Bandora Koronayê li ser cotyaran

Bandora Koronayê li ser cotyaran

Li Bakurê Kurdistanê ji alîyekê ve tedbîrên pêşîlêgirtina Varosa Koronayê berdewam dikin û ji alîyekê ve jî cotkar diçin nav zevîyên xwe û cotkarîyê dikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li Bakurê Kurdistanê ji alîyekê ve tedbîrên pêşîlêgirtina Varosa Koronayê berdewam dikin û ji alîyekê ve jî cotkar diçin nav zevîyên xwe û cotkarîyê dikin. Cotkaran piştî çandinîya genim û ceh û nîsk niha jî dest bi çandinîya garis kirine. Cotkarên ku zevîyên xwe kêlayîbûn bûn piştî baranê êdî bi tiraktoran tovê garis diçînin û gubre dikin. Cotkar Hecî Çolak dibêje; ji ber Varosa Koronayê abûrî di nav qeyraneke mezin de ye û çareserî jî hilberîn e. Li gorî Hecî Çolak heger beşa cotkarîyê baş were piştgirîkirin dê barê qeyranê jî sivîktir bibe.

Hecî Çolak – Cotkar- got:"Niha werzê çandinîya garis e. Ev çend roj bû baran dibarîya, zevî şil bû me nedikarî em garis biçînin. Êdî dem namîne û me jî dest bi çandinîya garis kir. Bareneke lêbike dê gelekî baş be. Piştgirîya cotkaran kêm e, mazot û gibre biha ye. Kîloya gibreyî bihe 2,5 lîre. Mazot niha 4 lîre ye lê em qala îro nekin, dê dîsa ibe 6-7 lîre. Ev traktor rojane 200 lître mazot dişewitîne, 4 traktorên me hene, ka bihesibîne çiqas lêçûn zêde dibe. Piştgirî kêm e."

Li gorî ragihandina Wezareta Karên Navxe ya Tirkîyeyê, qedexe ji bo cotkar û rênçberan nehatîye ragihandin û ew dikarin karên xwe bikin. Cotkarên Dîyarbekirê jî ji bo berdewamîya çandinîyê diçin nav zevîyên xwe û karên xwe berdewam dikin. Li gorî nirxandina Serokê Koordînasyona Bajêr ya Jûrên Cotkarên Dîyarbekirê Mehmet Cevat Delîl, ji bo ku qeyrana Coronayê bandoreke mezintir li abûrîyê neke divê dewlet zêdetir piştgirîya cotkaran bike.

Mehmet Cevat Delîl - Serokê Koor. Bajêr yê Jûrên Cotkarên Dîyarbekirê- got: "Pirsgirêka me ya mezin elektrîk e. Ji bilî elektrîkê ti pirsgirêkên me tune ye. Em dixwazin niha piştgirîya pembûyê sala borî niha bigrin. Me pembû sala borî firot û cotkar piştgirîyê dixwazin. Yekitîyên avdanîyê hatine girtin û niha bi destê Serokatîya Karên Dewletê ew kar tê kirin. Cotkarên ku deyndarên elektrîkê ne nikarin piştgirîya xwe bigrin. Ev serokatîya Karên Avê dest datîne ser pereyên cotkaran. Ev dixwazin ji bo vê pirsgirêkê çareserîyek bê peyda kirin."

Wezarata Çandinî û Daristanê ya Tirkîyeyê radigihîne ku ji ber ceyranan êdî dê zêdetir girîngîyê bi cotkarî û cotkaran û hilberînê bidin. Li bakur bi hezaran cotkarên ku ji ber deynên elektrîkê nikarin piştgirîyê cotkarî bigrin hene û ew dixwazin ku bihayê elektrîkê ji bo cotkaran were kêmkirin û piştgirîya mazot û gibre û dermanan jî were zêdekirin.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin