
Amerîka dixwaze Hewlêr û Bexda pirsgirêka budceyê çareser bikin
.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand ku ew dixwazin Hewlêr û Bexda pirsgirêka budceyê çareser bikin.
Pirsgirêka mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê û budce ev bi salan e ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de derdikeve pêş.
Wezareta Darayî ya Îraqê herî dawî 28ê Gulanê ji Hewlêrê nameyek şand û got, “Em nikarin meaşan bişînin.”
Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde mijar ji Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê pirsî.
Tammy Bruceyê diyar kir ku helwesta wan ji berê ve zelal e û ew dixwazin pirsgirêka budceyê êdî biqede.
Pirsa Rûdawê û bersiva Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê wiha ne:
Rûdaw: We got hûn Hewlêr û Bexdayê teşwîq dikin ji bo çareserkirina pirsgirêka budceyê. Gelo hûn bi wan re di pêwendiyê de ne? Hinek nûçe hene ku dibêjin di van demên dawî de, birêvebirê Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê bi Serokwezîrê Îraqê re civiyaye û guşareke rasterast li ser wî kiriye ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê. Niha berpirsên Îraqî dibêjin ku ji aliyê we ve guşareke tund li ser wan heye, derbarê vê babetê. Ti agahiya we ya nû li ser vê heye?
Tammy Bruce: Min di bersiva xwe ya berê de ev yek zelal kir. Heta ji vir jî em eşkere helwesta xwe dibêjin ku em çi çaverê dikin. Ew jî baş dizanin dîtina me çi ye, ji ber ku me ev yek çend caran gotiye.
Ez li vir behsa gotegot û raporan nakim û behsa wan gotegotan nakim ku birêvebirek û balyozek bi kê re rûdine û behsa çi dike. Ew ne karê me ye.
Lê me gelekî eşkere gotiye ku divê ev rewş (pirsgirêka budceyê) bi dawî bibe. Wekî min berê jî got, em piştrast in ku çareserkirina rewşeke bi vî rengî, dê kompanyayan bêhtir han bide da ku biçin herêmê û kar bikin, ev jî dê jiyana hemû xelkê herêmê baştir bike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin