35 hezar zarokên Ûkraynî wenda ne

35 hezar zarokên Ûkraynî wenda ne

.

A+A-

Ji dema dagirkirina Ûkraynayê ya ji aliyê Rûsyayê ve, bi hezaran zarok bi darê zorê ji malbat, sêwîxane, an ji nav şer hatine revandin.

Li gorî lêkolînên Laboratuwara Lêkolînên Mirovan a Zanîngeha Yale, nêzî 35 hezar zarok li Rûsyayê an li herêmên dagirkirî têne girtin. Lê heta niha tenê 1,366 zarokan karîne vegerin Ûkraynayê.

Jineke Ûkraynî ya bi navê Natalia ji rojnameya Ingilîstanê The Guardianê re qala serpêhatiya xwe ya dijwar kir. Wê diyar kir kurên wê bi hinceta “kampeke betlaneyê” birine bajarê peravê Anapayê yê Rûsyayê, lê destûr nehat dayîn ku vegerin. Nataliayê bi pasaportên sexte sînor derbas kir û karî zarokên xwe rizgar bike. Wê li ser vê yekê anî zimên: “Ew ji bo min her tişt in. Kêliya ku em dîsa li hev civiyan nayê vegotin.”

Lêkolîn  diyar dikin ku Rûsya van zarokan dişîne kampên perwerdehiya leşkerî, hin ji wan jî dane xwedîkirin. Wêneyên satelîtê, belgeyên fermî, û şahidiyên malbatan hebûna bi hezaran zarokan piştrast dikin. Zarokên rizgarbûyî gotin ku neçar man sirûda neteweyî ya Rûsyayê bêjin û bi zimanê Ûkraynî axaftin qedexe bû. Kurekî 9 salî got: “Ji me xwestin ku em ala Rûsyayê xêz bikin.”

Nathaniel Raymond ku li Zanîngeha Yaleyê Amerîkayê akademîsyen e, ev yek şiband polîtîkayên Germanîzekirina zarokên Polonî di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de e û got:

“Ev dibe ku mezintirîn revandina zarokan a di dema şer de be.”

Parêzvanên mafên zarokan ên Ûkraynî jî nîgeran in, ji ber ku qanûnên Rûsyayê destûrê didin ku zarokên Ûkraynî ji aliyê malbatên Rûs ve werin pejirandin.

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin