Zozan ji Swêdê çû – biryara dersînorkirinê tê rexnekirin

Zozan ji Swêdê çû – biryara dersînorkirinê tê rexnekirin

.

A+A-

Zozan Buyuk ku Säpo ew li hember ewlehiya Swêdê weke xeter destnîşan kiribû bi zaroka xwe ya destan re ji Swêdê derket. Zilamê wê û kurê wan ê pênc salî mane li Swêdê.

Lê biryara dersînorkirina Zozan ji gelek aliyan ve tê rexnekirin.

Anna Massarsch parêzera Zozan e:

– Dibêjin ew li hemberî ewleyiya Swêdê xeter e û ji ber vêya tê dersînorkirin. Lê nabêjin bê sebeba xeteriya wê çi ye. Loma xweparastina li hemberî îdiayan pir zehmet e. Ev biryar heqê wê yê takekesî û malbatî binpê dike.


Zozan Buyuk kurdeke ji bakurê Kurdistanê ye û li Belçika mezin bûye, hevwelatiya wira ye. Di 2015ê de bi kurdekî hevwelatiyê Swêdê re zewicî û bar kire vir. Ew li Örebro bi cî bûn, du zarokên wan çêbûn.

Di 2017ê de gava Zozan serî li dirêjkirina mafê rûniştinê da Säpo îfadeya wê girt. Du salan piştre Daîreya Koçê (Migrationsverket) ew agahdar kir ku li hember ewlehiya Swêdê xeter e, divê ji Swêd derkeve û heta 10 salan nikaribe vegere.

Li gor rapora dawî ya Säpo li Swêdê biryara dersînorkirinê li 200 kesî heye, ji ber ku ew li hember Swêd weke xeter têne hesibandin. Lê ji ber ku li welatê wan xeter heye Swêd kariye kêm ji van kesan dersînor bike. Bes di meseleya Zozan de ji ber ku li Belçika tu xeter li hemberî wê nînin û diviyabû ew derkeve, loma îro piştî nîro balafira wê ji Arlanda rabû. Ew û keça xwe ya ku hîna du sal temam nekirine çûne Belçika. Kurê wê yê pênc salî û zilamê wê li vir man.

Amnesty, rêxistina efûya navneteweyî, doza Zozan ji nêzîk ve şopandiye û rexnegir e. Madelaine Seidlitz ku li Amnesty li pirsên koçberî û mafê mirovan dinere dibêje:

Wextê ku kesek nizanibe bi çi tê gunehbarkirin pîvanên  hiqûqî nayêne cî û mirov nikare xwe baş biparêze û bi me ev pirseke cidî ye.

Gelek siyasetvanan jî doza Zozan anîne rojevê û ji wezîran daxwaza zelalkirinê dikin. Yek ji wan parlamenterê Sosyaldemokrat Anders Österberg e, ku gumanan dibe ser rola Tirkî.

– Di demeke ku çalakiyên îstixbarata Tirkî zêde bûne de li gelek welatên Ewrûpa li hember kurdan em hewdlanan dibînin û doza Zozan jî bi van hewldanan ve girê dide.

Li ser pirsa me ya bê naxwe gelo Tirkî tesîrê li meqamên swêdî dike Österberg dibêje:

– Em bi zelalî nizanin. Lê di medya Tirkî de behsa peymaneke navbera Swêd û Tirkî tê kirin, loma wî ev pirs ji Wezîrê Dadê kiriye û xwestiye ew were ronîkirin.

Radyoya Swêdê ji Wezîrê Koçberî û Dadê Morgan Johansson daxwaza hevpeyvînê kir, wî nexwest beşdar bibe, lê di nameyeke ku ji me re şiyandiye de wiha nivîsiye:

”Ez nikarim li ser dozên takekesî biaxivim. Lê baweriya min û hikûmetê bi kar û nirxandinên Säpo, Daîreya Koçê û Dadgehên Koçê mezin e.” Û bi berdewamî ew dibêje ”tu pilanên ku ew li qaîdeyan binêrin nînin”.

Parêzera Zozan dibêje wan ji niha de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpa dane. Ew dibêje ev pêvajo wê wext bigire, lê bi ew bi hêvî ne ku dadgeha ewrûpî dozê bigire dest.


Beşîr Kavak-sverigesradio

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin