Zaxarova: Hêzên kurdî vekişîna ji deverên sînorî temam kirine

Zaxarova: Hêzên kurdî vekişîna ji deverên sînorî temam kirine

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zaxarova ragihand, rêkeftina di navbeyna Rûsya û Tirkîye, ku li Soçî hatî vajokirin liser erdê tê bicîhanîn. Hêzên kurdî vekşîna ji deverên sînorî temam kirin e.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Zaxarova di kongreya rojnamevanî ya heftane da anî ziman, ku “Rêkeftina ligel Tirkîye di 22ê Cotmehê de hatî vajokirin liser erdê di bicîhkirinê da ye, xebatên me yên baştirkina rewşa mirovî jî didomin.”

Herweha dîyarkir, ku Hêzên kurdî ji deverên sînorî vekşîyane û gerên hevbeş bê pirgsgirêk lidar dikevin.

Zaxarova got, ku li deverên di çarçoveya “Mertala Firatê” de herêmên bê-çek hatine damezrandin û komiteya hevbeş a danûstandinan a Rûsya-Tirkîye bi çalak xebatên di vê çarçoveyê de dike.

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin