Mihyedîn Nahrîn

Mihyedîn Nahrîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Bê Serok Jîyan Dibe!

A+A-

Bê serok jîyan dibe!

Lê bê millet û bê ziman jîyan nabe.

Wekî  Baba Tahir gotî: “Gelek hebûn, gelek hene, gelek tên / Lê çiya û newal û deşt, her yek in”.

Heta niha gellek serok binaxbûne, heta niha şûrê dîrokê serê gelek seroka firandîye. Herçiqasî serok ji vê dinê çûbin jî, milletê ku ew rakirin û ew xistine serok hîn li cihê xwe ne.

Serok beşerî ne lê millet ebedî ne.

Divê serok ji bo milletê xwe hebin, ne ku millet ji bo serokê xwe.

Divê serok xwe qurbanî milletê xwe bikin, ne millet qurbanî serokê xwe.

Divê serok timî di bin xizmeta milletê xwe de bin, ne ku millet di bin xizmeta wan de.

Serok ji bo serkeftin, xweşî û azadîyê alav in divê meriv wan neke armanc. Ger armanc û alav tevlîhev bibe binketin û têkçûyîn derdikeve meydanê

Serokek diçe û yek li şûna wî derdikeve. Ev makazagona xwezayê ye; xweza şûna hertiştî û herkesî dadigire. Gava hûn ji erdê rahijin kevirekî li şûna wî cihek vala dimîne lê bi demê re xweza wî cihê vala hêdî hêdî dadigire. Demek şûn de meriv hem kevir û hem jî cihê vala jibîr dike.

Dem ji bo her tiştî tedawîya herî baş e. Dem hertiştî ji nû ve vedijîne. Bêguman tiştek an kesek nikare şûna serokên hêja tije bike lê rastîyek heye ew jî ev e: piştî serokekî, serokekî din tê ser text. Rastîyeke din jî heye ew jî ev e: millet ebedî û ezelî ye lê serok beşerî ne.

Serok ji bo armanca milletê xwe alav in ne tiştekî din in. Emanet dewa millet û welat ji bo serokan nekin alav. Serokên xwe timî ji bo armanca dewlet û milletê xwe bikin alav.

Bê serok jîyan dibe! Serok, divê xulamê milletê xwe bin û divê ji bo milletê xwe canfeda bin. Piştî serok wezîfeya xwe temam kir li şûna wî serokên nû wê teqez derkevin.

Di gundekî de çar muxtar çênabin û ew muxtarê teqez dê rojekê bikevin hev û dê di navbera wan de şer derkeve. Gava muxtarê gund ketin hev wê çaxê gundîyên jar dê di bin simên wan muxtaran de dê bimînin. Gundî dê mixabin ji bo muxtaran bibin şûr û metrtal. Lê divê armanca muxtar û gundîyan xweşî, azadî û serkeftina gund be ne serkeftina kesekî be. Mixabin carna armanc û alav bi hev cî diguherin. Di rewşên wisa de êş û nexweşî li însanan belav dibe.

Dîrok însan, dewlet, netew, bawerî û îdeolojîyan efû nake. Ger însan, dewlet, netew, bawerî û îdeolojî di rêya xwe de rast bin û ji bo armanca xwe tevbigerin dê tim bi ser bikevin. Serkeftin gelekî rehet e lê bi qasî serkeftinê binketin hîn rehettir e.  Ji bo serkeftinê divê armanc û alav tevlîhev nebin. Dema tevlîhev dibin her kes têk diçe. Ji bo kêfa yek kesî divê meriv gund, bajar, welat, bawerî û îdeolojîya xwe neherimîne.

Di dîrokê de dema alav û armanc tevlîhev dibe pêre binketin tê. Dîrok bi qasî serkeftinan têkçûyînan jî dinivîse. Di dîrokê de ji serkeftinan bêtir têkçûyîn hene. Di bingeha hemû têkçûyînan de serokên ji rê derketî hene.

Hin caran kesên têne ser text û dibin serok armanca xwe jibîr dikin. Ew kes bi demê re têk diçin lê kesê têk diçin tenê serok nîn e. Bi têkçûyîna wan re gel, netew, dewlet, bawerî û îdeolojî jî têk diçe. Serokên têkçûyî li paş xwe welatekî kavil dihêlin û diçin.

Nîv mela ji bawerîyê, nîv bijîşk ji can, nîv mamoste ji zanînê û nîv serok jî ji her tiştî dikin. Ger mela, bijîşk, mamoste û serok baş bin her tişt pêş dikeve û her tişt xurt dibe. Gel, netew, dewlet, bawerî û îdeolojî bi saya kesên îdealîst pêş dikevin.

Bila serok, qurbana axa bin lingên dayîka bin.

Bila serok, qurbana zarok, netew û xwezaya welat bin.

Bila serok, qurbana dar û axa welat bin.

Bê serok jîyan dibe! Lê bê millet û bê ziman jîyan nabe.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin