YNK sekreter hildibjêre

YNK sekreter hildibjêre

Di çend rojên bê de encûmena nû ya serkirdatîya YNK dicive. Endamekî Encûmena Serkirdatîya Giştî ya YNK dibêje di civîna yekem de serokê Encûmena Serkirdatîya Giştî tê hilbijartin û di heman civînê de jî komîteyek ji bo hemwarkirina rêziknameya YNKê tê pê

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di çend rojên borî de hejmara endamên Encûmena Serkirdatîya Giştî ya YNK bû rojeva medyayê, çimkî derket ku YNK li şûna 121 endaman, 124 endam hilbijartine.

Endamê Encûmena Serkirdatîya Giştî Mistefa Çawreş ji ber ku endamê herî bi temen e di encûmenê de, serokatîya rûniştina yekem a encûmenê dike ku tê payîn piştî 10ê vê heyvê bicive.

Derbarê arîşeya hejmara endamên encûmenê, Mistefa Çawreş ji Rûdawê re got: “Komîteya dadwerî û ewên ku serpereştîya karan kirin, têkildarî mijarê ne, heke di vê de çewtîyek hatibe kirin, divê rûnin û çareser bikin û rêyekê jê re bibînin.”

Herwisa got: “Her çiqasî ez hûrgilîyên mijarê nizanim û êdî mesele bûye û ji hedê xwe zêdetir e jî, dîyar e (Dr. Berhem Salih, Dr. Rêwaz Fayeq û Qubad Talebanî) di hisabê de nehatine terkandin, lewra hejmar bûye 124 kes.”

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bêyî ku beşdarî hilbijartina endamên Encûmena Serkirdatîya Giştî bikin, di kongreyê de weke endamên encûmenê hatin destnîşankirin.

Endamekî Encûmena Serkirdatîya Giştî behsa yekê ji senaroyan dike bo çareserkirina hejmara endamên encûmenê.

Rehber Seyid Brahîm ji Rûdawê re got: “Girîmaneyek heye ku endamên Encûmena Serkirdatîya Giştî 121 kes dibin û hejmara wan nayê zêdekirin. Kê li Hewlêrê kêmtirîn deng anîye bê rakirin çimkî Rêwazxanê li ser bazineya Hewlêrê derketîye, herwisa li Silêmanîyê jî du kesên ku herî kêm deng anîne bên rakirin çimkî Berhem Salih û Qubad Talebanî li ser bazineya Silêmanîyê derketin.”

Endamekî din ê Encûmena Serkirdatîya Giştî ya YNKê dibêje pileya endamê serkirdatîya giştî ne ku bo kesan bi xwe, lê bo postên wan (Rêwaz Fayeq, Berhem Salih û Qubad Talebanî) hatîye dan.

Endamê Encûmena Serkirdatîya Giştî Arêz Ebdulla ji Rûdawê re got: “Pileya endamê encûmenê bo postên (Dr. Rêwaz Fayeq, Dr. Berhem Salih û Qubad Talebanî) hatîye dan. Her demekê yek ji wan di posta xwe de nema û kesekî din li şûna wî/wê hate danîn, tavilê ew kesê nû dibe endamê Encûmena Serkirdatîya Giştî û (Dr. Rêwaz Fayeq, Dr. Berhem Salih û Qubad Talebanî) wek endamên Encûmena Serkirdatîya Giştî namînin.”

Endamê Encûmena Serkirdatîya Giştî ya YNKê Mehmûd Sengawî jî ji Rûdawê re got: “Ev mijar di civîna Encûmena Serkirdatîya Giştî de tê beralîkirin ku encûmena konevanî û parastina berjewendîyên YNKê jî tê de beşdar dibe. Li wir biryar tê dan ka hejmar tê kêmkirin an zêdekirin.”

Roja 21.12.2019an Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê çarem kongreya xwe li bajarê Silêmanîyê girêda. Li wir bi dengê piranîya endamên kongreyê, rêziknameya YNKê hat pesendkirin û desthilat hat dayîn bo Encûmena Serkirdatîya Giştî ku rêziknameyê hemwar bike. Li gor wê rêziknameyê, divê di yekem civînê de serokê Encûmena Serkirdatîya Giştî ya YNKê bê hilbijartin.

Her çiqasî li gor rêziknameya YNKê divîyabû (3-5) rojan piştî kongreyê bitementirîn endamê encûmenê bangî endamên encûmenê bike bo yekem civîn, lê ji ber bêhnvedanên sersalê civîn hat paşxistin bo piştî xilasbûna bêhnvedanan.

Derbarê dema civînê Rehber Seyid Brahîm got: “Hemû amadekarî bo civîna Encûmena Serkirdatîya Giştî hatine kirin. Karên wê yên zehmet xilas bûne. Tenê dîyarkirina roja civînê maye. Her çiqasî ez bernameya civîna encûmena giştî nizanim, lê di civînê de rêzikname tê hemwarkirin û serok an sekreter an cîgir tê beralîkirin.”

Li gor rêziknameyê, encûmen di yekem civîn de ji bilî sekreter, cîgir û biryarderekî jî hildibijêre. Kesê ku dibe sekreterê encûmenê jî nabe emrê wî kêmî 40 salan be.

Arêz Ebdulla got: “Piştî bêhnvedana sersalê ji 6-9ê kanûna duyem encûmen dicive û sekreterê encûmenê hildibijêre.” Lê Mistefa Çawreş dema civînê eşkere kir û got: “Çimkî hinek endamên encûmenê li derve ne wek min, dibe ku yekem civîna encûmenê bikeve roja 10ê kanûna duyem.”

Di kongreyê de 5 endamên serkirdatîya berê ku xwe berbijêr kirin derneketin, ew jî: (Saman Germîyanî, Berzan Ehmed Kurde, Osman Banîmaranî, Nermîn Osman û Helo Pêncwênî) bûn. Bi bawerîya hinekan ji wan neheqî li wan hate kirin û civîna encûmena serkirdatîyê dipên.

Li gor Endamê Encûmena Serkirdatîya Giştî Rêbwar Teha, ew kesên ku di kongreyê de derketin nayê wateya ku bêtir şoreşgertir in ji kesên ku derneketin û dibêje: “Kesên ku derneketin kadroyên pir jêhatî di nav wan de hene ku xizmet kirine û niha jî di xizmetkirinê de berdewam in. Bêguman YNK bernameya wê ya baş ji bo wan hevalan heye ku asta wan bilind e û gilîyê wan hene yan dilgiran bûne û bi rêya organên wan axaftin bi wan re tê kirin.”

Hinek endamên kongreyê ku derneketin dibînin ku destkarîya encama dengan hatîye kirin. Azad Gelalî ku yek ji derneketîyan e, doz vekirîye.

Serko Gelalî ku kurê Azad Gelalî ye, dibîne ku zulm li bavê wî hatîye kirin. Serko ji Rûdawê re got: “Vêga bavê min li malê ye û bersiva biraderên jor dipê. Ta bizane ew zulm çawa tê çareserkirin û çi lê tê vegerandin. Wê çaxê bavê min biryara xwe dide. Me doz li komisyona hilbijartinê jî vekirîye, em niha bersiva wê jî dipên.”

YNK vê neqlê hilbijartina encûmena serkirdatîyê li ser çend bazineyan parve kiribû. Bi cûnekî endamên serkirdatîyê li hemî deveran in. Ti endamekî serkirdatîya YNKê li Behdînan, Şingal, Mexmûr û Mûsilê nebû, lê vê xetrê 12 endamên wê ji wan navçeyan hene.

Letîf Nêrweyî ku li ser bazineya Dihokê bû endamê Encûmena Serkirdatîyê ji Rûdawê re got: “Vêga 5 kes ji Dihokê, 5 kes ji Mûsil û Mexmûrê û 2 kes ji Şingalê endamên Encûmena Serkirdatîya Giştî ne. Wek pêngava yekem em kêfxweş in. Lê timuha me heye di siberojê de em vê hejmarê zêdetir bikin, ev bi zêdetirkirina dengên me li sînorê van herdu parêzgehan dibe.”

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin