Zanyariyên nû li ser jiyana Dr. Nûredîn Zaza

Zanyariyên nû li ser jiyana Dr. Nûredîn Zaza

.

A+A-

Hevjîna rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd Dr. Nûredîn Zaza, Gilberte Favre di pirtûka xwe de cih daye hin zanyariyên nû derbarê hevjînê xwe de.

Hevjîna Dr. Nûredîn Zaza yê koçkirî û rojnamevan û nivîskar Gilberte Favre semînarek taybet bi îmzekirina pirtûka xwe ya nû û çapa sêyem a bîrweriyên Dr. Nûredîn Zaza birêve bir.

Dîmenên taybet ên semînerê ji bo Rûdawê hatin şandin. Herwiha Xatûn Gilberte Favre Zaza ji Rûdawê re derbarê herdu pirtûkan de axivî.

Li bajarê Sionê yê Siwîserayê, Gilberte Favre, rojnamevan û nivîskar û hevjîna Dr. Nûredîn Zaza yê koçkirî, yekemîn serokê yekem partiya Rojavayê Kurdistanê semînarek pêşkêş kir.

Semînar taybet bû bi îmzekirin û pêşandana pirtûka wê ya nû li jêr sernavê "Rêrewek Li Gel Rimbaud û Nameyek bo Philipe Rahmy" ku di beşeke wê de hin zanyariyên ku bo yekemîn car tên belavkirin derbarê Dr. Nûredîn Zaza û pirsa Kurd de hene.

Di semînarê de, her wiha çapa nû ku çapa sêyemîn e ya Pirtûka bîrweriyên Dr. Nûredîn Zaza, Jiyannameya Min a Kurdî hat nîşandan, ku kurê wî yê nixurî Şengo di nava projeyekê de ji bo çapkirina berhemên bavê xwe weşandiye.

Dîmenên taybet ên semînarê ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatin şandin. Herwiha Xatûn Gilberte Favre Zaza ji Rûdawê re derbarê pirtûka xwe ya nû de axivî.

Nivîskar û rojnamevan Gilberte Favre Zaza dibêje: “Di dema petayê de min ew beş biserî kir, paşê jî min bi Nameyekê bo Philippe Rahmy, temam kir ku nivîskarekî Siwîserî ye, bavê wî fransî-Misrî ye û Misilman e, û diya wî Elman eû Cihû ye. Vê yekê hişt ku pir hişvekirî be. Lê mixabin ew mir, ew bi nexweşiya tenikbûna hestiyan ketibû. Wî tekstên pir ciwan û bedew nivîsandine.”

Gilberte Favre Zaza ji Rûdawê re her wiha behsa çapa sêyemîn a bîrweriyên rehmetiyê Dr.Nûredîn Zaza kir.

Gilberte Favre Zaza herwiha dibêje: “Ev sêyemîn çapa Jiyannemeya Min a Kurdî ye. Ev destpêşxeriyeke kurê me ye, Şengo wî ew dubare êdîte kiriye û weşênerê pirtûkên min ji 25 salan ve, lê vegeriyaye û form û grafîkên wê dariştine. Min jî careke din ew xwend û di bin çavan re bir, û me not û nîşe li jêr rûpelan zêde kirin li şûna ku li dawiya pirtûkê bin. Bi vî şêweyî hat temamkirin, û min jî tiştekî bisûd lê zêde kir, ew jî kronolojî ye."

Gilberte Favre ji temenê 12 saliyê ve dest bi nivîsandinê kiribû, û di temenê 15 saliyê de dest bi weşanê kiribû. Bi dehan pirtûkên wê di biwarên şano, helbest û rexnekariyê de hene. Niha ew ligel kurê xwe yê takane Şengo Zaza  li Siwîsrayê dijî.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin