Belgenameya Beasê, Sedam çawa plana dagirkirina axa Kurdan danîbû?

Belgenameya Beasê, Sedam çawa plana dagirkirina axa Kurdan danîbû?

.

A+A-

Arif QURBANÎ

Pêvajoya Erebkirina gel, netewe û niştimanê miletên derdora Nîvgirava Erebî di qonaxên cuda cuda re derbas bûye. Di her qonaxekê de xeyseteke wê ya cihê hebûye. Di bin navê ol, rêveberî, ziman, pêlên koçberiyê û pêvajoyên leşkerî de û hwd...

Lê belê, ji destpêka yekem pêngava Erebkirinê di bin navê fetihên Îslamî de heta îro, xala hevpar û taybetmendiya hevbeş a hemû qonaxên Erebkirinê, dagirkirin û destdanîna ser mal û erd û zeviyên çandiniyê yên wan gel û neteweyan bûye ku ketine ber pêlên Erebkirinê.

Ji wê destpêka Erebkirinê heta îro, di nav wê erdnîgariya berfireh de ku ji Goxlana Pêncwênê heta Morîtanyayê ku bi kotekî kirine "Niştimanê Erebî", di serdema ti xelîfe, walî, hakim û hikumdarekî Ereb de li seranserê wan ax û welatên ku dagir kirine tu kesî bi qasî desthilatdariya Beasê û Sedam li Îraqê pêvajoya desteserkirina erd û zeviyên çandiniyê bi awayekî sîstematîk neaniye cih.

Ew desthilatdariya yekane ye ku bi dehan û sedan bend û birgeyên yasayî û destûrî terxan kirine ji bo dagirkirina axa gel û neteweyên ne-Ereb û dayîna wê bi Ereban di çarçoveya yasayên xwe yên dahûrandî de.

Bi sedan parçe erdên niştecihbûnê û xaniyên Xiristiyanan ji Besrayê heta Nînowayê, bi hezaran xanî, mal, dikan, bazar û milkên mezin ên bazirganî yên Kurdên Feylî yên li Bexdayê, bi milyonan donim erdên çandiniyê yên cotkarên Kurd û Tirkmenan ji Mendeliyê heta Xurmatû, Kerkûk û Mexmûrê, weke beşek ji stratejiya Erebkirinê ji xwediyên wan ên resen hatine zeftkirin û dane wan Erebên ku weke amûrên dagirkeriyê hatine bikaranîn.

Ev dagirkerî bi awayekî wisa di nav çarçoveya biryar û yasayên taybet de hatiye bicihkirin ku piştî rûxana Beasê û Sedam jî weke girêkeke kor maye û nehatiye çareserkirin û dawî li wê dagirkeriyê nehatiye anîn.

Hemû rewşenbîr, akademîsyen û elîtên di nav hêz û aliyên siyasî yên Ereb ên Îraqê de, çi Sunnî çi Şîe, weke me Kurdan ji qonaxên pêvajoya Erebkirinê agahdar in.

Ew van rastiyan dizanin ku hemû Erebên di nav erdnîgariya Başûrê Kurdistanê de dijîn, ji Mendeliyê heta Şingalê, di kîjan qonax û serdemê de ji bo van deveran hatine anîn û li ser erd û zeviyên Kurdan hatine bicihkirin, lê wijdanê tu yekî ji wan ewqasî ne zindî ye ku van rastiyan qebûl bikin û piştgiriya vegerandina mafan ji bo xwediyên wan bikin.

Serpêhatiya derxistina yasayeke taybet ji bo betalkirina biryarên Encumena Serkirdayetiya Şoreşê (Meclîs Qiyade Sewre) ya Beasê û vegerandina mal û milkên zeftkirî yên Kurd û Tirkmenan, herwiha kêşe û nakokiyên di navbera Kurd û Bexdayê de ji sala 2003an ve ji bo dîtina çareseriyeke destûrî û yasayî ji bo pirsgirêka zeviyên cotkarên Kurd, şahidiya wê rastiyê ye ku ji aliyekî ve Beas û Sedam ev yek li ber çavan girtibûn ku rojek dê bê û dawî li desthilat û rejîma wan were û ew nikarin heta hetayê pasevaniya wê pêvajoya dagirkeriyê bikin.

Lê belê, wan dixwest yasayên taybet ên Erebkirinê weke artêşeke berdewam ji bo parastina wan Erebên ku kiribûn amûrên dagirkeriyê bimînin û wan biparêzin.

Ji aliyekî din ve jî ev yek rastiyeke tal radixe ber çavan ku ramana Beas û Sedam bi ketina rejîmê û bi îdamkirina Sedêm bi dawî nehat. Belkî niha û ji bo paşerojeke dûr û dirêj jî di hizir, bîr û bawerî û reftarên desthilatdarên Ereb ên Bexdayê de dê berdewam bike.

Almanyaya piştî Hitler, ji ber ku civak, sîstem û desthilatdariya wê biryar dabûn ku nehêlin sîbera Hitler li ser wan bimîne, heta niha ne tenê reftarên mîna yên Naziyan, tewra tenê teqlîdkirina silavdayîna bi şêwazê Hitler û Naziyan jî qedexe ye, her kesê bi wî awayî silavê bide, tê zindanîkirin.

Lê ya ku li vir cihê rawestanê ye, Îraqa piştî Sedam e ku hîn jî ew biryar û yasayên ku ji bo dagirkirina milk û malên Kurd, Tirkmen û Mesîhiyan derxistibûn, ji aliyê Sedamiyên nû yên Bexdayê ve tên bicihkirin.

Her çend piştî gengeşe û hevrikiyeke bîst salî ya dûr û dirêj, li Parlamentoya Îraqê yasayek ji bo betalkirina biryarên Encumena Serkirdayetiya Şoreşê ya Beasê, yên taybet bi dagirkirina erd û zeviyên cotkarên Kurd û Tirkmenan û vegerandina mafan ji bo xwediyên wan hat derxistin jî hîn jî rojane di kanalên televîzyonê de ew nûçe tên weşandin ku Erebên hawirde bi piştgiriya artêş û milîsên çekdar tên ser erd û zeviyên Kurd û Tirkmenan.

Em guh didin qîrîn û nalîna cotkarên Kurd û Tirkmenan ku gilî dikin ku dadwerê dadgeha filan bajarî û filan wezîr û efser û fermandarê filan fewc û lîwa û firqeya leşkerî alîgiriya Erebên hawirde dikin û berevajî yasayê, zilm û stemkariya serdema Beasê didomînin.

Mînaka herî şênber û nêzîk jî pirsgirêka cotkarên Pelkane û gundên Sergeranê û li jortir jî derdora Daqûq û Dûzxurmatûyê ye ku di bin destê Erebên hawirde û artêş û saziyên dewletê de dinalin.

Ya ku li vir bi taybetî ji bo Kurdan cihê pirsê ye ev e ku hejmarek postên girîng û bi desthilat li Bexdayê di destê Kurdan de ne. Serokatiya Komarê, Cîgirê Serokwezîran û Wezîrê Dadê para Kurdan e.

Lê dema ku dibînin hinek wezîr, dadwer û fermandarên artêşê bi neheqî bûne alîgir ji bo piştgiriya Erebên hawirde, çima ev li ser heq nabin alîgir û berevaniyê li cotkarên Kurd û Tirkmen nakin? Tevî ku li gorî destûra Îraqê û yasayên niha yên di meriyetê de, divê dawî li Erebkirinê were anîn û maf li xwediyên wan bêne vegerandin.

Her çend ez ti carî ne bi wê yekê re me ku Kurd ji bo armanc û mafên xwe yên rast û rewa bidin ser rêyên şaş, lê dema tu dibînî ku desthilatdarên niha û yên serdema Beasê di mijara Erebkirinê û wê stemkariya ku li Kurdan û pêkhateyên din hatiye kirin de hemfikir in, tu li hemberî berpirs û desthilatdarên Kurd ên li Herêma Kurdistanê û nûnerên Kurdan ên li Bexdayê şaş û metel dimînî.

Yan ew ti pirseke neteweyî û niştimanî wekî armanca xwe nabînin an jî divê sireke veşartî hebe ku em nizanin, ku ew ewqas bêhelwest in li hemberî van pirsên stratejîk ên ku pêwendiya wan bi hebûn û mana Kurdan re li ser vê erdnîgariyê heye.

Ji ber ku niha bala desthilatdarên Bexdayê, yên ku hîn li ser rêça Sedam dimeşin, bi giranî li ser Dûzxurmatûyê ye û pirsgirêkeke mezin ji bo cotkarên Kurd ên çend gundên wê herêmê çêkirine û bi hêz û artêşê dîsa hatine ser erd û zeviyên Kurdan.

Li vir, ez dê belgeyeke serdema Beasê ya taybet bi wan erdên Kurdên Xurmatûyê weke mînak bînim ziman ku çawa di bin çavdêriya Sedam Hisên bi xwe de cotkarên Kurd ji ser erd û zeviyên xwe hatine derxistin û erdên wan dane wan Erebên ku ji bo Erebkirinê anîbûn.

Belge nivîseke Alîkarê Serokê Encumena Serkirdayetiya Şoreşê Îzet Dûrî ye, ku ji Taha Yasîn Remezan û hejmarek berpirsên din re hatiye şandin û hemû jî rasterast girêdayî pêvajoya Erebkirinê ne.

Îzet Dûrî raporeke Taha Yasîn Remezan wek pêvek bi nivîsa xwe ve kiriye û daxwaz ji wan kiriye ku li gorî naveroka wan sererastkirinên ku Sedam Hisên li ser meclisnameyê nivîsîne tevbigerin. Ango: Di bingehê de rapor ji aliyê Taha Yasîn Remezan ve hatiye nivîsandin û ji bo Sedam hatiye bilindkirin.

Îzet Dûrî têbîniyên Sedam bi raporê ve anîne û daxwaz dike ku tevger li gorî wan were kirin. Tişta ku di vê belgeyê de cihê rawestanê ye, ji bilî wê zilm û stemkariya ku kirine û erdên Kurdan dagir kirine û li gorî wan merc û xalên ku di vê raporê de hatine diyarkirin dane wan eşîr û êlên Ereb ên ku amade bûn bên nav komelgehên Erebkirinê û li wir bi cih bibin, bi biryara Sedam ji her yekî re 50 donim erdê avî, 120 donim erdê bejayî, 150 donim erd li wan cihên ku dikevin deverên derveyî artêşê, ango ji bo her yekî ji wan 320 donim erd dihate dayîn.

Têbîniyên ku Sedam Hisên jê re nivîsîne cihê şokê ne ku mirov dibîne ka wan heta çi astê û çiqas bi hûrgilî li ser pêvajoya Erebkirinê kar kiriye.

Sedam daxwazê ji wan dike ku eşîrên Ereb ên ku bo herêmên Dûzxurmatûyê tên anîn û erd didin wan, divê rê bi wan neyê dayîn ku ji bo karkeriyê sûdê ji cotkarên Kurd werbigirin. Ango, nabe rê bê dayîn ku ti Kurdekî ku erd û zeviyê wî hatiye dagirkirin û dane Ereban, ku weke karker jî ji bo eşîrên Ereb ên Erebkirinê li ser wan erdan kar bike.

Ya ji vê jî xofdartir ew e ku hinek Kurd, çi weke gund, êl û malbatekê yan jî tenê weke malbatekê, ku di bin zextê de nasnameya xwe guhertine û kirine Ereb, Sedam Hisên bi xwe daxwaz kiriye ku nabe rê bê dayîn ew Kurdên ku xwe kirine Ereb bi hev re bimînin; divê li ser komelgehên Erebî yên Erebkirinê bên dabeşkirin da ku bihelin û werin pişaftin.

Bi dehan bend û birgeyên din di wê raporê de hene ku pêwîstî bi rawestana li ser wan heye. Ji ber vê yekê, ez êdî tiştekî din li ser naveroka raporê nabêjim da ku xwîner bi xwe wê bixwîne û fêm bike ka pêvajoya Erebkirinê ji bo Beas û Sedêm çiqas armanceke stratejîk bûye.

Bi awayekî wisa ku heta niha jî mirov di navendên desthilata Îraqê de, di hikûmetê de, di saziya artêşê û dezgeha dadweriyê de dibîne ku hîn jî hin kes hene parastinê li bicihkirina biryar û yasayên Sedam dikin.

Tu digihîjî wê baweriyê ku bi ketina Sedam re, hişmendiya dagirkeriyê bi dawî nehatiye.

Lê xema mezin ew e ku Kurd di wê navenda desthilata Bexdayê de beşdar in û hejmarek post û meqam di destê Kurdan de ne û bi awayekî ji awayan bi bêdengiya xwe ya li hemberî van stemkariyan, rê li ber bicihbûna biryar û yasayên Sedam xweş dikin.

RUDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin