Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Bangawaziya qewilbêj û micêwrê Êzdîxanê birêz Marwan Bapîrî

A+A-

Ez lave ji we şopîner û kesanên derdora xwe dikim, hûn heta dawî li vê bangawazî û van şîretên ku, qewilbêj û micêwrê Êzdîxanê birêz Marwan Bapîrî dike, guhdarî bikin!

Ez jî li gorî derfetên xwe tevî vê bangawaziya qewilbêj û micêwrê Êzdîxanê birêz Marwan Bapîrî yê ku , (ez wî ji sala 2007 ve nasdikim*1) ji bo civaka Kurd li Ewropayê, bi taybetî li Almanyayê dike*2 dibim û hêvî ji Xwedê û Tawisî Melek dikim, ew piştevanên tendirûstî û temendirêjiya kekê min bin*3!

Belê hêjayan bi dîtina min, xwepêşandanan, hestên raya giştî hinekî bilind kirin, lê ji ber ku ew ne bê stratejîk û rêxistineke neteweyî hatine meşandin, ew ji bo gelê me yê li Rojava yê Kurdistanê di bin mercên dijwar de berxwedide pir nebûne çareserîkirina gelek pirsgirêkên piratîk.

Lewma ji bo em jî bibine alîkar û dengê gelê me yê li Rojava yê Kurdistanê hêvî dikim, em bi erkê Kurdewarî û exlaqî tevî vê bangewaziya ku, qewilbêj û micêwrê Êzdîxanê birêz Marwan Bapîrî dike bibin

 

622799573-4361576100724704-1467789089153660694-n.jpg622849982-4361575887391392-7892870662067458899-n.jpg622819875-4361589454056702-1466167583714316418-n.jpg

Çavkanî:

1 Hevpeyvîna bi kekê Merwan Xelîl Xidir re

https://www.facebook.com/KemTolan/videos/2923040421244953/

2 Bangawaziya qewilbêj û micêwrê Êzdîxanê birêz Marwan Bapîrî

https://www.facebook.com/reel/946440097714234

3 https://fb.watch/EVniNiH3zg/

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin