Berx, karik û fêylesofên xewnekê...

Berx, karik û fêylesofên xewnekê...

Zeynel Abidín

A+A-

Min di zarokatiya xwe de hem ji peyva Parîs, hem jî ji wî bajarê nûwaze pir hez dikir. Ji min bihata pirskirin: 
-Tu dixwezî bibî çi? 
- Mamoste
- Mamostê çi?
- Mamostê berx û karikan.
- Li kû derê?
- Li Parîsê...

Îjar li ser min dikeniyan. Mamoste, berx û karikan û Parîs...

Lê êdî hez nakim û ji bo çi kesek nabêjim, "Filan kes çû Parîsê."

Min di zarokatiya xwe de gelek berxvantî kir. Caran mî û bizin dotin, caran bi karika beş nanê xwe parve kir û caran jî di mexelê de ew dikayiyan û min jî ew temaşe dikirin. Hem diheyîrim û hem jî bêhintengiya min vedigeriya bizaveke xweş û mesûm.

Paşê min xwend û ez bûm mamoste. Ji mamostetiya xwe pir dilxweş bûm. Min ew bi keyserî jî nediguherand. 
Xwendkarên min pir dilsoz bûn, pir baqil û jîr. Hemî jî Kurd bûn. Keç û kurên delal û hêja yên miletê min yê bindest, mîna gul û rihanan her sibe jiyana min werdigerand baxçê felsefeyê; ez mamosteyekî felsefeyê bûm, ew jî xwendkarên min yên ji bajarên Mêrdîn, Dêrsim, Meraş, Amed, Mûş û Maletî.
Rojekê, keçeke ji Amedî û xortekî Dêrsimî hatin xurfeya min ya xwendingehê. 
- Mamosta, em dikarin hinek biaxifin?
- Kerem kin gêncên delal, werin, min got.
Min qehwe ji wan re îkram kir. Paşê wan sedema hatina xwe gotin.
Ew dê biçin çiya.
Ev herdu evîndaran dê biçûna serê çiyê li dij dagirkeran dest bi şerê bê eman kiribana.
Min dixwesta wan nehêlim, min dawiya wan delalokên xwe hîs dikir lê min nekarî bêjim "Neçin!" Min bi xwe jî dixwest biçim lê min zarokek şaş salî hebû dest û dilê min jê nedibû.

Ew çún, piştî demeke kin xeberek hat, herdu berx û karikên min di şerê ewil de şehît ketinê, Dilê min bû daristaneke agir pê ketî. 
Giriyam giriyam giriyam. 
Îjar berx û karikên min yên jiyanê, dilsoziyê û hevalbendiyê miribûn. Di nav salekê de xwendevanek nema, çûn şoreşê,
Ref ref, pêl pêl ciwanên Kurd tevî şerê rizgariyê dibûn yan hin hêzên tarî û dewleta dagirker plana kokbirîna berx û karikên miletê min dikir?
Min nedizanî...

Mamosteyekî felsefeyê li ber vê trajediyê asê dima. Û piştî çendekî min jî serê xwe hilda û ez jî çûm tevî hevalan bûm.
Roja ez çûm, min yekser ji fermandarî pirsiyar kir ku ew xwendkarên min li kû nê? 
- Heval ev çi ûslûb e, bihînim bîra te ku êdî tu ne mamosteyê wan î û ew jî xwendekarên te ne. Hûn Şervanên welatê xwe ne."
Ez pir bêhêvî bûbûm.
Êşiya bûm. 
Vedigeriyam cem hevalên xwe yên çadirê, gerîlayek nêzikî min bû, Dilşa ya Mûşê, Keçeke pir xweşik û mezlûm bû:
"Mamoste ez te nas dikim, şagirtên te hatin vê derê û paşê ew birin kampeke li Başûr, Mereq neke, ew der baştir e. Eger tu bixwezî biçî cem wan, divê biçî Başûr."
- Lê herdu ji wan şehîd bûbûn?
Keçik keniya û paşê got:
"Mamoste ji te re tiştekî bêjim lê divê li vê derê ji çi kesek re nebêjî, ew herdu evîndar çûn Parîsê."
Mîna ku ji jor de balefirên dagirkeran bombeyek qazan avêtin ser min, ez parçe parçe bûm.
Dilê min parçe parçe bû.
Hişê min parçe parçe.
Û min fêm kir.
Parçeparçebûn destpêka fêmkirinê ye. 
Û min fêm kir, ku yên xeyalên zarokatiya miletekî xirab dikin, welatê wan zarokan jî xirab bikin. Min fêm kir ku dagirkerî berê xeyalan dide kuştin. Hem jî bi destê hemxeyalek din.
Êdî ez dê neçim Parîsê, qet neçim, 
Lê mamostetiya xwe li gundekî şîrîn û keskeşîn yê li navbera çiyayên Kurdistana Serbixwe berdewam bikim, yanê li vê bihişta Kurdîniyê wek xeyalên xwe bijîm û keç û kurên miletekî qedîm, zana û egît bi ziman û ramana Kurdî perwerde bikim. Û hemin ez dê vê xewneroşka evrayî de bi tenê nebim.
Jiber ku Serxwebûn jiyan e û perwerdeya bi ziman ú ramana Kurdî jî evîn...
Evîna herdu berx û karikên Amed û Dêrsimî...

berxwene.jpgWêne Gundekî xweşik yê Dihoka Rengîn û ji mamoste û Kurdnas Veman Linevai xan ya hêja hatiye wergirtin. Spas ji bo Veman xan ku ev wêneyê gundê xwe yê xweşik bo me hinartiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin