Zarokekî Kurd li Almanya di şampiyona lîstikên hêza bedenê de bû yekem

Zarokekî Kurd li Almanya di şampiyona lîstikên hêza bedenê de bû yekem

.

A+A-

Zarokekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê di şampyona lîstikên hêza bedenê de yekem derket.

Li bajarê Essen yê Almanya zarokekî Kurd di şampyona lîstikên hêza bedenê de yekem derket û ji aliyê Serokê Almanya Frank Steinmeier bi xwe hate xelatkirin.

Zarokê bi navê Hevend Ebdulîlah Yûsif di gera 20em a wê şampyonê de bû yekem.

Hevend Ebdulîlah Yûsif sala 2011an li bajarê Qamişlo ji dayik bûye, ji sala 2016an ve bi malbata xwe ve li Almanya dijîn.

Hevend ji Rûdawê re got ew li hemberî 150 lîstikvanan bi ser ket û ew dixwaze her dem yekem derkeve.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin