YE belgeya li ser rewşa Efrînê pejirand

YE belgeya li ser rewşa Efrînê pejirand

Wezîrên Derve yên YEyê li Brukselê civiyan û belgeya dibêje ku operasyona Tirkiyeyê ya li Efrînê rewşa mirovî ya li bakurê Sûriyeyê zehmettir kiriye, qebûl kir.

A+A-

Bîst û heşt wezîrên endamên Yekîtiya Ewropayê(YE) di dawiya civîna Konseya Wezîrên Derve yên YEyê de beyana hevpar pejirand a ku tê de wiha tê gotin: "Operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê rewşa mirovî zehmettir kir, bû sedem ku niştcih cihên xwe biguherînin.

Piştî operasyona Tirkiyeyê, Efrînê di serî de, rewşa mirovî li bakurê rojavayê Sûriyeyê xerabtir bû ku YE ji vê rewşê gelekî nîgeran e û teqez dike ku divê rê li ber saziyên sivîl bê vekirin da ku bi awayekî ewle, bêasteng û lezgîn xwe bigihînin wê derê."

Tirkiyeyê 20ê Rêbendanê li Efrînê operasyon dabû destpêkirin ku di encamê de li gorî raportan gelek niştîcihên Efrînê neçar mabûn ji Efrînê derkevin.

 

 

(sputnik)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin