Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) tê darizandin

Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) tê darizandin

Bi hinceta daxuyaniya 'Şer, pirsgirêkeke tenduristiya gelî ye' di derheqê 11 Endamên Lijneya Navendî ya TTBê heta 8 salan cezaya zindanîkirinê tê xwestin. Danişîna pêşî ya dozê di 27ê vê mehê wê were pêkanîn.

A+A-

Yekîtiya Bijîkên Tirk (TTB) li ser dagirkirina Efrînê daxuyaniyek bi navê 'Şer, pirsgirêkeke tenduristiya gelî ye' belav kiribû û li ser vê daxuyaniyê di 30ê Çileya 2018an de 11 bijîşkên Lijneya Navendî yên TBBê hatibûn desteserkirin.

Di derheqê bijîşkên ku heftiyêk desteser mabûn, bi hinceta 'propagandaya rêxistina terorê' doz hat vekirin. Hat ragihandin danişîna pêşî ya dozê, di 27ê vê mehê di Dadgeha Giran a Cezayê ya Enqerê were lidarxistin.

li gor îdianameyê bijîşêkn doz li wan hatiye vekirin ev in:  Prof. Raşit Tükel, Prof. Sinan Adıyaman,  Ayfer Horasan, Bülent Nazim Yılmaz, Dursun Yaşar Ulutaş, Funda Barlık Obuz, Hande Arpat, Mehmet Sezai Berber, Mustafa Taner Gören, Selma Güngör ve Şeyhmus Gökalp û di derheqê wan de ji 2 salan heta 8 salan cezayên zîndanîkirinê têne xwestin.

Herwiha hat gotin, dozgerî, maîla ku ji HDP Enqerê hatiye wan weke ferman binav kiriye ku çalakiya bo Efrînê piştî wê rojê hatiye lidarxistin. Herwiha wêneya Deni Gezmiş, parvekirina bo komkujiya li Pirsûsê, hin pirtûk jî weke palpiştên sûcî hatine destnîşankirin.

Van bijîşkên han, di dema dagirkirina Efrînê de daxuyaniyek belav kiribûn û li dijî şerî rawestiyabûn û daxwaza aştiyê kiribûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin