Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ketin roja 56an

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ketin roja 56an

.

A+A-

Li bajarokê Muje ya Kamaranê, gel şeva Pêncşemê ji bo şermezarkirina rayedaran daket kolanan. Di xwepêşandanê de alozî derket û hat ragihandin ku hejmarek welatî birîndar bûne. Rêxistinên mafên mirovan dibêjin, çend rûniştvanên Mujzayê bi birîndarî hatine binçavkirin.

Şeva Pêncşemê li Mihabadê jî xwepêşandan berdewam bûn. Li kolanan ji bilî pêxistina agir û dirûşmeyan, di bilindgoyên mizgeftan de jî slogan hatin avêtin.

Xwepêşandêr dibêje “Li ber kuştina welatiyên me ne. Ji ber ku nerazî ne, jin, mêr û ciwanan dikujin. Min kefenê xwe li xwe kiriye û dixwazim bêjim werin me hemûyan bikujin, bizanibin bê kî wê li ser wan serwer bimîne, kî wê li ser wan dîktator bimîne. Hadê, me hemûyan bikuje. Heke ez nekarim azadiya zarokê xwe weke diyariyekê bidim, çêtir e ku ez sax nebim.”

Xwepêşander daxwaza bidawîhatina Komara Îslamî dikin, lê rejîm vê daxwazê cîbicî nake û bi rêyên leşkerî hewl dide vê daxwazê bi dawî bike. Hewldanek ku dê bibe berdêla jiyanê.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hangaw, hêzên Îranê roja Çarşemê li Erakê li xwendekarê Kurd ê ji Îslamawa bajarê Kirmaşanê Elî Raza Kerîmî xistin û jiyana xwe ji dest da. Sam Bayranwendî yê 18 salî jî roja Çarşemê li Xurramawa hate gulebarankirin û kuştin.

Hikûmet û hêzên Îranê kuştina kesî qebûl nakin. Berdevkê hikûmeta Îranê roja Pêncşemê li zanîngeha Firdews a Meşhedê bû. Xwendekaran jê re gotin, pasevanên wan tenê di nav rayedaran de li ser sedema mirina xwepêşanderan buyer hene û xelk ji wan bawer nake.

xwendekarekî zanîngehê dibêje "Ji bo kuştina hezar û 500 kesên di xwepêşandanên payîza 2019an de çi hinceteke we heye? Ez niha xwendekarekî zanîngehê yê hêsan im ku li tu deran nehatiye tayînkirin û nizanim BBC çi ye. Ez tenê ji rewşa niha ya welatê xwe nerazî me. Ne nexweşiyên min ên demdirêj hene, ne jî dixwazim xwe bikujim."

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ketin roja 56’an. Gel bi awayên cuda protesto dikin. Jin bê hîcab meşiyan heta li metroyê sirûda azadiyê gotin. Li bajarê Ekbatan ê Tehranê, gel ji bo hevgirtinê destên hev girtin û gotin ku ew hikûmeta melayên zarokkuj naxwazin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin