AFP: Vîrusa Korona li Ewrupa Pirtir ji 300 Hezar Kes Kuştine

AFP: Vîrusa Korona li Ewrupa Pirtir ji 300 Hezar Kes Kuştine

.

A+A-

Hejmarên rojane yên pêketinên vîrusa korona û mirinên ji wê vîrusê li Ewrupa jinûve bilind dibin.

AFP’ê ragihand ku vîrusa korona li Ewrupa heta niha pirtir ji 300 hezar kes kuştine.

Li gor agahîyên ku AFP’ê ji sazîyên saxlemîyê yên welatên Ewrupa kom kirine, li wê parzemînê jiber vîrusa korona heta niha 300,688 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Agahîyên AFP’ê raber dikin ku sê paran du parên wan mirinan li Brîtanya, Îtalya, Fransa, Îspanya û Rûsya çêbûne.

Bi zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona re welatên wek Fransa, Îtalya û Brîtanya, ku di mehên havînê de tedbîr sist kiribûn, derketinên derve jinûve sînordar kirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin