"Zêdebûna fûhûş û îstîsmarê tesadûf nîne"

"Zêdebûna fûhûş û îstîsmarê tesadûf nîne"

Sekreterê Şaxê Cizîrê yê Egîtîm-Senê Mehmet Alkan bal kişand ser zêdebûna fûhûş û îstîsmara zayendî ya li Cizîrê û destnîşan kir ku ev yek tesadûf nîne.

A+A-

Sekreterê Şaxê Cizîrê yê Egîtîm-Senê Mehmet Alkan bal kişand ser zêdebûna fûhûş û îstîsmara zayendî ya li Cizîrê û destnîşan kir ku ev yek tesadûf nîne. Alkan nerazîbûn nîşanî Alîkarê Midûrê Lîseya Anadolû Merkez B.E. da ku îstîsmara zayendî li hin xwendekaran kiriye

                                          

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê beriya qedexeya derketina derve derfet hebûn ku ciwan bi saya şaredariyê û rêxistinên civakî yên sivîl xwe bi pêş ve bixin. Piştî qedexeya derketina derve û tayînkirina qeyûman li şaredariyan, gelek sazî hatin girtin û ciwan ber bi fûhûş û narkotîkê ve hatin dehfdan.

Bûyerên fûhûş û îstîsmara zayendî yên li kolanan zêde bûn li qada perwerdeyê hîn bêhtir xwe nîşan dan. Di nava salekê de li 3 lîseyan îstîsmara zayendî rû da. Tê îdîakirin ku ev yek li dibistanên seretayî yên li Cizîrê jî belav bûye. Yek ji saziyên ku herî zêde nerazîbûnê nîşanî îstîsmara zayendî dide û rewşê dişopîne Egîtîm-Sen e.

Sekreterê Egîtîm-Senê yê Cizîrê Mehmet Alkan diyar kir ku bûyerên îstîsmara zayendî yên li Cizîrê piştî qedexeya derketina derve bi ji sedî 73 zêde bûne û wiha got: “Bûyerên bi vî rengî mixabin hebûn lê belê bi qedexeyê re zêdetir bûn. Sedema vê jî zemîna ku hatiye afirandin e. Bûyerên bi vî rengî tesadûf nîne. Gelek polîs û leşker li vê herêmê hatin bicihkirin. Nifûsa ciwanan a li herêmê gelekî zêde ye. Têkbirina ciwanên 18 salî û yên ji wan biçûktir di rewşên bi vî rengî de hêsantire. Piştî bûyerên bi serê wan ve hatin ciwan tirsiyan. Ji ciwanan heye ku yên wan îstîsmar dikin xurt in û kes nikare wan biparêze. Ev yek jî dibe sedem ku bêdeng bibin.”

Bi gefxwarinê wan ditirsînin

Alkan nerazîbûn nîşanî Alîkarê Midûrê Lîseya Anadolû Merkez B.E. da ku peyamên ji naveroka zayendî ji xwendekaran re şandiye û îstîsmara zayendî li hin xwendekaran kiriye. Alkan diyar kir ku îstîsmara li lîseyê çar salan dom kiriye lê belê xwendekar bi gefxwarinê hatine bêdengkirin.

Alkan anî ziman ku di rewşeke wiha de çi li dibistanê çi jî li derve ya ku divê destpêkê bê kirin ew e, bûyerê ji keseke/î nêzî xwe re bêjin. Alkan destnîşan kir ku Egîtîm-Sen hem li dibistanan hem jî li derve wê ji bo xwedîderketina li zarokên xwe her hebe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin