‘Astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê qedexeya li ser zimanê Kurdî ye’

‘Astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê qedexeya li ser zimanê Kurdî ye’

.

A+A-

MED-DER, DILKURD û  Egîtîm-Senê bi daxuyaniyên hevdem bang kir ku perwerdeya bi zimanê dayîkê wekî mafekî xwezayî were naskirin û polîtîkayên asîmîlasyonê bi dawî bibin.

Li gel destpêkirina sala nû ya perwerdeyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, saziyên sivîl ên Kurdan careke din daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê kir û destnîşan kir ku astengkirina vî mafî, astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyeke mayînde ye.

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) bi hevparî li Ameda Bakurê Kurdistanê ji bo daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê meşek li dar xist.

Her wiha Yekîtiya Dildarên Kurdî (DILKURD) jî bi daxuyaniyekê bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê û diyar kir ku pergala heyî ji bo zarokên Kurd "dema helandinê û kuştina çandî" ye.

"Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî xwezayî ye"

Di daxuyaniya hevpar a MED-DER û Egîtîm-Senê de hat gotin, “Çawa ku ji bo hemû gelan perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî xwezayî yê neteweyî ye, ji bo gelê Kurd jî ev maf mafekî xwezayî yê neteweyî ye û têkildarî hebûna gelê Kurd e. Lewma astengkirina vî mafî rasterast nasnekirina nasnameya Kurdan e.”

DILKURDê jî di daxuyaniya xwe de Kurdî wekî "zimanekî kevnar û kevneşop" bi nav kir û da zanîn ku "li Tirkiyeyê hêj jî mafê zarokên Kurd ji bo xwendina bi zimanê xwe nayê naskirin."

"Aştî bi naskirina zimanê Kurdî pêkan e"

Her du daxuyanî jî tekezî li ser wê yekê dikin ku aştiyeke mayînde û wekheviyeke rasteqîn, bi misogerkirina statuya zimanê Kurdî û vekirina rêya perwerdeya bi zimanê dayîkê pêkan e.

MED-DER û Egîtîm-Senê bi bîr xist ku di pêvajoya heyî de jî astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê nasnekirina zimanê dayikê ye û wiha gotin: “Me ev zihniyet li rûniştina Komîsyonê di bêdengkirina dayikên aştiyê de jî dît.

Eger ev zihniyet neşikê, xwişk û biratiyeke li ser esasê wekhevî û dadmendiyê pêk nayê.”

"Dersên bijarte şanoyek e"

Saziyan her wiha rexne li pergala dersên bijarte girt û diyar kirin ku ev pergal ji bo nixumandina polîtîkayên înkarê hatiye avakirin.

DILKURDê di vî warî de got, "Astengiyên sîstematîk ên li hemberî Kurdî di bin navê dersên bijarte de tên veşartin ku ev tenê wekî şanoyekê ye."

Bangî rayedaran û gel hat kirin

Di beşeke din a daxuyaniya MED – DER û Egîtîm Senê bang li hemû sazî û dezgehên Kurdan û malbatan hat kirin ku li hemberî asîmîlasyonê têkoşîna xwe bilindtir bikin, malên xwe bikin dibistanên Kurdî û daxwaza perwerdeya bi zimanê dayîkê bi dengekî berz bînin ziman.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin