Analîza li ser du rêzimanên kurdî yên destpêkê derket

Analîza li ser du rêzimanên kurdî yên destpêkê derket

Samî Tan vê carê berê xwe daye du berhemên ku bi sedan salan berê li ser kurdî hatine amadekirin...

A+A-

 

Cemil Oguz

Zimanzan Samî Tan bi navê "Analîza Du Xebatên Destpêkî yên Rêzimina Kurmancî" pirtûkek amade kir û pirtûk ji Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê derket. Tan ev xebat, wekî teza lîsansa bilind pêşkêşî beşa ziman û çanda kurdî ya Zanîngeha Artûklûyê kirin, lê ji bo çapê hin guhartin tê de çêkirine û niha pêşkêşî xwendevanan kir. 

Zimanzan Samî Tanê berê bi navê "Rêzimana Kurmancî" pirtûkek li ser rêziman amade kiribû. Her wiha ligel Ronahî Onen jî pirtûka dersê ji bo kurmancî bi navê "Hînker" û Hînker Kurmancî seta fêrkirina kurdî amade kiribû û ev pirtûk derketibûn. Niha Tan bi xebateke din li pêşberî xwendevan û eleqedarên zimanê kurdî ye: "Analîza Du Xebatên Destpêkî yên Rêzimina Kurmancî". Tan di vê xebatê de li ser du berhemên rêzimanên kurdî ku di sedsala 19 û 20'an de derketine.

Perwerdehîya kurdî ji sedsala 18’an ve

Bi sedan salan e kurdî zimanê perwerdehîyê ye. Li Başûr û Rojava hê jî ev rewş wisa didome lê li Bakur rewş hinek cuda ye. Lê dîsa jî pirtûkên li ser ziman, yên li ser rêziman û perwerdehîyê jî têne weşandin. Zimanzan Samî Tan balê dikişîne ser perwerdehîya bi kurdî ku di sedsala 17'an de di medreseyan de dest pê kirîye û paşê dibêje, "Di sedsala 18'an de vê yekê bala geştyar û mîsyoneran kişandîye. Li Ewropayê yekemîn berhema der barê zimanê kurdî de di sala 1787'an da li Îtalyayê ji alîyê Garzoni ve hatîye nivîsandin. Piştî Garzoni li rojhilat û rojava gelek mîsyoner, geştyar û peywirdarên welatên cur bi cur bi armanên têval der barê zimanê kurdî de berhem nivîsandine."

Tan piştî bal dikişîne ser van geştyar û mîsyoneran berê xwe dide du berhemên ji wan û wan wekî bingeha vê xebatê digire dest. Yek ji wan di sala 1869'an de ji hêla mîsyonerê amerîkî Samuel A. Rhea ve haitye nivîsandin û ya din jî di sala 1922'yan de ji alîyê R.F.Jardine ve hatîye nivîsandin. Berhema yekemîn der barê kurmancîya Hekarî, ya duyemîn jî der barê kurmancîya Behdînanê de ye.

Berhemên li ser kurmancîya Hekarî û Amedîyeyê

Li ser sedema hilbijartina van her du berheman Tan wisa dibêje: "Berhema Rheayî yekemîn berhema bi îngilîzî ye ku der barê rêzimana kurdî de hatîye nivîsandin. Xebateke qadî ye, Rheayî bi xwe wekî mîsyonerekî li Geverê maye, piştre derbasî Urmîyeyê bûye û li wir jî wefat kirîye. Jardin jî serbazekî îngilîz e, li başûrê Kurdistanê xebat kirîye, li Amedîyeyê maye, ev xebata xwe jî li ser Kurmancîya Behdînan amade kirîye. Ev jî xebateke qadî ye.” 

Tan di vê pirtûka xwe de bi ser wan re hewl daye ku kurdîya kurmancî ji bo ziman, zimannasî û rêzimana kurmancî hîmek were danîn ku xebatên rêzimanî ji çarçoveya rêzimana klasîk derkevin û zêdetir li gorî pîvanên zimannasîyê werin amadekirin.

‘Her du berhem li qadê hatine amadekirin’

Li ser pirsa "alîyê herî balkêş ê her du pirtûkên kevn ku bala te kişandibûn çi bû?" jî Tan van tîne ziman: “Her du berhem jî li qadê hatine amadekirin, xebatên der barê ziman û rêzimana kurdî da di destpêkê da ji ber sedemên cur bi cur bi piranî dûrî qadê, li gorî materyalên nivîskî hatine amadekirin. Nemaze jî berhemên ku ji hêla zimanzan û rewşenbîrên kurd ve hatine amadekirin, berhemên rêzikparêz in, zimên bi reng û dirûvê xwe yê heyî qebûl nakin, dixwazin ‘zimanê rast’ fêrî gel bikin. Lewre pirî caran dirûvê rasteqîn ê zimên di van berheman da xuya nake, gelek formên zimanî yên resen li derveyî lêkolînê tên hiştin. Tiştê ku van her du xebatan ji bo lêhûrbûnê girîng dike jî ev taybetîya wan e; her du berhem hem ji ber ku xebatên qadê ne, hem jî ji ber ku xebatên qedîm in hatine neqandin”

Zimanzan Tan pirtûk li ser şeş beşan amade kirîye û yek bi yek van dinirxîne. Di dawîya pirtûkê de li ser peyvanên li nav pirtûkê kurteferhengek bi zimanê kurdî-îngilîzî-tirkî jî hatîye amadekirin û pêşkêş kirin.
- Analîza Du Xebatên Destpêkî yên Rêzimina Kurmancî /Samî Tan / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê / 2019

Dîyarname

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin