Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

 8 Adarê li hemû keç, jinên cîhanê û bi taybetî jî li keç û jinên Êzdî pîroz be!  

A+A-

“Dayik, xwuşk, keç û jinên Êzdî,  ez vê roja mafê Jinan, roja 8 Adarê li hemû keç û jinên cîhanê û bi taybetî jî li kêç û jinên Êzdî piroz dikim!

Gule cKed û tekoşina jinan hertim ji bo civak û ola me mezin bû û hêjî mezine, lê mixabin heta îro jî mafê jinan li gelek cîhan de, bi nezanî û bi zanebûn tê wendakirin. Hêjî gelek keç û jin tên kuştin, firotin, jiyan û evîna jinê bi rengê qelend û zewaca bi zorê tê tûnekirin. Mixabin, ne tenê li Kurdistanê, li hemû cîhanê û heta di nav civakên pêşketî û demokrat de jî wisaye.
Roja 8 Adarê ji bo parastina mafê jinê sembolek mezine. Hemû mafê kû îro jinan bi destxistiye, berhemên tekoşin û xebatên jinên bi nav û dengin. Ez gelekî serbilind im ku, me jinên Êzdî yên li bajarê Celle de, xwe hinekî bi hêz û rêxistinkir. Me xwast hemû keç û jin xwe pêşbixînin, xwe fêrî îmkan, mafê û hêza xwe bikin, em bi xwe bibin deng û bigihîjine armancên xwe!

Hêvîdarim ku, keç û jinên Êzdî jî van fersend û îmkanên xwe nasbikin. Ew bizanibin ku em jin stûna nîvê civakê ne. Civak bi me ava û xira dibin, zana û nezan dimînin. Lewma jî divê, em ne tenê ji bo xwe, herweha ji bo zarok, civak û ola xwe serî rakin û bixebitin. Divê em li hemû cî û di nav hemû rêxistin û komelan de cîhê xwe bigrin û bê deng nemînin. Em baș bizanibin ku hêza me jinan ji bo parastin û pêșxistina civakê gelekî girînge.  

Bi hêviya pêşerojek wekhev, jiyanek azad, serfiraz, bi bextevarî û serbilindî ez silavên germ bo we diweşinim. Bila hemû rojên me mîna 8 Adarê bin!

Silav û Rêz !”  Gûlê Tûkû

Ez jî 8 Adarê (roja jinên cîhanê) li tevaya jinên heval û xêrxwazên Êzdiyatiyê, hemû jinên cîhanê û Kurd pîroz dikim. Jiyaneke xweş û serkeftî ji tevan re dixwazim.

Hêvîdarim kesên ku li jin û keçan zordestî dikin ne mînin !

Kemal Tolan

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin