Zelenskyy: Rûsya hemû Ukraynayê dagir bike jî şer dê berdewam be

Zelenskyy: Rûsya hemû Ukraynayê dagir bike jî şer dê berdewam be

.

A+A-

 Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy di hevdîtinekê de daxwaz ji Amerîkiyan kir ku di şerê dijî Rûsya de piştevaniya wan bikin. Zelenskyy tekez dike, Rûsya hemû Ukraynayê dagir bike jî şer dê berdewam be.

`Şer û şoreş dê berdewam be`

Serokê Ukrayna daxwaz dike alîkariya wan ne tenê bi gotinan bê kirin lê bi gavên praktîk û yekser û got, eger Rûsya hemû Ukrayna dagîr kir, wê şer weke şoreşê berdewam be.

Zelenskyy daxwaz ji xelkê Ukrayna jî kir ku berxwedana xwe li hember êrîşa ku heya niha bûye sedema koçberbûna zêdetir ji milyonek û 700 hezar kesan, berdewam bikin.

Zelenesky got, “îro şer li Ukrayna ye, sibe wê li Lithuania, li Polenda û piştre jî li Almanya be” û wek “karekî metirsîdar” binav kir û eşkere kir, “rast e Amerîka dû re lê di van rojên dawiyê de ew hest dike ku bêtir nêzîkî Ukrayan bûye.”

Korîdorên mirovî

Serokê Ukrayna di peyameke din de jî got, “Rûsya korîdorên mirovî yên ji bo derixistina welatiyan û gihandina xwarin û dermanan jî mayîn dike.”

Zelenskyy tekez jî dike, ew ê li ser danûstendinan rijd bin heta ku wê rêyê bibînin û ji xelkê re bêje ku ev rêya aştiyê ye.

Peyamên Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy:

“Pirs ev e, heya kengî em dikarin li ber xwe bidin. Ev yek li ser gelek tiştan radiweste, ne tenê li ser me, em ê tehemul bikin. Eger hatin bo nava hemû bajarên me, wê şoreş û şer hebe û kes ji me dest ji serxwebûna xwe bernade. Îro li vir şer e, sibe wê li Lithuania be, li Polenda û piştre jî li Almanya. Ev karekî metirsîdar e. Amerîka dû re lê di rojên dawiyê de, ez hest dikim bêtir nêzîkî me bûye.

Em cihekin li Ewropa, cihê azadiyê, navçeyek ji bo azadiyê û hemû kes di wê baweriyê de em dûrî Amerîka û Kanada ne, Na! em li navçeya azadiyê ne, dema ku sînorê maf û azadiyan tê binpêkirin, wê demê divê ti me biparêzî, ji ber ku em di destpêkê de tên, hûn piştre tên. Ji ber ku herçiqas ev hov zêde bixwe, daxwaza zêdetir dike.

Ez dixwazin tenê tu (Amerîka) hest bikî û fêm bikî azadî ji me re tê çi wateyê? Ji ber Amerîkî herdemê behsa azadiyê dikin û ew dizanin azadî çi ye. Niha dema tu li Ukrainiyan dinerî, ez bawerim ti hest dikî ew ji me re tê çi wateyê.

Eger te dît û fêm kir em hest bi çi dikin, dema ku em şerê hemû dijminan ji bo azadiya xwe dikin, Piştevaniya me bikin. Piştevaniya me bikin ne tenê bi gotinan lê bi gavên praktîk û yekser. Weha bike û ez bawerim ku em ê serbikevin. Bê guman bi hemû cîhanê re.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin