Xwendekarên Rojavayê Kurdistanê dê li Herêma Kudistanê bi zimanê Kurdî bixwînin

Xwendekarên Rojavayê Kurdistanê dê li Herêma Kudistanê bi zimanê Kurdî bixwînin

.

A+A-

 Li Herêma Kurdistanê, ji îsal ve, zarokên penaberên Rojavayê Kurdistanê dê bi zimanê Kurdî bixwînin û dê weke berê programaEerebî nemîne.

 Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku roja 19ê Tîrmeha 2022yan,  biryar dabû ku xwendekarên penaberên Rojavayê Kurdistanê, tevlî sîstema xwendina Herêma Kurdistanê bibin, niha li sînorê parêzgeha Hewlêrê kursên fêrbûna Kurdî zaravayê Soranî dest pê kirine.

Rêveberê Dibistana Kampa Kewirgoskê Rewend Necat dibêje, li dibstana wan niha nêzîkî 1500 xwendekar tevlî wan xulan bûne û ji aliyê mamostayên Herêma Kurdistanê û yên Rojavayê Kurdistanê ve tên perwerdekirin.

Rewend Necat da zanîn ku ji pola 1 heta 4 xwendevanên penaber tevlî yên Herêma Kurdistanê dibin û got: “Xwendevan di van xulan de fêrî zimanê Kurdî dibin.”

Xwendekarekî ku navê wî Aldar e, ji peyamnêra Rûdawê Helebçe Sadon re bi zaravayê Soranî dersa xwe dixwîne.

Ji sala 2019an ve UNICEF palpiştiya xwe ji xwendina di nava kampan de rawestandiniye û ji wê demê ve Wezareta Perwerdehiya Herêma Kurdisrtanê li çareyekî digere.

Malbatên xwendevanan û piştî dîtina vê çareyê, beşek li gel in û beşik bi gaveke şaş dibînin.

Li gor Yekîtiya Mamosteyên Kurdistana Sûriyê, li tevahiya Herêma Kurdistanê nêzîkî 38 hezar xwendekarên Rojavayê Kurdistanê hene, li ser 57 dibistanan hatine dabeşkirin.

(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin