Yekîtiya Ewropa rewşa Derya Spî û cezakirina Tirkiyê gotûbêj dike

Yekîtiya Ewropa rewşa Derya Spî û cezakirina Tirkiyê gotûbêj dike

Aloziyên di navbera Tirkiye li gel Yunan û Qibrisê ji ber lêgerînên Tirkiyê yên li pey petrol û gazê li Derya Spî berdewam in. Niha diyar nîne serkirdeyên Yekîtiya Ewropa di kombûna lûtkeyê de li ser aloziyên li Derya Spî derbarê cezakirina Tirkiyê digihi

A+A-

 

Tirkiye dibêje, amade ne ji bo guftugoyên li el Yunanê, lê nabe behs li ser ti mercek pêşwext bê kirin. Ev di demekê de ye Yunan jî dibêje, ew navçeya Tirkiyê tê de xebatên lêgerîna çavkaniyên enerjiyê birêve dibe sînorê avî yê Yunan û Qibrisê ye. Qibris jî daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê dike ku helwesteke yekalîker li hember Tirkiyê bigire.

Serokê Qibrisê Nikos Anastasiadis got ku wî ji  Charles Michel re gotiye “Qibris hewl dide rê li girjiyan bigire, lê nabe rûbirûyê metirsiyan bibe. Her dema karekî ne yasayî beramber bi endamekî Yekîtiya Ewropa bê kirin, pêwîste hemû yekîtiyê di zûtirîn dem de karvedan hebe.”

Di civîna îro ya wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropa de, ev pirs yek ji babaetên sereke ye. Lê rêxistina Ewropî dixwaze hewlên taybet bi danûstandinan bi hêviya ku encamek hebe.

Serokê Encûmena Ewropa Charles Michel dibêje, “Bi ya me ev pirs tenê pisgirêka Yunan an Qibrisê nîne; ev tişt rasterast karîgeriyê li ser berjewendiyên Yekîtiya Ewropa heye. Ji ber wê yekê me biryar daye li gel hev daxwaza kombûneke lûtke bikin ku di rojên 24-25ê Îlonê birêve biçe. Ewropî d asteke bilind beşdariyê tê de dikin û giftugoyeke stratejî encam didin derbarê vê beşa Derya Spî û Tirkiyê de.”

Tirkiyê çend roj e keştiya Oruç Reîs bi mebesta nûjenkirinê vegerandiye û niha li Bendera Antalyayê ye. Serokê wî welatî jî dibêje, ev heyam derfeteke ji bo giftugoyên dîplomasî.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje, “Di demekê de ku me Oruç Reîs aniye benderê bo çakkirinê, ev wateya pêdana derfetekê ye bo dîplomasiyê, bila bizanin çi  tiştek ji aliyê Yunanê ve dema me dît ku arasteyeke rast nîşan dide, lê ev jî nayê wateya wê ku çalakiyên Oruç Reîs bi dawî hatine.”

Yunan û Qibris çaverê ne Ewropa wan cezayan rabigihîne ku meha derbasbûyî Berpirsê Karûbarên Derve yê Yekîtiya Ewropa Josep Borrell amaje pê kiribû.

Borrell gotibû, eger ti pêşketinek çê nebe, Ewropa lîsteke cezayên bo ser Tirkiyê amade dike, ev lî hember çalakiyên wê yên li Derya Spî.

Li gel wê jî Ewropa çaverêyî kêmkirina aloziyan e, ji ber ku cezakirina Tirkiyê ji bo Ewropiyan biryareke dijwar e. Bi taybet ku tirsa wê heye Enqere karta koçberan bikar bîne û rê ji bo çendîn milyon koçber veke ku niha li Tirkiyê ne, ji wan jî nêzikî 3 milyon koçber û penaberên Sûrî ne.

Tirkiyê roja Duşema 10ê Tebaxa ragihand, di çarçova hewlên bo derxistina petrol û gaza sirûştî li Derya Spî, ew keştiya Oruç Reîs û 2 keştiyên din bo alîkariyê şandine Derya Spî. Ji wê demê ve jî Enqerê 3 caran dema xebatên lêgerîna li çavkaniyên enerjiyê dirêj kir.

 

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin