Zagona Hevgirtinê (îtifaqê) û siyaseta bakurê Kurdistanê

Zagona Hevgirtinê (îtifaqê) û siyaseta bakurê Kurdistanê

Ji partiyên ku mafê beşdarbûna hilbijartina bidestnexistine, serokên van partîyan an ji van partîyan takekes dikane di lîsteyên HDPê da bên berbijar kirin.

A+A-

Parlementa Tirkîyê Zagona Hevgirtinê (îtifaq) pesend kir, bi îmzakirina serokkomar û bi weşana di Rojnameya Fermî da ket merîyetê, ango derbasdar bû.

Êdî partî dikanin hevgirtinê bikin, hevgirtin di navbera du an zêdetir partîyan da dê bibe, jixwe ji îro va Partîya Dadwerî û Geşepêdanê (AKP) û Partîya Bizava Neteweperest (MHP) hevgirtina xwe diyar kirin.

Wekî rayagiştî bi nêzik va dizane, di navbera AKP û MHP da jixwe hevgirtinek ne fermî hebû, taybetî rapirsîna makezagonê ya sala 2016’an bi piştevanî û hevgirtina herdu partîyan bi serket, pişte vê serketinê ji herdu partîyan jimarek kes li ser pêşnûmaya zagonê bihevra karkirin û gehêştin encamekê, ango MHP dest ji hemû gotinên nexweş û êrişên xwe berda û peyam da AKPê, ku ew dê bi mebesta bicîkirina sîstema seroktîyê piştevanîya guhertina makezagonê bike û piştê karekî kurt pêşnûme ket rojeva parlementê.

Bêguman, di parlementê da pêşnûma bes nehat gengeşîkirin û herweha, nehat guhertin jî, çawa ketibû rojeva parlementê bi dengen herdu partîyan weha jî hat pesend kirin.

Di destpêkê da divê ez bejim, ku bona partîyan vekirina rêya hevgirtinê biryarek di cî da ye û gavek pêşketîye.

Wekî têt zanîn, di Zagona Partîyan da, herweha di Zagona Hilbijrtinê da qedexe bû ku partî hevgirtinê bikin, em dizanin ku ev qedexeyê, taybetî bona partîyên binasname Kurd û îslamîst di zagonan da cî girtibû.

Hêj di gellek zagonan da asteng û qedexe hene li ber siyaseta Kurdî, li Tirkîyê.

Hinek partîyên sîstemê ji benda hijbijartinê derbas nedibûn, daku ev hêj jî îro 10% ye û bilindîya bendê lixwe mukir dihatin, lê bi daxistina bendê û derfeta hevgirtinê qayîl nedibûn, di encamê da bend û qedexekirina hevgirtinê wekî bere dima.

Îro astenga hevgirtinê bi merc rabû, lê belê bend wekî bere dîsa 10%  ma, him sîstema seroktîyê û him jî benda hilbijartinê 10% li ti welatan tine ye û jixwe nabe.

Weha dixuye, ku herdu partî, taybetî R.Tayyip Erdogan desthilata serotîyê bes nabîne, ew di parlementê da bidestxistina piraniyê kursîyan jî girîng dibine, ango ew dixwaze di hemû mijaran da tenê bi serê xwe erdar û xwedan biryar be.

Ji ber ku di zagonan da hevgirtin qedexe bû, di hilbijartina sala 1991î da namzetên Partîya Keda Gel (HEP) di lîsteyên Partîya Sosyaldemokrata Gelerî (SHP) da, dîsa namzetên MHPê di lîsteyê Partîya Refahê (RP) da cî girtibûn.

Di lîsteya SHPê da ji HEPê bîstdu kes hatibûn hilbijartin, ji ber ku çar kes venegerîyan mixabin grupa partiyê pêk nehatibû, wan salan jî wekî îro grup bi bîst kesan pêk dihat.

Kîçax ku ji Kurdistanê namzedên serbixwe hatin hilbijartin, benda hilbijartinê bêwate bû, di hilbijartina sala 2007an da Partîya Civaka Demokratîk (DTP) bi namzetên serbixwe beşdarê hilbijartina bûbû û her çiqas, cara ewil bû û gellek kêmayî û xeletî jî hebûn, dîsa di encama karekî gur û çalak da partî bi serket û di parlementê da grup ava kir.

Bi serketina DTPê bend û astengên di zagonan da, daku taybetî li ber siyaseta bakurê Kurdistanê hatibûn danîn, ketin ber gengeşiyê û girîngîya xwe wenda kirin.

Wekî min li jor jî got, bi mebesta pêşîlêgirtina siyaseta bakurê Kurdistanê, di zagonan da gellek asteng hene, taybetî ji vana du asteng girîng in, yek ji vana benda hilbijartinê ye daku 10% ye û hêj îro jî disekine, ya din qedexeya hevgirtinê bû.

Derfeta Hevgirtinê

Bi bawerîya min neçar man qedexeya hevgirtinê rakirin, ne bi dile xwe, hesabê serketina hilbijartina sala 2019an ew neçar kirin.

Jixwe, ji hinek xalan eşkere dixuye ku hesabê serketina hilbijartina sala 2019an giran kişandiye, amanc bi destxistina piranîya kursîyan di parlementê da ye, jimara kursîyên di parlementê da bona amancê R. Tayyip Erdogan girîng e.

Bi ya vê zagonê, dengên partiyên ku hevgirtinê dikin bihevra tên civandin (topkirin) û li ser vê encamê palementerên wê Herêma Hilbijatinê tên parve kirin.

Di parvekirina parlementeran da sîstema D’Hondt bi kar têt, bona baş famkirinê dixwazim mînaka Semsûrê bidim: Li Semsûrê şanzde partî beşdarê hilbijartina 1 mijdara sala 2015an bûne, ji vana AKP 222 189 (69,46%), HDPê 45 428 (14,20), CHPê 35 984 (11,25%), MHPê 9 477 (2,96%), SAADETê 2 063 (0,64%), BBPê 1 825 (0,57%), HAKPARê 693 (0,22%) û neh partîyên din ku rêjeya dengên wana di navbera 0,17% - 0,03% da ne.

Ev neh partî hemû jî bihevra hevgirtinê bikin, dîsa jî nikanin benda hilbijartinê derbas bikin, ango Zagon partiyên biçûk han dide ku ligel partîyek mezin bikeve hilbijartinê.

Ji îro va AKPê û MHPê ketine nava hevgirtinê û dibetîyek pir mezin e ku Partîya Yekitîya Mezin (BBP) jî di dava vê hevgirtinê da cî bigre, ger weha be dengên hersê partîyan tên civandin û hesap jî bi sîstema D’Hondt têt kirin.

Ger hevgirtin nebe, wekî îro ji penc parlementerên Semsûrê çar AKPê dibe, yek jî HDPê dibe, lê bele di hilbijartina tê da, bi hesabê zagona nû AKPê her penc parlamenterên Semsûrê jî dibe: Hesab wisa dibe; dengên AKPê û MHPê dê bên civandin û li penc para têt parvekirin, ango 231 666 deng dibe penc par her parek parlementerek e, ango bona her parlementerekî 46 333 deng divê, ji ber ku ev jimar ji dengên HDPê pirtir e her penc parlementer jî ji AKPê ra diçin û HDP bê parlementer dimîne.

Di vî hesabî da dengen BBPê ne têda bûn, ger ew jî bi dengen AKPê û MHPê va bêt civandin, encam bona AKPê hêj hêsa dibe.

Ez bawerim pisporên AKPê hesabê gellek parezgehan dê kiribin, amanc bi destxistina bona seroktîyê 50,01% deng û piranîya kursîyên di parlementê da ye.

Ewlehîya Hilbijartinê

Ev zagon ewlehîya hilbijartinê jî dike bin xeterê, taybetî li bakurê Kurdistanê, zagon erkê dide parêzgar (walî) ku ev, ji Lijneya Hilbijartina Parêzgehê ra pêşnîyaza “yekkirin û guhertina şûnê sindoqan bike”, ango, bomînak zagon maf dide parêzgar ku sindoqên çend gundan li gundeki navendî kom bike, an li navçeya bajar an jî li bajarokekî bicî bike.

Ger sindoqên çend gundan bi behaneya ewlehîyê li gundeki navend, an li bajarekî bêt bicî kirin, gelo hilbijêr dê heta sindoqê herin û denge xwe bikar bînin?

An, heta sindoqê dê hilbijêr bên veguhestin?

Ger bên veguhestin, gelo kî/kê dikane bejê ku hilbijêr dê bi serbestî dengê xwe bikar bînin?

Ev hemû pirsen ewlehîya sindoqan e, weha dixuye ku dê li bakurê Kurdistanê li ser encama hilbijartinê kartêker bin.

Di hela din da, di zagona berê da du pênasên (tarîfa) girîng hebûn, yek ji vana Qada Sindokê (tirkîya wê Sandik Alani); ya din Derdora Sindoqê (Sandik Çevresi) bû, bi zagona nû, Qada Sindoqê hat rakirin, tenê Derdora Sindoqê ma.

Bona baş bêt famkirin, bomînak di dibistanekê da sindoqek heye, jûra ku sindoq têda, avahîya dibistanê û baxçeyê wê hemû bihevra Qada Sindoqê ye; bi ya zagonê, hêzên ewlekarî, kesekî peywirdar bi cilên fermî, biçek û bi ûnîforma nikane bikeve Qada Sindoqê, lê nuha ev rabû tenê Derdora Sindoqê ma, ev jî jûra sindoqê ye.

Ango, jûra sindoqê Derdora Sindoqê ye û hêzên ewlekarî dikanin heta ber deriye jûrê jî xwe nêzikî sindoqê bikin.

Dîsa, berê serokên sindoqê di navbera lijneya sindoqê da dihat hilbijartin, lijneya sindoqê ji heft kesên û nûnerên partîyan pêkdihat, lê niha Lijneya Hilbijartina Navçeyê serokên sindoqan ji karbidestên dewletê dest nişan dike.

Endamekî din jî ji karbidestên dewletê têt destnîşan kirin, bi vî awayî; yek kes serokê Lijneya Sindoqê, yek endamê lijneyê dîsa ji karbidestê dewletê, yek nûnerê AKPê û yek jî nûnerê MHPê, ligel kêşeyekê ji heftan kesan çar kes diyarker dibe, ev jî ewlehî û paqişbûna hilbijartinê şêlî dike.

Di zagona berê da, dema li ser sindoqê kêşeyek biqewimîya, erka serokê Lijneya Sindoqê hebû ku gazî hêzên ewlekariyê bike, lê niha zagon maf dide hemû hilbijêran, ango hilbijêrek jî dikane gazî hêzên ewlekariyê bike, ev jî ewlehîya sindoqê dike bin xeterê.

Bloka Kurdî

Min gellek caran nivîsabû, sîstema seroktîyê hinek derfetan dike deste siyaseta bakurê Kurdistanê, lê bi mercê ku di navbera hêzên siyasî da hevkarî û piştevanî hebe.

Bêguman, siyaset bi hêlekê va xwe ragirtin û li hêla din ji derfetan sûde wergirtin e.

Îro, li beramberê me deshilatek heye ku hemû hesabê xwe li ser serketinê dike, bi gotinek din bi amancê serketinê dikane hemû cûre hesaban bike.

Herweha, rikberî jî weha ye, ango ew jî hemû hesabê xwe li ser têk birina desthilatê dike, xwezayî ye ku ew dubendîya siyaseta Tirkîyê hinek derfetan bona siyaseta bakurê Kurdistanê diafirîne.

Dikane biafirîne, lê mercên wê hene, yekem divê hemû hêz û partiyên Kurdistanî, an piranîya van hêzan, li ser bernameyek hevpar karbikin û blokekî ava bikin û li rayagiştî eşkere bikin.

Roja ku piranîya partiyên bakurê Kurdistanê di nava blokekî da cî girtin, bila bawerîya we hebe ku dengen vê bloke dê kêmtir ducaran ji bere bêhtir bibe, ango dengdêr jî dê giringîya hevgirtinê bibîne û dengê xwe telve hêza wê bike.

Piştê ku li bakurê Kurdistanê hevgitinek ava bû, paşê dikane bi hinek hêzên tirkîyê  va jî hevkariyê bike, lê bi mercê ku ew dê xizmeta çareserkirina daxwazên gelê bakurê Kurdistanê bikin.

Herweha divê, di hevkariyên xwe da balkêşîyek din jî hebe daku zirar negehê blok û derfetên peywendiyê ji dest nede, ango em dizanin ku civat û siyaseta Tirkîyê qetbûyî ye, carina ev qetbûn digehê asta dijmintiyê, divê Bloka Kurdî ji vê dijmintiyê dûr bisekine.

Berevajî vê, xetera pêşî girtina peywendiyan û lawazbûna derfeta Bloka Kurdî heye, ji ber ku bi hêlekê va avakirina peywendiyên bilind pir bi gengazî li hela din dikane dibe sebeba bertekan û ew jî zirarê digihîne siyaseta bakurê Kurdistanê, mînakên vê hene lê ev mijarek din e.

Bi bawerîya min, divê sê daxwazên me yên bingehîn hebin, yek ji avana bi pîvanên rasyonel bicîkirina demokrasîyek rasteqîn e, bêguman azadîya derbirînê û rêxistinî daxwaza  sereke ye û herweha, fireh kirina desthilata rêveberên herêmî, ji perwerdeyê heta tendûristîyê hemû cûre xizmetên herêmî, ku îmzakirin û sepandina Rêkevtina Rêveberîya Herêmî ya Konseyê Ewrupa dikane bibe gihanek.

Bêguman, demokratîzekirin û pişkinana (kontrol)……sîstema seroktîyê.

Bi ya min, di tûra yekem da Bloka Kurdî dê namzetê xwe berbijar bike, bona dengekî xurt karekî çalak divê, dema dengekî xurt bidestxwe va anî, bila em zanibin ku destê siyaseta bakurê Kurdistanê jî xurt dibe.

Amanca blokê bi destxistina derfetek weha ye, ger di tûra yekem da serok neye hilbijartin bona tûra duyem destê siyaseta bakurê Kurdistanê xurt bibe.

Divê em hesabê xwe li ser amanc bi destxistina daxawazên xwe bikin, ku ew dê xizmeta çareserkirina kêşeya Kurd li bakurê Kurdistanê bike, ne ku serketin an binketina partî û kesekî.

Di tûra duyem da, Bloka Kurd dikane bi herdu helan va rûne û daxwazên xwe bejê, ger herdu helan jî daxwazên Bloka Kurdî nepejirandin, wê demê di tûra duyem da neçûna ser sindoqan dikeve rojevê.

Dibe ku neçûna ser sindoqan bibe sebeba rexneyên tûnd lê bila be, divê Blok xwe bide ber.

Ango, divê blok ewil bona bi destxistina mafê gelê bakurê Kurdistanê gav bavêje, jixwe divê em jibîr nekin ku li Tirkîyê Kurd nikanin bi tene serê xwe bibin deshilat, dikanin bibin şêrikê desthilatê.

Hilbijartina Şaredarîyan û Encûmena Parêzgehan

Nivîs dirêj bû, lê dîsa jî dixwazim bi kurtî behsa hilbijartinên parlementê û herêmî jî bikim.

Bi bawwerîya min, Bloka Kurdî dê di hilbijartinên herêmê û ya parlementê da jî dê bibe platformekî hevpar û hêvîya paşerojê geştir bike.

Ji partiyên ku mafê beşdarbûna hilbijartina bidestnexistine, serokên van partîyan an ji van partîyan takekes dikane di lîsteyên HDPê da bên berbijar kirin.

Ev dê bibe peyameke bona gelê bakurê Kurdistanê û dê bibe nîşana hevkariyê ye, dîsa ez bawerim ku hevkarîyek weha dê li ser peywendiyên siyasî li parçeyên din jî karîger be.

Serokên Şaredariyê, Encûmena Şaredariyê û Encûmena Parêzgehan jî li ser hevtêgehêştin û hevkarîya blok divê bên parvekirin.

Divê, biçûk bi mafê xwe, mezin bi mafê xwe razî be, mezin her fîdekar e.

Bila em jibîr nekin, fidekarîyek weha dê encamek xweş û bihêz bi xwe ra bîne, barê giran jî dikeve ser milê HDPê, ev di hevgirtinek weha da dê diyarker be.

Mahmut Kilinc

23.03.2018/Dussedorf

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin