Berpirsa Dosyeya Koçberan: Ne pêkan e kes dersînorî Îraqê bê kirin

Berpirsa Dosyeya Koçberan: Ne pêkan e kes dersînorî Îraqê bê kirin

.

A+A-

Berpirsa Dosyeya Koçberan a Parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalenê got ku mafê her mirovî yê penaberiyê heye, divê ev maf wekî xwe bimîne û neyê guhertin.

Vê berpirsê herwiha got, “Ne pêkan e kes dersînorî Iraqê bê kirin.”

Berpirsa Dosyeya Koçberan a Parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalenê Gonul Eglenceyê di hevpeyvînekê de bi Rûdawê re ku Ala Şalî pê re kir, dabaşa dersînorkirina koçberên Îraqî, mafê penaberan û hin mijarên din kir.

Gonul Eglenceyê behsa yasaya anîna hêza kar kir û got, “Di vî warî de ti peymanek nehatiye kirin.”

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Berpirsa Dosyeya Koçberan a Parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalenê Gonul Eglenceyê re bi awayî ye:

Rûdaw: Silav Eglenceya rêzdar. Spas ji bo vê hevpeyvînê. Gelek koçberên Kurd û Îraqî jî pêwendî bi me re danîn çimkî di rewşeke nearam de ne û nizanin wê çarenivîsa wan çi be. Piştî ku Almanyayaê daxwaz ji serokwezîrê Îraqê kir ku Îraqiyên ku mafê mana wan li Almanyayê tune, karhêsaniyê ji wan re bikin da wan dersînorî Îraqê bikin. Pirs ev e, gelo niha Iraqî têne dersînorkirin? Yan kesên ku têne dersînorkirin kî ne?

Gonul Eglence: Bê guman çend astên cuda hene ku wer dixuye pêwîstî heye em dabaşa wan bikin. Yekem li ser asta Ewropayê, ya ku jê re tê gotin “GEAS”, Siyaseta Derve û Ewlekariya Hevpar a Ewropayê.

Ji bo vê yekê wezîrên karên navxwe yên hemû welatên endam civiyan û wan li ser çend biryaran li hev kir lê belê biryarên ku li ser wan li hev kir, nikarin wekî qanûn bên bikaranîn. Li şûna wê, divê ji aliyê Parlamentoya Ewropayê ve dengdan li serê were kirin û bê pejirandin.

Vêga tê behskirin ku reng e em tevahiya paketê careke din di kontrol bikin. Wekî mînak, qala wê yekê tê kirin ka çawa proseya çarekirina mafê penaberiyê bi lez li ser sînorên derve yên YEyê werin birêxistinkirin? Gelo em dixwazin an na? Gelo ev bi rêya yasayî rewa ye? Em wekî Partiya Keskan, hem li ser asta YEyê, herwiha hin frakisyonên din jî vê pêvajoyê pir rexne dikin.

Em dixwazin piştrast bin ku rêz li mafên mirovan tê girtin. Herwiha her mirovek mafê wî ji bo penaberiyê heye ku mafekî mirovî ye û divê wekî xwe bimîne û neyê guhertin. Divê em piştrast bin ku dê ev tişt wekî xwe bimînin.

Tiştekî din jî ew e ku di gotûbêja li Almanyaya Federal de mixabin em pir behsa dersînorkirinê dikin. Ew dabaşa wê yekê dikin ku kesên mafê wan ê rûniştina li Almanyayê nîne, divê bên dersînorkirin. Bêyî guhdana ka ew ji Îraqê ne yan ji welatekî din in.

Bê guman, prensîba qanûnî ew e ku hinek mercên hin kesan kêm in. Wekî mînak divê kesên xeternak bên dersînorkirin lê li wir jî rewşên taybet hene. Yek ji wan ew e ka gelo ew ji welatekî sêyemîn ê ewledar hatine yan na. Îraq ne yek ji welatên sêyemîn ên ewle ye. Ji ber vê yekê kes nikare ji bo Îraqê were dersînorkirin.

Bi tenê ji ber ku Îraqî ye nikare bê dersînorkirin bo Îraqê. Na, Îraq ne welatekî sêyem ê ewledar e. Eger Iraq welatekî sêyem ê ewledar bûya, wê demê jî divê ku li rewşên takekesî yên van kesan bihata nihêrtin. Ger mirov were dersînorkirin dê jiyana wî çiqasî bikeve xeterê?

Wekî mînak, gelek kes tenê ji ber wan sedeman nikarin bên dersînorkirin. Ji ber ku ji aliyê siyasî ve têne çewisandin an jî ji ber sedemên din. Wekî mînak, jiyana wan di xetereyê de ye ji ber ola wan. Ew kes nayên dersînorkirin. Di şûna wê de, ew Duldungê distînin. Ango ew dikarin bi rengekî demkî bimînin. Ev mijareke din e. Ya herî kêm ya ku diqewime ev e.

Baş e, lê eger Îraqîyek ji welatekî din ê Ewropayê hatibe Almanyayê û tilîmora wî li wir hebe, merema min pergala Dublinê ye, dê wî çaxî çi biqewime?

Gonul Eglence: Erê, pergala Dublinê beşek ji reforma GEASê ye ku min berê behs kir û dûv re hewldanek ji bo vejandina rêkarê hate kirin. Divê ez bibêjim ku pergala Dublinê bi rastî mirî ye û ewqasî baş naxebite. Ji ber ku welatên ku koçber di wan re derbas dibin, li gor nêrîna wan, bi dîtina min, rast dibêjin ku bêjin baş e ew hemûyan ji me re dişînin.

Paşê ev hemû koçber têne welatê me. Ji ber vê yekê di teorîyê de sîstema Dublinê hîn ji holê ranebûye û berovajî vê yekê dixwazin reforma GEASê bi vê reforma yekem vejînin lê wekî min got, reform hîn temam nebûye lê sîstema Dublinê di teoriyê de pêkan e, di pratîkê de zehmet e. Ji ber ku welatên ku koçber jê hatine, divê amade bin ku kesekî wergirin.

Bi rastî, bi sîstema Dublinê be yan jî bêyî wê pergalê be, divê li rewşa takekesî bê nihêrtin ku eger ew kes bê dersînorkirin metirsî li ser jiyana wî heye yan na. Li vir hejmara kesên ku ji ber dersînorkirinê jiyana wan nakeve xetereyê de gelekî kêm e lê erê, ez naxwazim tenê xweş bikim. Divê em rastiyê bibêjin. Sîstema Dublinê tenê di teoriyê de heye.

Lê di pratîkê de nîne? Belê, gelek koçber di nav fikaran de dijîn. Gelek kes ji dersînorkirinê ditirsin. Ji ber vê yekê em îro hatine cem we. Gelek kes dibêjin ew bi salan e li Almanyayê dijîn, lê mafê penaberiyê negirtine û çarenivîsa wan ne diyar e.

Gonul Eglence: Xweşbextane, di hin rewşan de, şansê qanûna rûniştinê diguhere. Loma çend cudahî hene. Yekem, şansê yasaya rûniştinê ew e ku ew kesên ku heta niha tenê xwediyên Duldungê bûn ango xwedî mafê rûniştina wan a demkî hebû, ger ew karibin tekez bikin ku hin mercan bi cih tînin, bê guman derfeta wan heye ku mafê rûniştina xwe biguherin û bikin mafê rûniştineke heta astekê bi îstîqrar.

Em li herêma Nordrhein-Westvalenê pêşeng bûn ku berî ku qanûn li ser asta federal bikeve ketwarê, me ew cî bi cî kir. Piştre du pêvajoyên qanûnî yên din hene. Yek jî Qanûna Koçberiya Karkerên Jêhatî ye. Ev yasa hatiye derxistin û dê meha Çiriya Paşîn bi beşî bê bicihanîn.

Beşa wê ya duyemîn dê sala bê were cîbicîkirin. Beşa ku dê ji meha Çiriya Paşîn ve were cîbicîkirin, dabaşa kesên jêhatî û şiyandar dike. Kartên şîn distînin. Der barê kerta şîn de gelek hûrgilî hene û ez nikarim li vir behsa wan bikim lê wek nimûne, ew behsa hêsankirina wekhevkirina bawernameyan dike.

Herhisa berî bêhnvedana havînê, me bi Demokratên Xiristiyan û yên din re li parlementoyê pêşnûmeyek derbas kir ku em dixwazin wekhevkirina bawernameyan piçekî hêsantir bikin. Li şûna wê, divê ew zûtir û hêsantir be.

Weke ku min got, biryar heye û di asta federal de niha dîsa tê baştirkirin çimkî berê tenê rê bi wan derfetên kar dihat dayîn ku sînorê dahata wan bilind bû lê vêga di yasaya nû ya koça kesên jêhatî de ew dahat tê kêmkirin.

Doza gelek bawernameyan jî nayê kirin. Ev bi pergala xalan re hêsan dibe. Her wekî li Kanadayê mirov dikare karteke wisa bi dest bixe ku xalên wî li ser in. Ev pir girîng bû. Me Keskan bi xurtî piştgirî da ku qanûn ne tenê ji bo kesên ji derve tên lê ji bo kesên berê hatine Elmanyayê jî derbasdar be. Ango heke kesek demeke dirêj e li vir dijî, bikare bi rêya qanûna nû ya koça kesên jêhatî mafê mana xwe veguhere mafê nişecîbûnê.

 Em ê li ser wê jî biaxivin. Ango ev ji wan re dibe şansek ku li Almanyayê bimînin…

Gonul Eglence: Bê guman, pir rast e.

Ji ber vê yekê ez vedigerim ser mijara Qanûna Anîna Hêza Kar. Di navbera Almanya, Herêma Kurdistanê û Iraqê de ti rêkeftinek heye? Ji ber ku ew ji gelek kesan re balkêş e ku bi rêya qanûnî be ne ya neqanûnî.

Gonul Eglence: Heya niha ti peymaneke bi vî rengî nîne ku rasterast têkildarî Qanûna Koçberiya Karkerên Jêhatî be lê ya ku me dixwest ew bû ku têkilî bi gotûbêjên dersînorkirinê re hebe. Yên ku her tim dibêjin erê em in. Loma ji aliyê qanûnî ve, divê kesên ku li ser bingehên qanûnî bên dersînorkirin lê ev jî tê vê wateyê û hîna li cem me nîne ku divê peymanên guncav ên koçberiyê bi welatan re hebin.

Em dixwazin bi welatan re li ser pêgeheke wekhev bin û bi welatên şander re li ser bingeheke wekhev danûstandinan bikin. Dema vegera li welat ji aliyekî ve hebe, li aliyê din jî divê em rêyên qanûnî yên koçberiyê bi awayekî zelal nîşan bidin. Divê em li ser Qanûna Koçberiya Karkerên Jêhatî gelek agahiyan biweşînin.

Em li welatên şander bi giranî reklamê jê re bikin lê hîn jî peymaneke koçberiyê tune. Wekî Keskan me daxwaz kiriye. Em difikirin ku divê ev hebe.

Belê, pirsa min a dawî ji we re ew e ku we hay jê heye ku dema hewa baş dibe, koçber bi rêya deryayê bi qaçaxî derbas dibin û gelek caran berdêla wê canê xwe didin. Ji bo ku kesek nefetise, we çi kiriye? Peymanên we hene?

Gonul Eglence: Di vê mijarê de nîqaşên cuda cuda hene. Yek ji wan ew e ku em karibin bi rêya peymanên koçkirinê rêyê li rêyên qaçax bigirin, ji bo ku xelk bêgav nemînin jiyana xwe bixin metirsiyê, li şûnê bi rêyên yasayî koç bikin. Li aliyê din tevî hemû zagonan jî hin mirov hîna bi rêya deryayê tên. Loma li vir rizgarkirina deryayî derdikeve meydanê. Xebînet, vêga ev pirsgirêk heye û her ku diçe pirsgirêk zêdetir dibin.

Di nav welatên Yekîtiya Ewropayê de partiyên populîst ên rastgir hene, wekî mînak Îtalya ku kesên bi qaçaxçî koç dikin, vedigerîne. Îtalya (vegerandinên neqanûnî) bi kar tîne. Li ser asta Yekîtiya Ewropayê pirsgirêkeke mezin e. Weke hikûmeta federal a Almanyayê, me bi milyonan dolar ji bo rizgarkirina taybet a deryayî veqetand, ji bo piştgirîkirina rêxistinên ku serbixwe xebatên rizgarkirina deryayê dikin.

Niha li YEyê tê axaftin ka em çawa dikarin vê  bikin? Şertê qanûnî çi ye? Mercên qanûnî hene. Li ser asta Yekîtiya Ewropayê, erka me ye û divê em xelkê rizgar bikin lê wekî ku min got, di dawiyê de gotûbêjeke siyasî ye.

Îtalya, Yewnanîstan û yên din naxwazin ev yek bibe. Ji ber vê yekê pirsgirêkên me hene, divê em wan çareser bikin. Ji ber vê yekê ev mijar niha li Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê tê nîqaşkirin. Me Keskan ev mijar bir Parlamentoyê.

Alîkariyên zêdetir dê ji Yewnanîstanê re bên dayîn ku ev koçber diçine wir?

Gonul Eglence: Bi rastî reforma GIASê di koka xwe de pêşbîniya vê yekê dike lê em hîn nizanin dê bi vî awayî bibe yan na lê bê guman divê li Yewnanistan û Îtalyayê, di kampên mezin de em li cihê bûyeran bin.

Bê guman, divê em wê fînans bikin. Reform bê kirin yan neyê kirin ne girîng e. Em dixwazin piştgiriyê bidinê lê niha divê em bibînin li ser çi bingehê em dikarin vê yekê bikin. Reforma GIASê bê yan neyê, divê em garantiyê bidin ku mafên takekesî yên penaberan zirarê nebînin.

Hevpeyvîn: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin