AFAD: Heya niha 92 kes wefat kirin û 994 kes birîndar bûn

AFAD: Heya niha 92 kes wefat kirin û 994 kes birîndar bûn

.

A+A-

Rêxistina AFAD ê ya bi ser wezareta karên hindir ya Tirkiyê encama erdheja Îzmîrê ya heya niha ragihand û xal bi xal bo çapemeniyê got:

* Heya niha 92 kes wefat kirine û 994 kes birîndar bûne. Ji birîndaran dermankirina 154 kesan dewam dike.

* Di 5 apartmanan de lêgerîn û rizgarkirina kesan dewam dike.

* Di pey erdheja mezin de ya bi dereca 6.6 an, 43 erdhej di ser 4an de çêbûne û bi temamî jimara wan gihaya 1323 erdhejan.

* Vegirtina 1712 çadiran temam bûye û ji 38 îstasyonên mobîl bazê 30 heb ji wan hatine danîn.

* Bo herêma erdhejê 3.545 çadir, 24.382 battaniye,13.280 livîn, 5.500 setên xewê, 2657 setên metbexan, 153.376 unîteyên xwedî kirinê, 113.083 alavên îkramê, 57 çadirên bi armancên giştî tên bikaranîn û 4 konteynirên dûş-tuwaletê hatine şandin.

* Di 5 apartmanan de xebat dewam dike û ya 12 apartmanan temam bûye. Tesbîta xesaretan dewam dike. Heya îro wezareta kawirdoriyê di 4.424 apartmanan de, di beşên ser bixwe de, di 33.434 beşan de tesbîtan kiriye. Jimara xaniyên xeter gihaye 58 apartmanan. Yên xesara wan kême, 397 apartmanin.

* Bo her malbata ku ciyê xwe biguhêre, perê guhertina cîh 5 hezar û kiriya xanî dê hukumet bide.

* Di nav yek mehê de xaniyên divê bên xerabkirin, dê bên xerabkirin.

*Wê bi mezinahiya 46.000 m2 bajarekî ji konteyniran bê avakirin.

* Bo seranserê bajêr hefteyekî navbir dane perwedê.

* Bo mirovên birîndaran, wezareta tenduristiyê xeta jimare 184 texsîs kiriye û kesên bixwazin li birîndarên xwe bipirsin dikarin di ser wê xetê de bigerin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin