Amedspor dîsa bi ser ket: 4-1

Amedspor dîsa bi ser ket: 4-1

.

A+A-

 Amedsporê li stadyûma xwe Erzincanspor 4 û 1 têk bir û gaveke din jî nêzîkî şampiyoniyê bû.

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de cih digire careke din bi 3 pûanan dilê alîgirên xwe xweş kir.

Alîgirên Amedsporê stadyûma ku kapasîteya wê 33 hezar e tije kir û bi coşeke mezin piştgirî da tîma Amedê ya keskesor.

Lîstikvanê tîmva mêvan Kubilay Yilmaz xuleka 58an golek avêt û tîma xwe 1 û 0 pêş xist.

Lê Amedsporê zû bersiva vê golê da û kêfxweşiya Erzincansporê zêde berdewam nekir.

Lîstikvanê Amed Amedsporê Mert Çapar xuleka 60î gol avêt her du tîm bûn 1-1 wekhev.

5 xulek piştî vê golê lîstivanê Amedsporê Berk Îsmaîl Unsal derket holê û golek avêt.

Piştî Unsal, lîstikvanê Amedsporê Çekdar Orhan xuleka 77an golek avêt û tîma xwe 3-1 pêş xist.

Amedspor xuleka 90+4an bi gola Velî Çetîn encam kir 4-1.

Amedsporê bi vê encamê pûana xwe derxist 68an û cihê xwe yê yekemîniyê parast.

Amedspor dê hefteya pêşiya me li deplasmanê bi Fetiheyesporê re bilîze.

Li hêla din, Kastamonuspora ku di rêza duyem de ye jî li deplesmanê Îskenderun 3 û 0 têk bir û pûana xwe kir 67.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin