Yildirim:”Ew bê şert û merc piştgirî didin referandûma serxwebûna Kurdistanê”

Yildirim:”Ew bê şert û merc piştgirî didin referandûma serxwebûna Kurdistanê”

Hêjayî gotinê ye ku beyanên weha hêja ji alîyê berpirsên partîyê ve li ser navê partîya HDPê dihên dayin di malpera wê ya resmî de cih nagirin, ev jî dihê wê wateyê ku ev dîtinên wan yên şexsî ne.

A+A-

Li gor malpera K24 Cîgirê Serokê fraksiyona Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) Ahmet Yildirim di daxûyaniyek taybet ji bo Kurdistan24 re ragihandîye ku “bê merc, bê şert, eşkere û bi zelalî ew piştgiriya referendûma serxwebûna Kurdistanê dikin.”

Yildirim herweha desnîşankirîye ku; “Tirkiye divê rêzê li referendûma serxwebûna Kurdistanê bigre; û gotîye binerin, di deh salan de Kurdistan çawa pêşkeft û dewlemend bû, bîngeha dewletbûnê danî. Ger Kurdistan bibe dewletek serbixwe dê zêdetir jî pêş bikeve û ser bikeve”.

Yildirim gotîye ku, “ew tê digihîje ku hin alî li dij serxwebûna Kurdistanê rawestin, lê dijberiya Tirkiye fahm nake. Danûstandinek aborî ya gelek mezin ya wan heye û Herêma Kurdistanê herweha ji bo ewleyîya herêmê gelek xebat kir, alîkar bûye.”

Hêjayî gotinê ye ku beyanên weha hêja ji alîyê berpirsên partîyê ve li ser navê partîya HDPê dihên dayin di malpera wê ya resmî de cih nagirin; berê çendeyekê Osman Baydemir jî di heman naverokê de beyanek dabû ew beyan jî di malpera partîyê www.hdp.org.tr de tuneye. Ev jî dihê wê wateyê ku ev dîtinên wan yên şexsî ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin