YE ji bo penaberan wê 560 mîlyon Euroyî bide Tirkiyeyê

YE ji bo penaberan wê 560 mîlyon Euroyî bide Tirkiyeyê

.

A+A-

YEyê ji bo perwerdehiya penaberan û rêk û pêk kirina ewlekariya sînor wê 560 mîlyon Euroyî bide Tirkiyeyê.

Yekitiya Ewropayê(YE) ji bo penaberên Tirkiyeyê wê 560 mîlyon Euroyî bide Tirkiyeyê. Ew pere dibê ji bo penaberan were xerckirin.

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Ewropayê, divê ew pereya ji bo perwerdeya penaberan û rêk û pêk kirina ewlekariya sînoran were bikaranîn.

Ajansa Anadoluyê hûrgiliyên çawaniya bikaranîna fona ku ji 560 mîlyon Euroyî pêktê aşkere kiriye. Li gorî vê 530 mîlyon Euro wê ji bo perwerdeyê were bikaranîn. Di çarçoveya projeyê de mûçeyên dersdêran, têçûyên çûn û hatinê, kel û pelên perwerdeyê, dersen zêde, Perwerdeya Tirkî, perwerdeya dersdêran , bernameyên rêbertiyê û perwerdeya zarokên ya pêşwext wê bi vê fonê were kirin.

Her weha bi mebesta bicine dibistanê piştgiriya pereyi bide 700 hezar zarokên penaber.

Ji fona 560 mîlyon Euroyî jê 30 mîlyon wê ji bo ewlekariya sînoran were bikaranîn.

Di çarçoveya peymana penaberan ya di navbera YEyê û Tirkiyeyê de ku di 18ê Adara 2016an de hatibû îmzekirin, YEyê 6 mîlyar Euro dabû Tirkiyeyê.

Piştre komîsyonê di Hezîrana 2021an de aşkere kiribû ku ew ê 3 mîlyar Euroyê din bide Tirkiyeyê. Dayîna vê fonê jî ji bo navbera sala 2021-2023an diyar kiribû.

Li gorî daxuyanîya Komîsyona Yekitiya Ewropayê li Tirkiyeyê nêzîkî 4 mîlyon penaber hene. Ji wan 3 mîlyon 600 hezar welatiyên Sûriyeyê ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin