibê “- Ma paşketine Doğuyê ( Kurdistanê Ş.Ep) guneyê we ye ku we hepis dikin? Bila biçin İsmet Paşa bigrin hepis bikin, çî xirabîyên ku hatîne serê vî welatî hemî ji bin İsmet Paşa derketî ne.”
CEZAYÊN DAWA ANTALYA
Seîd Elçi 4 sal hepis 4 sal li Amasya yê binçav, wekî din Emer Turhan 3 sal hepis, 3 sal li Denizli binçav, Şakir Epözdemir 3 sal hepis 3 sal li Uşak ê binçav, Şefik Issi 3 sal hepis 3 sal li Kastamonoyê binçav, Mehmed Sıddık Gül 3 sal hepis 3 sal li Çoromê iskan, Abdurrahman Uçeman 3 sal hepis 3 sal li Afyonê binçav, Şemsi Arıdıcı 3 sal hepis 3 sal li Kutahya binçav, Nezir Aydin 3 sal hepis 3 sal li Konya yê binçav, Şikrî Alpergin 3 sal hepis 3 sal li Eskişehrê binçav, Derviş Akgül 3 sal hepis 3 sal li Balikesirê binçav, Zibeyir Yıldırım 3 sal hepis 3 sal li bajarê Kutahya iskan, Musa Sağniç 3 sal hepis 3 sal li bajarê Kayserê binçav, Mehmet Ali Güneş 3 sal hepis 3 sal li Muğlayê iskan, Alaeddin Laçin 3 sal hepis 3 sal mecburî ikame li bajarê İzmir ê. Seraceddin Ünlü û İskan Ezizoğlu ji heryek 3 sal hepis 3 sal sirgun li bajarê Bolu yê wê di bin çav da bin.
RÊXİSTİNA YEKEMİN PDKT
Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê (PDKT) sala 1965ê li Diyarbekir hate avakırın. Rêxistineke yekemin bû ku li Tirkîyê hatibû damezrandin. Armanca partîyê ew bû ku heq û huquqê Kurdan biparasta û di nava çerçewa vê dewletê da rîya çareseriya vê pirsê vekir a. Kesên di dervayê vê partîyê daxazên wan weka reformîstiyê dinirxandan. Serokê partîyê yê yekemin Parêzer Faîk Bucak bû. Piştî avakırına vê rêxistina hê salek di serda derbaz nebibû, hêzên taybet yê dewletê wî qetil kirin. Piştra dest bi operasyonan û darızandınan û heps sirgunan kirin. 12 yê Adara 1971 ê derbeyeke leşkeri li dar ket û careke din dest bi girtin û hepiskirinê hate kirin. Piştî van berdestkirinan midetek heya 1975ê bê dengîyek çêbû. Piştî ku sala 1975ê Mela Mistefa meğlup bû; ji bona PDKT rojên teng û tarî carek jî dest pê kir. Piştî sala 1975ê hereketên çepan dest pêkir û xurt bû. PDK weka wan rêxistinên din ne Marksist bû. Digel vê jî xebatên xwe domand. Di navbera salên 1975 û 1980 yê da ewan jî heta dereceyek pêşketinê bi dest xistin.
BÎRANÎNÊN PDKT YÊ Lİ ANTALYA
Şakir Epözdemir Dadgeya bajarê Antalyayê waha tînê ziman: “- Li girtîgeya Antalya da 400 kes radızan, ji % 80 ji wan li ser revandina keçikan bû; di dervayê wan da li ser dawayên Ormanê, bihevçuna gundiyan, kuştin û birindarkirin, çendek girtîyên cezayê giran ku ji derên din hatibûne vê hepsê, kêmkes jî bajarî serê didane girtîgeyê, şevek dimaran dora rojê dihatane berdan. Yek ji van girtîyên bajarî Hiseyn Kadîoğlu bû, li pavyonê kêrêk li yekî dabû, li qawişa min û Emer Turhan li tenişta mina rastê radiketa, li tenişta mina çepê jî Emer ê hevalê min bû. Hiseyn Kadîoğlu merivêkê berxweketi, zana û medenî ji Sêrikê bû. Ewî rojnama İstanbul ê dixwenda, çi rojnameyên din hebûn me heroj digirta, me carcara rojnameyên hev dixwenda. Rojek ez ji oltayê hatim Qawîşê, çewa min dît keniya bi dest kir ka were, ez çum li ser nivînê xwe rûniştim, rojnama xwe vekir, di wan ruperên hundirda Xerîta Kurdistanê nîşanî min da got:”- Şakir Abê çiqas erda welatê we firehe, ka mêzeke ji ku heya kuye.” Rojnameyê vê xeriteyê ji medya awropayê girtibû, serêk li Kendava Besrayê, serêkê din li korfeza İskenderunê bû. Min itiraz kir, min got “welatê me ji vê xerîteyê firehtire,” pirsî got “çewa” min tiliya xwe danî sinorê Yunanistanê ser “İpsala” yê û got: “- Welatê me heya vêderê ye.” Huseyn hîqên pê ket girîya, min pirsî ka bo çî digirî, got:”- Şakir Abê min ne bi niyetêkê xirab gote te, ev erd û ax û welat mafê we ye, min bi dilêkê paqij ji te ra got.” Min jî got: “ Hiseyn, ez tê giham ku tû ji camêriya xwe dibêjî, lê bawer bike ku dawa me jî ewe ku em bi hevra di binê sazîyeke demokrat da û herkes li ser mafên xwe bijîn.”
ESRARKÊŞEKÊ Bİ NAVÊ DÎYOJEN
Birhatinêkê Epözdemir jî ewe ku navê “ Diyojen “ daye mehkumêkê ji bajarê Antalyayê: “- Rojek, merivêkê li dor 70 sali ku pirçê serê wîyê sipî û rîyên wî tevlihev, anîne heps ê. Çewa kete hundurê hepsê, Milet li dorê kom bûn di nava çend deqiqan da dilê xwe rihet kirin û fêr bûn ku di berika wî da esrarê girtine û guneyê wî ewe ku “ tozcîye”. Kalemêrêkê bejin bilind, esrar kêşêkê bedew bû. Ji ber ku wey feylezofan diştexiliya hema di cih da navê wî kırın “DÎYOJEN”. Bi rastî jî ev nav gelek taze lê dihata. Carcaran min jê ra çay dixwesta, cigare dida yê, pêra suhbet dikir a. Belengaz bû, bêkes bû, tû kesêkê wî tine bû, weka wan kesên ku li kolanan radikevin bêçare bû. Ku min tiştan jê ra ikram dikira ewî behsa dewlemendîyê dikira. Digota “- Ez feqîrim lê, riya zengînîyê baş dizanim.” Rojek ez û wî bi tenê ne, min jê pirsî ka riya zengînîyê çîye; Wî got: “- Van daren Ormana Antalyayê wê hemî bibirî, biterêşî, bikî kutuk, hemî li erebeyek biki, sed hespan bîni bixî pêşiya erebeyê û van kerestan hemî bi hevra bibî Stenbolê bifiroşî, eva tû zengîn bûyî”.
WÊ HEZAR GAMÊŞAN SERJÊ KÎ
Min digota “ Filozof, belkî Ormanê izin neda me ku em van daran bibirin, izin dane me lê ruhsatê nedane me ku em bibine Stenbol, hadê ruhsat ji dane me lê, hevçend kereste li ser erebeyê bi cih nebûn, em bêjin ev ormana qirase li ser erebeyek bi cih bûn lê 100 hesp, 200 hesp nekarin ji cî bileqînin; em bêjin 100 hespan karin vî barê giran bikişînin lê rê teng bî, başe ku rê teng bî emê çi bikin? Diyojen cigareyek pê dixista, diponijîya û digota “ Di deryayê da bibe, keştîyeke mezin bar bike û bibe”. Min digota: “- Mamoste min tûcar gemiyan bar nekirîrîye, işê gemiyan ne şolê mine ka rîyêkê rihet şanî min bide, ma rîyêkê sehil nîn e? Digota “ Çewa nîne, hezar Gamêşan şerjê bike, çiqas sebzeyê Antalyayê heye hemî bine goşt û sebzeyê di qazananda bipêje û yek carek bifiroşe, ava tû dewlemend buyî.” Ez ji sohbeta Diyojen têr nedibuyam.
Lİ HEPİSXANA ANTALYA YÊ ÇAY a KURD a …
Bi girtiyên PDKT yê va li Hepisxana Antalyayê dewra “ çaya Kurdan” dest pê dik e. Bi qelema Şakir Epözdemir vê yekê bixwînin: “-Camekaneke biçûk ji çayxane û kantêna hepsê vedibuya hewşa bênvedanê ( hewalandırme yê ). Di vêderê da; çay/ kahwe, meşrubat, cigare, sebze û mêwe û pêdivîyê pêwîst dihata temînkirin. Di vê meydana voltayê da mizgevtek hebû, hemamek û kitapxaneyek jî hebû. Li Hemamê bi şev û roj ava germ hebû, di nava mehkuman da kesecî jî hebûn, em carcaran kese dibuyan. Li mizgeftê ki bixwesta nimêja xwe dikira, imamê mizgeftê ji Konya yê yekê hafiz Kuran bû. Mêr kuştibû, 20 sal ceza xwaribû, ewî di pêşiya cemaeta xwe da nimêj dikir a. Yê me jî Mela Nezir di pêşiya me da li gor İmamê Şafiî bi cemaet nimêj dikira. Carcaran me ji Mela ra digota:”- Hafız, yekî dîn û imanê kışandîye, zêfan kirîye, te bi hişta lêviya Xwedê, din, dinê Xwedê ye, te bo çî serê xwe xiste gêjîyê, hem buyî qatıl û te malbatek mexdûr kir, di serda mala xwe jî xira kir?” Digota min wisa dizaniya ku dewlet min ceza nake, min nizaniya dewlet bê din e.
“Jİ BO ME ÇAYA KURDAN BÎN E”
Li doru berê Antalyayê û li herêma behra Sipî çay niv bardaxin û têr demin. Me di girtîgeyê da vî adetî rakir. Ji ber ku me weka adetê xwe bardaxan dijî dixwesta, navê çaya me bû “Kürt Çayı”. Gava me çend çayan bixwesta û Tirk di nav me da hebûna me digota hefçend çaya normal hevçend ji Çaya Kurdan. Piştî em hatine berdan hema bil ez û bez, di nava 2 sietanda me karê xwe kir, munibusek girt û heft kes(*) li wê dolmuşê suwar bûn ku me bibe Diyarbekir. Em di ser Anamurê, Mersin û Adanê da ketine rê. Li derekê nêzî Anamûrê, li ber restorantek em rawestan me çay xwest, çay hat ku bardağên wana nîve nîvin; min ji garsonra got: “ Em Kurdin, ne adetê me ye ku em nîv bardaq vexwun, bardaxên xwe dijî bike û pereyê wî jî li wê gorê bigre. Garson ço bardaxên dejî ji me ra anî, li hafa behrê, cîyeke hewadar me heryek çend çay vexwar û gazî garson kir ka hesaba me bû çî. Garson got: “- hesaba we tine, patron gotî ye ew mêhvanın, çaya wan aîdê min e.” Me jî ji patron sipasiya xwe diyar kir û em bi rê ketin.
…
HEYA VÊDERÊ MİN Jİ KOVARA “Akdenızde SON Nokta” yê ji we xwendevanan ra wergerande Kurdî ku ew kesên bi Tirkî nizanin bikarıbın bixwîn in. Niha jî ezê çend bîrhatinê xwe yên din lê zêde bikim.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin