
35 Durziyên revandî hatin vegerandin
.
A+A-
Hate ragihandin ku îro 8ê Cotmehê 35 sivîl revandî, hatin berdan.
Hate zanîn ku ew 35 kes ji aliyê hêzên Şamê ve dema bûyerên Siwêdayê hatibûn girtin û piştî 3 mehan ji girtîgeha Edra hatin berdan û vegeriyan Siwêdayê.
Çavkanîyan ragihandiye ku hîna zêdetirî 40 sivîlên revandî hene û tu agahiyên fermî derbarê aqûbeta wan de nîn e. Xelkê Siwêdayê daxwaza eşkerekirina cihên wan û berdana wan dike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin