PAK, PSK, TDK-TEVGERê Li Ser Mezelê Wî, Şêx Evdirehîm Bibîranîn

PAK, PSK, TDK-TEVGERê Li Ser Mezelê Wî, Şêx Evdirehîm Bibîranîn

.

A+A-

PAK, PSK, TDK-TEVGERê roja 18.07.2022yê, bi minasebeta 84emîn salvegera şehadeta Şêx Evdirehîm ê birayê rêberê miletê Kurd Şêx Seîd û hevalên wî, li ser mezelê wî bibîr anîn.Şêx Evdirehîm di roja 18.07.1937ê da şehîd ketibû.Mezelê Şêx Evdirehîm, li ser rêya Batman û Bismilê, li gundê Devreşiyê (Hasanpınar) ye.

Li gel rêvebirên PAK, PSK, TDK-TEVGERê, nivîskar û lêkolînerê Kurd Ahmed Kan jî beşdarî bibîranînê bû.

Bernameya bibîranînê, li ser mezelî, bi Sirûda Neteweyî Ey Reqîbê û bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpêbû.

Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran li ser navê vê çalakîya bibîranînê axaftineke kurt kir.

Hanîfî Tûran di axaftina xwe da, bal kişand ser girîngîya hatina Şêx Evdirehîm û hevalên wî ya ji bo beşdarîya Berxwedana Dêrsimê û got ev helwest helwesteke neteweyî, niştimanî ye.Hanîfî Tûran herweha got ’’Em îro wazîfedarin ku wê alaya azadîyê ya ku Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza, Şêx Evdirehîm, Pêşewa Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanîyê nemir bilind kiribûn, tu carî li erdê nexin û heta azadî û serxwebûna Kurdistanê divê em li ser rêbaza wan bimeşin’’.

Piştî axaftina Hanîfî Tûran,Berdevkê TDK-TEVGERê Cano Amedî daxuyanîya hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê ya di derbarê têkoşîn û helwesta Şêx Evdirehîm da xwend.

Çalakîya bibîranînê bi xwendina fatîhayeke ji bo hemû şehîdên Kurdistanê bidawî hat.

……………………..

Daxuyanîya Hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê ya bi minasebeta 84emîn salvegera şehadeta Şêx Evdirehîm û hevalên wî:

Hevalên Héja, Kurdistanîyên Ezîz,

Em di salvegera şehadeta têkoşer û pakrewanên doza Kurd û Kurdistanê Şêx Evdirehîm û hevalên wî de, hemû şehîd û canfedayên Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîrtînin!

Şêx Ebdurehîm, birayê Şêx Seîd e. Şêx Seîd di 8ê sibata 1925an de li Pîranê dibe mêvanê birayê xwe. Piştî provakasyon û bêrêzîya tîmek leşekêrê dewletê, fîşeka pêşî ya bûyera serhildana 1925an ji alîyê Şêx Ebdurehîm tê teqandin.

Di serhildana 1925an ya Şêx Seîd de, Şêx Evdurehîm serdarê enîya şer ya Maden, Çêrmûg û Erxenî ye. Piştî serhildana 1925 an dişkê, Şêx Evdirehîm û hinek hevalên xwe teslîm nabin û çend salan berxwedana xwe didomînin. Lê gava îmkanê berxwedanê namîne, ew derbasî Binxetê, ango Başûrê Rojavayê Kurdistanê dibin.

Gava qetlîama Dersimê destpé dike , Şex Evdirehim û hevalên xwe yên têkoşer û canfedayên Kurdistanê di 9ê tîrmeha 1937an de derbasî Serxetê, ango Bakurê Kurdistanê dibin. Di nava wan kesan de, Cemîlê Seyda, Selehedînê kurê Seyidxan, Elî Begê Stewrê, Şêx Mizbeh û egîtên dilpola hebûn.

Şêx Evdirehîm û hevalên xwe dixwazin di hewara xwişk û birayên xwe yên Dersimê de herin.

Piştî derbasî Serxetê dibin, ew xwe dighêjînin deşta Perîşanê ya gundê Seletê ya Bismilê. Li cîhekî li wê derê xwe vedişêrin ku êvarî rêwîtiya xwe bidomînin. Yekî ji nav wan ku navê wî Ziya ye û bi alîkarîya hin xwefiroşên deverê îxbara wan têkirin. Di destpêkê de, hinek leşkerên dewletê û çend bekçîyên Sînanê dora wan digrin. Li mintiqa gundê Mîrkulyayê şer dest pê dike û li wê derê Şêx Evdirehîm şehîd dikeve.

Lê hevalên Şêx Evdirehîm jî li wê derê Muxtarê gund dikujin û hedî hedî riya xwe didomînin. Lê piştî demekê, leşkerên alaya Diyarbekir û Mêrdînê jî xwe dighînin cihê bûyerê.

Hevalên Şex Evdirehîm xwe li nav zevîyên genim vedişêrin. Leşker agir berdidin genim û bi çekên giran li wan direşînin. Hinek ji wan di nav geniman de têne şewitandin, hinek ji wan ji alîyê leşkeran ve têne şehîd kirin; hinek ji wan jî, ji wê dorpêçê xelas dibin. Lê mixabin dîsa ji ber îxanet û îxbaran, ew jî têne şehîd kirin. Eskerên hov yên dewletê, serê gelek kesan jê dikin û laşîn wan jî bi sungûyan kunkunî dikin!

Em bi berxwedan û têkoşîna şehidên xwe serfirazin. Bila herkes baş bizanibe li wir pakrewan û fedaîyên doza Kurdistanê li dijî dagirker û îxanetkaran bi canê xwe, bi xwîna xwe dîrok nivîsîn, Bi helwest û sekna xwe, bi têkoşîn û berxwedana xwe bûn têkoşerên Berxwedana Dêrsimê. Bûn heval û hogirên Elîşêr, zerîfe xanim û Seyid Riza.

Şehîdên Kurdistanê rûmet û hêjajîya herî mezin ya doza Kurdistanê ne. Em Şex Evdirehîm û hevalên wî û hemû pakrewanên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tinin û wê her dem di xebat û têkoşîna me de bijîn!

18.07.2022

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)

PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)

TDK-TEVGER(Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)

1-275.jpg6-124.jpg7-094.jpg2-306.jpg3-283.jpg4-230.jpg5-175.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin