
Abdurahîm Akdag: PKK dê li Herêma Kurdistanê çekan deyne
.
Parlamenterê berê yê AK Partiyê Abdurahîm Akdag got, “Piştî hevdîtina Erdogan û Heyeta DEM Partiyê dê hinek gavên nû bên eşkerekirin."
Akdag her wiha got, "Dibe ku di dîmenên danîna çekan werin dîtin û danîna çekan wê li Herêma Kurdistanê be."
Parlamenterê berê yê AK Partiyê Abdurrahîm Akdag beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû li ser pêvajoya çareseriyê pirsên Nalîn Hesenê bersivandin
Akdag da zanîn ku dê di demeke nêz de Serokkomarê Tirkiyeyê û Heyeta DEM Partiyê bicivin ev civîn dê gelekî girîng be.
Li gorî gotinên Abdurrahîm Akdag, dibe ku "dîmenên çekdanînê ji xwe amade bin" û piştî civîna Erdogan û DEM Partiyê bên weşandin.
Akdag her wiha diyar kir ku ji bo vê pêvajoyê, dê DEM Partî bi Serokê MHPyê Devlet Bahçelî re jî bicive û piştre serdana Îmraliyê bike.
Derbarê cihê danîna çekan de jî Akdag got, "Wê danîna çekan li Kerkûk, Silêmanî û Hewlêrê be.
Ez bawer im di dema danîna çekan de wê nûnerên Herêma Kurdistanê, dewleta Tirkiyeyê û PKKyê amade bin."
Akdag bal kişand ser wê yekê ku heta niha tenê gerîlayên PKKyê bi awayekî tekane xwe radest kirine û got "Lê me wekî komeke mezin tiştekî wisa nedîtiye."
Daxwazên Ocalan û hevdîtinên çaverêkirî
Derbarê nûçeyên ku behsa hevdîtineke çaverêkirî a di navbera Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî de dikin, Akdag got, "Rast e ku Ocalan daxwaza hevdîtinê kiriye."
Akdag amaje bi wê yekê da ku eger pêvajoya çekdanînê bikeve ware bicîkirinê, "wê şert û mercên Îmraliyê baştir bibin û serdan zêdetir bibin."
Lê belê, Parlamenterê berê yê AK Partiyê li ser hevdîtina Ocalan a bi kesayetiyên ji derveyî Tirkiyeyê re jî û bi taybet li gel serok Barzanî rawestiya û got, ev yek xwedî "aliyê hiqûqî û dîplomatîk" e û dem jê re pêwîst e.
Akdag destnîşan kir ku Tirkiye "bi çavekî hiqûqî yê erênî û xêrê" li Herêma Kurdistanê dinêre lê hevdîtina bi Mezlûm Ebdî re zehmet dibîne û sedem jî li gel ku ew dibêje "ji ber ku navê wî li Tirkiyeyê hîna wekî terorîst tê naskirin."
Abdurrahîm Akdag her wiha eşkere kir ku Ocalan daxwaza hevdîtina bi hin rewşenbîr û rojnamegeran ên li nav Tirkiyeyê re jî kiriye û di nav wan de navê Cengîz Çandar jî aniye ziman.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin