ALMANYA - Jineke Kurd di nava mehekê de 2 xelatên girîng wergirtin

ALMANYA - Jineke Kurd di nava mehekê de 2 xelatên girîng wergirtin

.

A+A-

Jina Kurd a bi navê Serpîl Temîz li Almanyayê bûye navekî naskirî. Ew xanimeke wêrek e ku kurê wê li bajarê Hanauyê ji aliyê kesekî nijadperest hat kuştin.

Piştî vê yekê, Serpîlê saziyek ji bo rûbirûbûna nijadperestiyê û handana qebûlkirina hevdû ava kir.

Di dawiya meha gulanê ya îsal de xelatek wergirt û bû Balyoza Demokrasî û Hevqebûlkirinê li Almanyayê.

Roja pêncşema borî li bajarê Kolnê xelateke Saziya Bîmeyên Herêmî (GVV) wergirt.

Ew sazî sîwanek e û hejmareke mezin a bank û saziyên bîmeyê yên Almanyayê tê de endam in. Xelat ewqas girîng bû ku Şaredarê Bilind ê Bajarê Hanauyê Claus Kaminsky, bi taybetî serdana bajarê Kolnê kir û beşdarî merasîma xelatdayînê bû.

Piştî wê jî, Kaminsky bi vî rengî ji bernameya Diyasporayê re behsa wê xelatê kir.

Şaredarê Bilind ê Hanauyê li Almanyayê Claus Kaminsky got:

“Îro em hatine bajarê Kolnê ku tijî gul û gulzar e. Li vir civîna saziyên endamên GVVê heye, ango Saziya Bîmeyên Herêmî.

Ez kêfxweş im ku îsal Serpîl Temîz xelata xwebexşiyê di bin dirûşma "Pirrengî Tê Wateya Yekîtiyê" de wergirt.

Ev ne tenê ji bo wê lê ji bo me jî girîng e. Serpîlê, ez bi navê şaredariya me û bi navê xwe jî, te pîroz dikim.”

Balyoza Demokrasî û Hevqebûlkirinê li Almanyayê Serpîl Temîz bû mêvana bernameya Diyasporayê û wiha got, "Destpêkê me, zêdetirî 60 ciwanên Kurd li Almanya û Ewropayê, li dijî nijadperestiyê dest bi kar kir û her wiha ji bo demokrasiyê.

Paşê, em hemû li Almanyayê civiyan, me konferansek saz kir û Rêxistina Hevqebûlkirin û Demokrasiyê ava kir."

Serpîl Temîzê da zanîn ku kurê wê pêşniyar lê kiribû ku programekê ji bo zarokan çêbike da ku li dibistanan bê xwendin da ku fêr bibin li dijî nijadperestiyê bin û ji bo demokrasiyê kar bikin.

“Ez dixwazim herim Kurdistanê”

Balyoza Demokrasî û Hevqebûlkirinê li Almanyayê ku ji aliyê gelek serok û rêberên welatên Ewropayê ve hatiye pêşwazîkirin wiha domand:

"Mixabin, min ewqas serokên welatan dîtine û li gelek welatan geriyame lê min nikarîbû herim Kurdistanê û welatê xwe bibînim.

Tevî ku ez li Almanyayê bi Serok Barzanî re civiyam û em axivîbûn û min jê re gotibû ku ez nola keçeke Kurd ji bo doza neteweya xwe têdikoşim û her wiha li dijî nijadperestiyê jî kar dikim û hêviya min ew e ku ez di demeke nêzîk de karibim serdana Kurdistanê bikim."

Rudaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin