Yekîtiya Ewropayê hişyarî da Tirkiyê  

Yekîtiya Ewropayê hişyarî da Tirkiyê  

.

A+A-

Biryara dadgeha Tirkiyê bi sizayê  zindanîkirina  rojnamevan Can Dundar ji bo 27 salan, ji aliyê Yekîtiya Ewropayê hate şermzarkirin, herwiha ragihand ku ev yek zererê dighîne mafên Mirovan li Tirkiyê, û peywendiyên Enqerê ligel Yekitiya Eropayê têk dide.

14mîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, roja Çarşema derbasbûyî bi tometa “teror û sîxûrî”yê  27 sal cezayê zindanê da Rêveberê Berê yê rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar.

Piştî hewla derbeya leşkerî li Tirkiyê di 2016an de, Can Dundar Tirkiyê bicî hişt û li Almanyayê bicih bû, û niha 27 sal cezayê zindankirinê ji bo wî hatiye dan.

Berdevka Wezareta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Nebîla Nisralî ragihand wan gelek caran dilgiraniya xwe dane nîşan derbarê mafên mirovan û biryarên dadgehê li Tirkiyê, û got ku Tirkiyê wek endameke berbijêr ji bo Yekitiya Ewropa yê, divê gelek gavan bavêje  û rêzê li mafên sereke yên xelkê bigre, ku ev yek dibe bingeha dan û standinên di navbera Tirkiyê û Ewropa yê de.

Nebîla Nisralî herwiha tekez kir ku divê sîstema dadweriyê li Tirkiyê  biryarên dadgeha Ewropayê ji bo Mafên Mirovan cîbicî bike û di demeke nêzîk de Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş berde.

Peywendiyên Tirkiyê ligel Ewropayê gelekî xirab bûne, bi taybet piştî hewlda derbeya leşkerî li Tirkiyê û reftarên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li dijî opozisyonê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin