Ahmed Kanî: Helwestek Baş li dijî Bêtifaqîyê

Ahmed Kanî: Helwestek Baş li dijî Bêtifaqîyê

.

A+A-

                    Ahmed Kanî

 

“Ger dê hebûwa me îttîfaqek

Vêkra bikira me inqiyadek

                                               Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet

                                               Tehsîl-i dikir mi ‘ilm û hikmet

Rom û ‘ereb û ‘ecem temamî

Hemyan ji me ra dikir xulamî” (Xanî, 2010:136)

                                                              

                                                                                    Destpêk

                Çend roj berê (17.07.2022) peyamek vexwedina zîyaretkirina gora Şêx Evdirehîmê Pîranî ji alîyê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê), ve ji me ra hat. Ev demek dirêj e ku ez serê xwe bi rewşa bêtifaqîya kurdan ra diêşînim. Ez fikirîm ku di ser şehadeta Şêx Evdirehîm û rêhevalên wî ra 85 sal derbas bûye; ger ez karibim, lêkolînek bi mebesta gelo em kurd çawa karin vê bêtifaqîyê çareser bikin, bikim dê baş bibe. Em (Ez, Henîfî, Wehîd û Evdila) roja duşemê bi taksîya Kek Hesen ji Navenda PAKê birêketin. Di rê da em, hevalên PSKê (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê) û TDKê (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê) li petrolek derveyê Bismilê gihîştin hev. Me li ser gora Şêx Evdirehîm Şehîdên Kurdistanê bibîr anî. Di Serî da Henîfî Turan agahî da çapemenîyê. Cano Amedî jî ev teksta li jêr xwend:

                “Daxuyanîya Hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê ya bi minasebeta 85emîn salvegera şehadeta Şêx Evdirehîm û hevalên wî:

Hevalên Héja, Kurdistanîyên Ezîz,

Em di salvegera şehadeta têkoşer û pakrewanên doza Kurd û Kurdistanê Şêx Evdirehîm û hevalên wî de, hemû şehîd û canfedayên Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîrtînin!

Şêx Ebdurehîm, birayê Şêx Seîd e. Şêx Seîd di 8ê sibata 1925an de li Pîranê dibe mêvanê  birayê xwe. Piştî provakasyon û bêrêzîya tîmek leşekêrê dewletê, fîşeka pêşî ya bûyera  serhildana 1925an ji alîyê Şêx Ebdurehîm tê teqandin.

Di serhildana 1925an ya Şêx Seîd de, Şêx Evdurehîm serdarê enîya şer ya Maden, Çêrmûg û Erxenî ye. Piştî serhildana 1925an dişkê, Şêx Evdirehîm û hinek hevalên xwe teslîm nabin û  çend salan berxwedana xwe didomînin. Lê gava îmkanê berxwedanê namîne, ew derbasî  Binxetê, ango Başûrê Rojavayê Kurdistanê dibin.

Gava qetlîama Dersimê destpé dike, Şex Evdirehim û hevalên xwe yên têkoşer û canfedayên Kurdistanê di 9ê tîrmeha 1937an de derbasî Serxetê, ango Bakurê Kurdistanê dibin. Di nava wan kesan de, Cemîlê Seyda, Selehedînê kurê Seyidxan, Elî Begê Stewrê, Şêx Mizbeh û  egîtên dilpola hebûn.

Şêx Evdirehîm û hevalên xwe dixwazin di hewara xwişk û birayên xwe yên Dersimê de herin.

Piştî derbasî Serxetê dibin, ew xwe dighêjînin deşta Perîşanê ya gundê Seletê ya Bismilê. Li cîhekî li wê derê xwe vedişêrin ku êvarî rêwîtiya xwe bidomînin. Yekî ji nav wan ku navê wî Ziya ye û bi alîkarîya hin xwefiroşên deverê îxbara wan têkirin. Di destpêkê de, hinek leşkerên dewletê û çend bekçîyên Sînanê dora wan digrin. Li mintiqa gundê Mîrkulyayê şer dest pê dike û li wê derê Şêx Evdirehîm şehîd dikeve.

Lê hevalên Şêx Evdirehîm jî li wê derê Muxtarê gund dikujin û hedî hedî riya xwe didomînin. Lê piştî demekê, leşkerên alaya Diyarbekir û Mêrdînê jî xwe dighînin cihê bûyerê.

Şex Evdirehîm xwe li nav zevîyên genim vedişêrin. Leşker agir berdidin genim û bi çekên giran li wan direşînin. Hinek ji wan di nav geniman de têne şewitandin, hinek ji wan ji alîyê leşkeran ve têne şehîd kirin; hinek ji wan jî, ji wê dorpêçê xelas dibin. Lê mixabin dîsa ji ber îxanet û îxbaran, ew jî têne şehîd kirin. Eskerên hov yên dewletê, serê gelek kesan jê dikin û laşîn wan jî bi sungûyan kunkunî dikin!

Em bi berxwedan û têkoşîna şehidên xwe serfirazin. Bila herkes baş bizanibe li wir pakrewan û fedaîyên doza Kurdistanê li dijî dagirker û îxanetkaran bi canê xwe, bi xwîna xwe dîrok nivîsîn, Bi helwest û sekna xwe, bi têkoşîn û berxwedana xwe bûn têkoşerên Berxwedana Dêrsimê. Bûn heval û hogirên Elîşêr, zerîfe xanim û Seyid Riza.

Şehîdên Kurdistanê rûmet û hêjayîya herî mezin ya doza Kurdistanê ne. Em Şêx Evdirehîm û hevalên wî û hemû pakrewanên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tinin û wê her dem di xebat û têkoşîna me de bijîn!

18.07.2022

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)

PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)

TDK-TEVGER(Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)”

                Min cara pêşîn di bîranînên Mehmûd Yeşîl da bûyera şehîdkirina Şêx Evdirehîm û rêhevalên wî xwendibû. (Yeşîl, 2009:56) Şêx Evdirehîm û rêhevalên xwe ji Rojavayê Kurdistanê bo alîkarîya kurdên herêma Dêrsimê û rêberê wan Seyîd Riza bi rê ketine, di 9ê Tîrmeha 1937an da derbasî Bakurê Kurdistanê bûne. Birêz Mehmûd Yeşîl Wiha dinivîse:

“Qasî ku ez zanim, Şêx Evdirehîm û hevalên xwe 17 kes bûne; Şêx Evdirehîmê birayê Şêx Seîd Efendî, Cemîlê Seyda, Hesen Axayê Pîranî, Silhedînê kurê Seydxaxnê kerr ê ji mala Ûsifê Seydo, Hilmî Efendîyê Mûşî, Xalidê Şerîfê, Hecî Teyîb, Mihemedê Xatê û Evdilsemedê ji Licê, Şêx Mîsbehê ji mala Bokarkî, Silêmanê Salikî, Serreşê Baqustanî, Xelefê Miheme, Zîyayê Dêrsimî, Mistefa Beg, Elî Beg û Huseyn Beg. Ev sê kesên dawîn berîya serhildana Şêx Seîd Efendî di Artêşa Tirkîyê da Yuzbaşî (Sitvan) bûne û ji mîrekên Stewrê ya bi ser Mêrdînê bûne. Ji xeynî wan Zîyayê Dêrsimî jî Yuzbaşî bûye. Ev kes çend leşker kûştîye û revîye nav kurdan.

Li gora malûmatên ku min ji bavê xwe û çend kesên din stendine ew tên ber Seleta Jêrîn a ku li ser Bismilê ye. Dema şefeq lê dide ew dixwazin li kêleka çem, li biniya Seleta Jêrîn, di nav dar, giya û zilan da xwe veşêrin heta ku dibe êvar. Ew ê êvarê bi rê bikatana û ji wê dere biçûna. Muxtarê Seletê, Ûsivê Rehîmê, radibe ku here paleyîyê, dinêre ku hinekên çekdar di binîya gund ra diçin dikevin nava zilan. Ew jî lê dixe diçe Seleta Jorîn, ba Emerê Koperî, jê ra bûyerê dibêje. Ew jî dibêje: ‘Were çika em herin binerin, cihê wan nîşanî min bide.’ Tên Seleta Jêrîn. Dibînin ku gundî li hev diçin û tên. Ji wan dipirsin dibêjin: ‘Ev çi mesele ye?’ Gundî dibêjin yuzbaşiyê Bismilê hatiye… Emer Yuzbaşiyê Bismilê nas dike, ji Ziaya ra vê rewşê dibêje. Zîyayê Dêrsimê bi hevalên xwe ra xayîntî dike. Ew, Emerê Koperê û Ûsivê Rehîmê îxbara Şêx Evdirehim û Rêhevalên wî dikin. (…) Ji Diyarbekir û Mêrdînê gelek leşker tên. Şerekî mezin dertê û heta êvarê dewam dike. Şêx Evdirehîm û hinek hevalên xwe tên kuştin. Ûsivê Rehîmê jî li wirê tê kuştin. Jimara leşkerên kuştî nayê zanîn. Serreşê Baqustanî deverê nas dike, di nava çuha medrebê ra xwe digihîne nav birincê û xwe xilas dike. Cemîlê Seyda birîndar dibe, xwe di nava genim da vedişêre. Gavanê gundê Mîrquliyayê wî dibine, dixwaze alîkarîya wî bike, lê gundîyek din bi dizî ew dişopîne û dere îxbara Cemîlê Seyda dike. Leşkerê ku bi hespê xwe tê ber wî, da wî bigire; Cemîlê Seyda ew dikuje, li hespa wî siwar dibe, lê leşkerên din wî gulebaran dikin ew jî şehîd dikeve. (…)”

Mehmûd Yeşîl di bîranînên xwe da bi berfirehî behsa van hemû şehîdan dike. (Yeşîl, 2009:56-57-58-59-60-61-62)

Ev bûyera bi êş û elem, ji ber helwesta baş a van şehîdan ku bi nîyeta alîkarî û piştgirîya berxwedana gelê Dêrsimê derketibûn rê hinek be jî bar û êşa neteweya kurd sivik dike. Her dem dijminê kurdan xwestine bêtifaqîyê têxînin nav mala kurdan. Mînakên vê rewşa bêtifaqîyê gelek in. Em ê bitenê li ser îxaneta li hember berxwedana 1925an û ya 1937an hinek rawestin.

Di destpêka avabûna Rêxistina Azadîyê da bacanaxê (hevlingê) Şêx Seîd Serdarê Malnişîn Qasim, dibe muxbîrê Mistefa Kemal. (Serhedî, 2021:57) Mistefa Kemal jê ra dibêje tu wan kesên ku doza kurdîtîyê dikin bişopîne. Ew jî vê îxanetê dike û di Dadgeha Îstîqlalê ya Şerqê da li xwe mikur tê.

Îxaneta li dijî rêberê tevgera Dêrsimê, Seyîd Riza jî ji alîyê birazîyê wî yê bi navê Rayver Qop ve hatîye kirin. Îxanetkar û xwefiroş Rayver bi çuwalan pere kom dike ku here li cem tirkan jîyanek ava bike. Lê piştî ku dewleta tirkan karê xwe yê dagirkerîyê bi dawî tîne, ew li ber çavê kurê wî, Elî Heyder (hê zarok e) dikuje û kur jî bi ser da… (Çem, 2021:645)

                                                                                      Encam

                Ev çar sed sal e, zanyar û rêberên kurdan yên wek Ehmedê Xanî banga ji holê rakirina vê bêtifaqîyê dikin, lê mixabin heta roja me ya îro jî ev bêtifaqî ji holê ranebûye. Pêwîst e, îxanetkar û xwefiroş ji aqûbeta (encama) Rayver Qop ders bigirin û dev ji vê karê qirêj berdin, ji bo rizgarîya Kurdistanê û neteweya kurd têbikoşin.

 

Çavkanî

Çem, Munzur, Ey Dêrsim Bikene (Roman), Werger: Mûsa Şanak, Weşanên Dengê, Dîyarbekir 2021

Serhedî, Kerem, Serhildana Şêx Seîd-Zabitnameyên Dadgeha Îstîqlalê ya Şerqê, Weşanên Payîz Amed 2021

Xanî, Ehmedê, Mem û Zîn, Weşanên Avesta, Şîrove û Kurdîya Îro: Jan Dost, Stenbol 2010

Yeşîl, Mehmûd, Desteyek ji Çîroka Jîyana Min, Weşanên DOZê, Stenbol 2009

 

                                                               Çavkanîyên elektronîk

https://www.kurdistan24.net/kmr/story/59384-PAK,-PSK-%C3%BB-TEVGER-%C5%9E%C3%AAx-Evdireh%C3%AEm-%C3%BB-heval%C3%AAn-w%C3%AE-bi-b%C3%AEr-an%C3%AEn

Vîdeo: https://fb.watch/em2RcVD7ua/

 

Bixwîne: PAK, PSK, TDK-TEVGERê Li Ser Mezelê Wî, Şêx Evdirehîm Bibîranîn

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin